Çalakiya nobetê ya Mexmûrê bi koma 11’emîn didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewirgirtina koma 11’emîn didome.

Mexmûr- Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin, bi koma 11’emîn didome.

Çalakî şevê din ji aliyê koma 11’emîn ve hat dewrgirtin. Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo tevayî şehîdên Tevgera Azadiyê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 10’emîn Dilvîn Geverî daxuyanî da.

‘Bi berxwedana gêrîla û gel hesabên komlogeran vala derket’

Dilvîn Geverî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wek gelê wargeha penaberan a Mexmûrê soza bilindkirina ala şehîdên azadiya Kurdistanê didin û got: “Di Kurdistanê de 40 salan zêdetire şerek bê sînor û qirêj li ser gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Encamên tirsa komploger, îxanetkar têde jiyan dikin di neçariyên xwe de li ser Rêber APO tecrîdê giran dikin. Dixwazin dinav Rêbertî û gel de cudabûnek çêbikin da ku Rêbertî bêdeng bihêlin. Hesabên li ser Rêber APO û şoreşa Kurdistanê tên kirin di serî de berxwedana gêrîla, herwiha xwedî derketina gel van hesabên komplogeran vala derxistin. Nêzî du salan zêdeye tu agahî ji Rêbertî nayê standin. Ji bo wê yekê jî em gelê Kurdistanê û gelê azadîxwaz di hemu qadan de li hemberî tecrîda li ser heyî qebûl nakin. Ji bo wê tecrîdê bişkînin pêkanîna hemu cure çalakiyan rewa ye. Roja ku em îro têde jiyan dikin, di hemu aliyan de êrişên dijwar hene. Şerê qirêj bi şerê taybet di Kurdistanê de bi destê îxanetkaran tê meşandin.

‘Emê tecrîda girankirî ya tê meşandin bi şerê gelê şoreşgerî bişkînin’

Tecrîda ku li ser Rêbertî herku diçe girantir dikin. Di hemu aliyan de di nava hewldanên qirêj de ne. Li hember vê roj bi roj çalakiyên ji bo fîzîkî azadiya Rêber APO li seranserî cîhanê mezin dibe, deng dide û bi taybet nava giştî gelan de xwedî derketinek mezin heye. Li hember vê roja meya îro de komloger di dema xwe ya bêhêz dene, hikumeta faşîst dewleta Tirk her çiqas ji vê tecrîdê re pêşengî bike jî em vê dizanin ku faşîzm ji du tiştan ditirse, yek ronahiye ya din jî deng e. Em Gelê Kurd bi hemu gelên azadîxwaz û şoreşgeran re li derdora Rêber APO hem bune deng hem bune ronahî. Ji bo vê yekê jî faşîzm di kesayeta AKP-MHP di nava tirsek mezin deye û dema xwe ya herî neçar dene. Peymana şoreşa Kurdistanê ya bi gelan re hêviyên mezin dane ava kirin an azadî an azadî. Bi vê peymanê emê tecrîda girankirî ya tê meşandin bi şerê gelê şoreşgerî bişkînin û bi Rêbertiya xwere azad jiyan bikin.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok APO’ bi dawî bû.