Li Tûnisê şîdet zêde dibe: Hikûmet çavên xwe digire

Aktîvîstên jin diyar kirin ku li Tûnisê tundiya li ser jinê zêde bûye, divê îradeya siyasî berpirsiyariyê bigire ser xwe. Çalakvanan ji rêxistinên sivîl jî xwestin ku piştgiriyê bidin xebatên têkoşîna li dijî tundiyê.

ZIHÛR EL MEŞRÎQÎ

Tûnis – Tevî ku zagona bi hejmara 58'an a sala 2017'an a ku li Tûnisê ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê hat qebûlkirin jî, tundî û qetlîamên li ser jinan zêde dibin. Rêxistinên jinan diyar kirin ku tundî û qetlîamên li ser jinan ên li Tûnisê ji polîtîkayên hikûmetê yên jinan pêk tên û anîn ziman ku li welat tu îradeya siyasî ya rast nîne ku tundiya li ser jinan rawestîne. Jin her wiha destnîşan dikin ku hikûmet guh nade tundiya ku zêde dibe û sûcdaran bêceza dihêle.

‘Zêdetirî 24 jinan di sala 2024’an de hatine qetilkirin’

Çalakvana civaka sivîl Heyat El Hilêmî got: "Zagona 58’an ya têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan destkeftiyeke tevgera jinan li Tûnisê bidestxistiye ye. Tevî kêmaniyên hatine tomarkirin jî lê belê ev zagon ji hemû jinên tundî li wan dibe bûye war. Qetilkirina jinan bûye diyardeyeke rastîn li Tûnisê. Reqemên derdikevin şahidiya vê yekê dikin. Zêdetirî 24 jinan di sala 2024’an de hatine qetilkirin. Erka hikûmetê ye ew e ku pêşiya belavbûna hedefgirtina jinan bigre.”

‘Divê rêxistinên jinan piştgirî bidin tekoşîna li dijî tundiyê’

Heyat El Hilêmî di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: "Zagona 58’an hemû cureyên tundiyê di nav xwe de dihewîne di nav vê de tundiya siyasî jî heye. Her wiha diyar dike ku ji perspektîfên destpêkê parastin hewandin û şopandin e û girîngiyê dide şopandina jinên tundî li wan dibe lê belê tevî van hemûyan jî tundiya li dijî jinan ji aliyê civaka mêrsalar ve nehatiye rawestandin. Erka hikûmet û civaka sivîl hişyarkirin e, ji bo rê li ber tudiyê bê girtin û zagon werin sepandin. Ez bang li civaka sivîl û rêxistinên jinan dikim ku piştgirî bidin tekoşîna li dijî tundiyê."

‘Ji bêdengiya xwe derkevin, bê tirs gilî bikin’

Heyat El Hilêmî destnîşan kir ku tevî girîngiya zagonan û zêdebûna li ser rûyê erdê nayên pêkanîn û ev yek bingeha xwe ji nebûna îradeya siyasî pêk tê û wiha domand: "Pêkanîna zagonan azadiya jinan misoger dike ji ber ne li dijî tu aliyan e."

Heyat El Hilêmî der barê tundiya dîjîtal jî axivî  û diyar kir ku di dîjîtal medyayê de gelek varan sînor tê derbaskirin û destnîşan kir ku jinên di dîjîtal medyayê de rastî tundiyê tên nizanin dê çawa tekoşînê bidin meşandin. Heyat El Hilêmî bang li jinan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û bê tirs gilî bikin.

Perwerdekirina kesên xwedî pêdiviyên taybet li herêman kêm e

Çalakvana hiqûqî û parêzvana kesên xwediyên pêdiviyên taybet Borawiye El Eqrebî behsa paşguhkirin û cudakariyê ya ku kesên xwedî pêdiviyên taybet li hember dimînin kir û got ku zagonên taybet bi têkoşîna li hember tundiyê behsa rewşa jinên xwedî pêdiviyên taybet û lênêrîna li wan nekiriye ji ber weke beşeke lawaz li wan tê nêrandin û banga girîngiya derbaskirina vê beşê li ber çavan kir.

Her wiha destnîşan kir ku teknîka Braai di sala 1950’î de derbasî Tûnisê bû ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet jê sûd bigrin ku taybet xwe dispêre sîstema xwendin û nivîsandinê ji kesên nabînin û çavên wan lawaz e. Lê belê perwerdekirina kesên xwedî pêdiviyên taybet li hejmarek herêman kêm e.