Çîrokên windayên li kolanên Stenbolê di kodên QR de ye

Dayikên Şemiyê li kolanên Stenbolê bi taybet li derdora Qada Galatasarayê bi kodên QR çîrokên windayan parve kirin.

Stenbol - Dayikên Şemiyê di çarçoveya "30'ê Tebaxê Roja Windakirinên Bi darê zorê" de li kolanên Stenbolê bi taybet li derdora Qada Galatasarayê çîrokên windayan bi kodên QR parve kirin.

Di kodên QR de Salîh Bozîşik ê di sala 1936'an de bi darê zorê hat windakirin, Alî Kayahan, Hayrettîn Eren, Nurettîn Yedîgol ê di navbera salên 1973-1995'an de bi zorê hat windakirin, Silêman Cîhan, Mustafa Asım Hayrullahoglû, Maksut Tepelî, Yusuf Erîştî, Huseyîn Toraman, Ayhan Efeoglu, Husameddîn Yaman, Soner Gul, Halil Alpsoy, Hasan Gulunay, Ali Kırlangiçli, Erdoğan Şakar, Ali Efeoğlu, Behçet Cantürk,  Recep Kuzucu, Cuneyt Aydınlar, Fevzi Aslan, Salih Aslan, Savaş Buldan, Adnan Yildirim, Haci Karay, Lutfiye Kaçar, Îsmaîl Bahçecî, Rıdvan Karakoç, Hasan Ocak, Fehmî Tosun û Çîrokên Duzgun Tekin cîh digire.

Her wiha Dayikên Şemiyê xebatê afîşa pirsa "Me windahiyên Stenbolê ji bîr nekir", "Windayên me çi bû?"  jî kirin.