Çalakiya nobetê didome: Em tu caran xeta Rêber Apo bernadin

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewrgirtina koma 25’emîn didome.

Mexmûr - Li Saziya Malbatên Şehîdan ya wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya Nobetê hatibû destpê kirin. Çalakiya nobetê bi dewrgirtina koma 25’emîn didome.

Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 24’emîn Roj Yildiztan axivî.

Roj Yildiztan diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi tecrîdê gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hevdu qut bike û wiha got: “Ev sê salin bi tu şêweyî em agahî ji Rêbertiya xwe nagirin. Em êrişên li ser ciwanan, jinan û tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî tê meşandin şermezar dikin. Heta ku Rêbertiya me bi fîzîkî azad nebe emê bi şêweyên cur be cur çalakiyên xwe bidomînin. Herî dawî jî cezayek din ê disiplînê li ser Rêbertî ferz kirin em vê yekê ji şermezar dikin. Em tu caran ji xeta azadî, şehîd û xeta Rêber APO gav paşde nadin. Em bang li ciwan, bav û dayîkan dikin ku li her deverê cîhanê bi çalakiyên xwe û bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ li ser lingan bin û tevbigerin.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyan bi dawî bû.