'Çi dibe bila bibe dê xeta aştî û demokrasiyê serbikeve'

Rojnemevan û hiqûqnasên li Kantona Kobanê binçavkirinên rojnameger, siyasetmerdaran ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nirxandin û gotin, “Çi dibe bila be dê xeta aştî û demokrastiyê serbikeve.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê amadekariyên hilbijartinên serokomariyê û parlamenteriyê yên ku di 14'ê Gulanê de pêk werin, berdewam dikin. Di çarçoveya hilbijartinan de dewleta Tirk dest bi operesyona qirkirina siyasî kiriye ku siyasetmedar, çapemeniya azad, hiqûqnas, hunermend û hwd. hedef digre. Têkildarî operasyona qirkirina siyasî ku di encamê de bi sedan kes rastî binçavkirinê hatin û hê jî tên, ajansa me helwesta rojnamevan û parêzerên li kantona Kobanê girt.

'Polîtîkeyên AKP'ê bi hilbijartinan re eşkeretir dibin'

Rojnamevan Dîcle Ehmed bi giştî êrîş û kiryarên ku bi rasthatina hilbijartinan nirxand û wiha got: "Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ber bi hilbijartinên parlamenter û serokomariyê ve diçin, ji ber vê di vê pêvajoyê de gelek bûyer ango rastî xwe didin der. AKP jî bi kiryarên xwe tê naskirin, ji ber vê êrîşên bênavber li ser xaka Kurdistanê û heta li tevahî Rojhilata Navîn jî pêk tîne. Cihekî stratejîk li kîjan deverê hebe, hikûmeta AKP'ê xwe digihîjîne wir. Lê bi rasthatina hilbijartinan, ev polîtîka diyartir dibin. Rejîma AKP'ê ji bo bikaribe di van hilbijartinan de bi serkeve hewl dide bi riya dijwarkirina êrîşan, binçavkirin, qirkirina siyasî hinek destkeftiyan bi dest bixe. Li ser vê bingehê di vê demê de êrîşên cur be cur pêk tên, bombebaranên bi balafirên bê mirov li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên Başûrê Kurdistanê, binçavkirina rojnamevan, siyasetmedar, hiqûqnas û welatparêzan li Bakurê Kurdistanê."

'Dewleta tirk polîtîkeyên taybet û bi zanebûn li hemberî çapemeniya azad pêk tîne'

Di van mehên dawî de bi dehan xebatkarên çapemeniyê û rojnamevan hatin binçavkirin. Der barê vê mijarê de Dîcle Ehmed bertek nîşan da û wiha got: "Girtina rojnamevanan û astengkirina karê wan, ji aliyê rejîma AKP'ê ve ne tiştekî nû ye. Polîtîkeyên AKP'ê yên li hemberî xeta ragihandina azad û demokratîk bi salan e heye. Di serhildan û şoreşên gelê Kurd e, rojnamgeriya Kurdî roleke mezin lîst. Çapemeniya me li Kurdistanê û li derveyî welat jî bênavber dixebite da ku rastiya hişmendî û kiryarên rejîma AKP'ê derxe holê. Di vê mijarê de ragihandina me gavên girîng avêt ku hovîtî, faşîzm e û polîtîkeyên hikûmeta Erdogan ên li ser gelan û Kurdan avêt. Ji ber vê heger îro rojnamevan, siyasetmedar û hwd. tên girtin, ev ne mijareke nû ye ji ber ku rastiya AKP'ê ev e. Ji ber vê di her operasyoneke qirkirina siyasî de, rojnamevan jî bi qasî siyasetmedaran kiryaran dijîn. AKP ji kar û xebatên çapemeniya dijber ditirse, ji bo ku bi rasthatina hilbijartinan rastiya xwe ji civakê veşêre rojnamevanan digre. Her wiha ji bo ku serkeftina xwe misoger bike, siyasetmedaran digre."

'Ji bo eşkerekirina rastiya rejîma Erdogan em ê bênavber bixebitin'

Rojnamevan Dîcle Ehmed destnîşan kir ku ew ê jî rola xwe di eşkerekirina kiryarên AKP/MHP'ê de bilîzin û got: "Hilbijartinên 14'ê Gulanê wê nexşeriya nû ya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn diyar bike. Ji ber vê an wê ev hilbijartin bibin bingeha serkeftina xeta aştî û demokrasiyê, ango berdewamkirina hişmendiya qirker û faşîst. Ev bijare jî di destên gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de ye. Ji bo vê bangawaziya me ew e ku bikaribin bi zanebûn û têgihîştina pêşerojeke aram û demokratîk biçin ser sindoqên hilbijartinê. Dema ku dengê xwe bidin divê bûyerên ji ber hişmendiya AKP'ê jiyane bînin bîra xwe û wiha namzedan hilbijêrin. Bi taybetî jî em weke rojnamevan helwesta me diyar e heger hemû dezgehên me yên çapemeniyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî werin girtin, em ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hemû deverên din ên Kurdistanê rastiya rejîma Erdogan eşkere bikin. "

'Binpêkirina hevpeymanên navdewletî di pêvajoya hilbijartinan de zêde bûn'

Li aliyê din parêzer Rewşen Hacim behsa binpêkirinên dewleta tirk kir û wiha axivî: "Dewleta tirk bênavber kesên di nava civakê de xwedî hêz in binçav dike, weke siyasetmedar, rojnamevan, hiqûqnas û hwd. Ev binçavkirinên ku di van rojan de zêdetir bûne, di asta yekê de hevpeyman û rêgezên parastina mafên mirovan binpê dike. Hevpeyamana navdewletî ya mafê sivîl û siyasî heye ku her kes dikare nêrînên xwe yên siyasî bi rengekî xwezayî, bêyî ku rastî gef û îşkenceyê were, bîne ziman. Mirov dikare bi dehan hevpeymanên navdewletî yên ku binpêkirinên dewleta tirk teqez dike, bi lêv bike. Lê li Tirkiyeyê kes nikare bi rengekî serbest û azad nêrînên xwe yên siyasî bîne ziman an jî rojnamevanek nûçeyeke li dijberî rejîma serdest çêbike. Ji ber ku yekser tê binçavkirin û sûcên cur be cur li wan tê barkirin. Ev rewş di vê demê de zêdetir bûye ji ber ku tê zanîn hilbijartin li dar in û AKP dixwaze biserkeve. Kesên tên girtin jî bandora wan yekser li encamên hilbijartinan heye, ji ber vê Erdogan dixwaze van beşên ku astengiyê di serkeftina wî de çêdikin ji holê rake."

'Dê encamên hilbijartinan bandorê li Rojhilata Navîn û cîhanê bike'

Rewşen Hacim têkildarî encama ji ber hilbijartinên 14'ê Gulanê derkeve, got ku wê xeta aştiyê û demokrasiyê diyar bibe û wiha domand: "Em weke kesayetên hiqûqnas bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku bikaribin hişyarî ango hesab ji dewleta tirk bixwazin ji ber ku hevpeyan û zagonên wan bi rengekî eşkere tên binpêkirin. Kesên hatine binçavkirin mafê wan heye ku beşdarî hilbijartinan bibin, dengê xwe bidin û çavdêriyê jî bikin. Lê li Tirkiyeyê mafê herî normal jî tê binpêkirin, ev hilbijartin jî ji bo gelê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derfeta guhertina vê rewşê ye. A niha her kes li benda encamên hilbijartinan e, ne tenê Kurd lê belê Rojhilata Navîn û cîhan jî. Ji bo vê heger kesên di nava civakê de bi bandor werin girtin jî divê ku gel destek bide hev û cihê wan vala nehêle. A niha hikûmeta AKP'ê bûye çavkaniya alozî û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, têkçûna vê hişmendiyê tê wateya vekirina riya çareseriyê."