Êrişên Îsrailê yê li ser Xezayê di roja 424’an de ye
Hejmara kesên ku di êrişên Îsrailê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xezayê dewam dike de jiyana xwe ji dest dane di nava 24 saetan de 36 lê zêde bû û bû 44 hezar û 502.
Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsrailê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xezayê bê navber didome.
Wezareta Tendirûstiyê ya Filistînê li Xezayê di roja 424’an ya êrişan de daxuyaniyek nivîskî da û derbarê bilançoyê de agahî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa Îsrailê di nava 24 saetan de li herêmên cûda ya Zîvala Xeza 2 qetliam pêkanî, di encama van qetliman de 36 kesan jiyana xwe ji dest dan, 96 kes jî birîndar bûn.
Hejmara kesên ku di êrişên Îsrailê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xeza berdewam dike jiyana xwe ji dest dane giha 44 hezar û 502’an, hejmara birîndaran jî bû 105 hezar û 454.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di bin xirbeyan û li kêleka riyan hê cenaze hene û ji ber astengiyên hêzên Îsrail tîmên tendirûstiyê û erkdarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.