Înfaza girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel hat taloqkirin

Înfaza girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel ku ji ber pirsgirêkên xwe yên giran ên tenduristiyê rakirin nexweşxaneyê, ji bo 3 mehan hat taloqkirin.

Îzmîr – Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel a 60 salî ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê tê girtin rewşa wê ya tendirustiyê giran bû. Li ser vê yekê di meha Çileyê de wê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturk a Îzmîrê. Nexweşiyên Muhlîse Karaguzel ên weke dil, qelewî, hîpertansiyon, bêhntengî, fitiqên pişt û stû hene. Muhlîse Karaguzel di 16’ê sibatê de ji dilê xwe emeliyata vekirî bû. 

Li ser vê yekê parêzeran ji bo tehliyekirina Muhlîse Karaguzel serlêdan kirin. Hat zanîn ku piştî serlêdanê derketiye holê ku înfaza Muhlîse Karaguzel 3 mehan hatiye taloqkirin. Muhlîse Karaguzel niha li nexweşxaneyê tê tedawîkirin û keça wê Zîlan Karaguzel got ku ew bi vê biryarê kêfxweş bûne û têkildarî rewşa tenduristiyê ya dayika xwe wiha got: “Dayika min demekî dirêj e pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Li girtîgehê 3 caran krîza dil derbas kir. Ji ber ku înfaza wê hat taloqkirin, mercên wê baştir in. Vê yekê jî bandoreke erênî li ser tenduristiya wê kir. Bêguman diviyabû înfaza wê ji zû ve taloq bikirana. Lê pêvajo dirêj bû. Mixabin dema girtî tên ber mirinê tên berdan.”

 ‘Tedawî mafê hemû kesan e’

Zîlan Karaguzel, da zanîn ku li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene û got: “Ne tenê dayika min, niha gelek girtiyên nexweş di şert û mercên nexweşxaneyê de tên tedawîkirin. Divê înfaza girtiyên nexweş an bê sekinandin an jî bê taloqkirin. Mafê her kesê heye ku di mercên guncaw de tedawî bibe. Ev yek hem ji aliyê hiqûqî ve hem jî aliyê mafên mirovan de dê bandorek erênî bi xwe re bîne.”