Çalakvana Kurd Perwîn Edwarî 2 hefte ye di hucreya yek kesî de tê girtin

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku du hefteye jina Kurd a çalakvan Perwîn Edwayî 2 hefte ye li girtîgeha Sine di hucreya yek kesî de tê girtin û Wezareta Îtilaetê ya Îranê rê nade bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike.

Navenda Nûçeyan – Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê têkildarî rewşa jina Kurd Perwîn Edwarî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye girtin peyamek belav kir. Torê eşkere kir ku jina Kurd a bi nave Perwîn Edwayî ev nêzî 2 hefteye ji aliyê Wezareta Îtilaet ya Îranê ve li bajarê Merîwan hatiye binçavkirin. Edwayî birine girtîgeha Sine li hucreya yek kesî hatiye girtin.

Her wiha Torê ragihand ku rê nayê dayîn ku Perwîn Edwayî li gel malbat û parêzerên xwe hevdîtinê bikin. Torê diyar kir ku heta niya ti agahî li ser tometên li Perwîn Edwayî hatine arastekirin ne xwedî agahî ne.