Çalakvanên Filistînê komkujiya li ser nexweşxaneyê şermezar kirin

Çalakvanên mafên mirovan ên Filistînê komkujiya li Nexweşxaneya El- Mamedanî a ku di encamê de bi sedan sivîl hatin qetilkirin şermezar kirin û daxwaza destwerdana lezgîn û parastina lezgîn ji bo gelê li zîvala Xezayê kirin.

NAGHAM KARAJEH 

Xeza - Femînîst û çalakvanên mafên mirovan bertek nîşanî komkujiya li nexweşxaneyê dan û diyar kirin ku hedefgirtina Nexweşxaneya El Mamedani (el-Ehli Baptist) û bombekirina sivîlan sûcekî şer e. Her wiha gotin ku li dijî  mirovahîyê û li gorî qanûnên navneteweyî û mirovî, pêwîst e lêpirsîn li Îsraîlê were vekirin û were cezakirin. Çalakgeran bang kirin ku divê welatên Ereb xwedî helwest bin û ji bo rawestandina dijminatiya li dijî gelê Xezayê bikevin nava hewldanan.  

‘Divê ev sûc neyê jibîrkirin’

Çalakvana feminist Xedîce Selam wiha got: “Êrîşa ku roja sêşema borî li ser nexweşxaneya Baptist hat kirin û hedefkirtina sivîlan sûcê herî mezin û karesateke li dijî mirovahiyê ye, bû sedema kuştina gelek sivîlan. Her wiha teqez kir ku ev tewanek e divê neyê jibîrkirin û lêpirsîn der heqê vê êrîşê da were vekirin lewre ev êrîş bi plan hatiye kirin.”

Xedîce Selam di berdevamiya axaftina xwe de êrîşa Israîlê ya li ser jin, zarok û gelê Filistînê şermezar kir û wiha berdevam kir: “Ev êrîş û qetilkirina hemû kesên li wê derê, tê wateya qetîlameke gîştî û ev yek nayê qebûlkirin, Îsraîl dixwaze hemû kesan ji warê wan derxe û wan dûrî axa wan bike her wiha bi bikaranîna çekên qedexekirî hemuyan qir bike.”

Xedîca Selam bal kişand ku ev êrîş peymanên navdewletî û mirovî ye û binpêkirina nirxên bingehîn ên mirovî ye.

‘Welatên Ereb pêwîst e bi hev re biryarek bigrin’

Xedîce Selamî bang li civaka navdewletî kir ku rola xwe ya yasayî û mirovî bi cih bîne û yekser destwerdanê bike ji bo rawestandina van komkujî û jenosîdên hovane yên li dijî sivîlên bêguneh. Xedîce Selamî got: “Parastina lezgînî ji wan re pêwîst e. Ez bang li welatên Ereb dikim ku helwesta xwe bikin yek û biryarek bilez derbixin. Divê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo rawestandina vê êrîşa hovane bi lezgînî bikeve nava tevgerê.”

‘Îsraîl bi şerê li Xezayê nirxên mirovî binpê dike’

Parêzer û çalakvana mafên mirovan Rena El- Hedad piştrast kir ku Îsraîl bi şerê xwe yê li ser Xezayê nirxên hiqûqa navneteweyî binpê dike û tu cudahî nexistiye navbera şervan û sivîlan.

Rena El- Hedad diyar kir ku êrîşên Îsraîlê yên li ser gelê Filistînê bi awayekî eşkere li dijî hiqûqa însanî ya navneteweyî ne, ji ber vê yekê divê Îsraîl li gorî qanûnên navneteweyî were cezakirin û hesab jê were xwestin. Her wiha diyar kir ku  ji bo parastina sivîlan û  mafên mirovan divê xebatên navneteweyî bên zêdekirin.

Rena El- Hedad di dawiya axaftina xwe da bal kişand ser asta metirsiyêm şerê ku diqewime û wiha got: “Şerê ku berfireh bûye civaka navdewletî neçar dike ku dest ji standardên dualî û yên veguhêz berde û dest bi pêkanîna zagonên mafên mirovan bike. Pêwîstiya me bi lezgînî bi parastin û xwedîderketinê heye.”