Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi koma 43’emîn didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bi dewirgirtina koma 43’emîn didome.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin, bi dewirgirtina koma 43’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 42’emîn Hevşaredara Wargehê Fatma Bîlen axivî.

‘CPT ji rewşa Rêbertî berpirsyar e’

Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li girava Îmralî silav kir û got: “Li herderê cîhanê, Kurdistanê, li girtîgehan û wargeha me mirovên ku dilê wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî lê dide li ser linganin û dinava çalakiyan de ne. Ruxmê ewqas çalakiyan jî em agahî ji Rêbertî nagirin. Em bang li hemu mirovên ku mafê mirovan diparêzin dikin ku bi erk û berpirsyartiyên xwe rabin. Ev du carin li Gemlîka Bursayê erdhej rû dide û sê salin bi tu şêweyî em agahî ji Rêbertî nagirin, ji vê rewşê wek gelê Kurd em dinava gumanan de ne. Em bang li CPT ya Ewrupa dikin ku bi bêdengiya xwe ya li hemberî pêkanînên dewleta Tirk û hevkarên wî, ji rewşa Rêbertî berpirsyarin. Em wek gelê Kurd van nêzîkatiyên li hemberî Rêbertî em tu caran qebûl nakin. Heta ku Rêbertiya me bi fîzîkî azad nebe emê çalakiyên xwe berdewam bikin.”

Merasîma dewgirtinê bi dirûşmeyan bi dawî bû.