‘Divê Iraq jenosîda ku li ser axa wî pêk hatiye nas bike’
Jinên Êzidî der barê pêngava naskirina jenosîdê de gotin ku divê bi pêngavê hikûmeta Iraqê neçarî naskirina jenosîda ku li ser civaka Êzidî pêk hatiye, bikin. Her wiha bang li hemû Êzidiyan kirin ku bi xurtî tevli pêngavê bibin.
HÊVÎDAR ŞENGALÎ
Şengal – Rêveberiya Xweser a Şengalê, ji bo naskirina jenosîda li ser civaka Êzidî ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk hat, di 13’ê Mijdarê de yanê roja Salvegera Rizgarkirina Şengalê li Iraq û gelemperiya cîhanê pêngavek da destpêkirin. Pêngav dê heta Çarşema Serê Nîsanê bidome. Armanca sereke ya vê pêngavê ew e ku hikûmeta Iraqê bi awayekî fermî jenosîdê nas bike û erka ku dikeve ser milê wê pêk bîne. Ji ber ku heta niha 14 welatan jenosîda li ser civaka Êzidî nas kiriye lê hikûmeta Iraqê tevî jenosîd li ser axa Iraqê pêk hatiye jî hê fermana 3’yê Tebaxa 2014’an weke jenosîd nas nake.
Di çarçoveya vê pêngavê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo ku pêngav serkeftî bê meşandin bi sazî û dezgehên xwe re xebatê dide meşandin, gel der barê pêngavê de agahdar dike û hewl dide hemû Êzidî ji bo naskirina jenosîdê îmzeyan bidin.Têkildarî pêngavê jinên Êzidî axivîn û bang li hemû Êzidiyên Şengalê û derveyî Şengalê kirin ku tevlî pêngavê bibin da ku hikûmeta Iraqê jenosîdê bi awayekî fermî nas bike.
‘Divê herî zêde jin xwedî li pêngavê derkevin’
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zozan Simo got ku wan di roja salvegera rizgarkirina Şengalê de ji bo naskirina jenosîdê dest bi pêngavê kirine û diyar kir ku divê herî zêde jin xwedî li vê pêngavê derkevin. Zozan Simo wiha got: “Heta niha em dereng jî mane ji bo pêngaveke bi vî rengî. Ev zêdetirî 10 salan e civaka Êzidî hê jî li kampan, di konan de dijî, belavî welatên cîhanê bûye. Ger em weke civaka Êzidî bibin yek êm ê bikaribin her tiştî bikin. Niha gelek Êzidî li derveyî axa xwe ne û hikûmeta Iraqê jî dixwaze Şengal were valakirin. Lê divê em Şengalê ji nû ve ava bikin.”
‘Hikûmeta Iraqê ji bo Êzidiyan tu tiştek nekir’
Zozan Simo destnîşan kir ku divê ew der barê pêngavê de civakê agahdar bikin da ku bi xurtî tevli pêngavê bibin û ev nirxandin kir: “Ger îro civaka Êzidî û Şengal bi destên xwe tiştekî ji xwe re nekin, hikûmeta Iraqê nayê tiştekî ji bo me nake. Hikûmeta Iraqê gelek bajarên ku rastî talan û wêrankirina çeteyan hatin, ji nû ve ava kir. Gelên wan deran vegeriyan ser axa xwe, lê ji bo ji nû ve avakirina Şengalê û vegera gel tu tiştek nekir. Ji ber vê divê Êzidî bi destên xwe bajarê xwe ava bikin. Daxwaza min ji civaka Êzidî ew e ku ji bo naskirina jenosîdê bibin yek û tevlî pêngavê bibin.”
‘Divê em bi vê pêngavê hikûmeta Iraqê neçar bibe ku nas bike’
Di dawiya axaftina xwe de Zozan Simo destnîşan kir ku divê ew bi vê pêngavê hikûmeta Iraqê neçarî naskirina jenosîda ku li ser Êzidiyan pêk hatiye, bikin. Zozan Simo got ku “Hikûmeta Iraqê naxwaze jenosîdê nas bike, dixwaze Êzidî biçin dewletên cuda çand û baweriya xwe ji bîr bikin. Lê emê êdî tu carî serî li ber dijmin daneynin û heta dawiyê li ber xwe bidin. Ez bang li Êzidiyan dikim, li ku derê dibin bila bibin piştgirî bidin pêngavê da ku hikûmeta Iraqê û hemû dewlet jenosîdê nas bikin.”
Banga ‘Ji bo naskirina jenosîdê hemû Êzidî dest bidin hev’
Endama TAJÊ Sêvê Xelef jî der barê xebatên ku ji bo pêngavê dimeşînin de agahî dan. Sêvê wiha got: “Em wek endamên meclîsan, mal bi mal digerin û îmzeyan kom dikin ji bo pêngavê. Lazim e di serî de hikûmeta Iraqê, hemû dewlet jenosîda li ser civaka Êzidî pêk hatiye nas bikin. Iraq ji ber li hemberî me xayîn e, loma jenosîdê nas nake. Lazim e hemû Êzidî rabin ser piyan, ji bo naskirina jenosîdê kar û xebatê bidin meşandin. Ez bang li hemû Êzidiyan û her kesên ku ji xwe re dibêjin ez însan im dikim ku li dijî fermanan destên xwe bidin hev.”