5 hezar û 700 jin bi nameyan daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan kirin

Kongra Star a kantona Hesekê bi daxuyaniyekê anî ziman ku hemleya komkirina nameyan bi dawî kir. 5 Hezar û 700 jinên ji kantonê bi nameyên xwe daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman.

Hesekê – Di 10 Cotmeha 2023’an de hemleya azadî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û çareseriya siyasî ji bo doza Kurd hat îlankirin. Yek ji rêzeçalakiyên hemleyê komkirina nameyan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan  bû. Îro Kongra Star a kantona Hesekê bi daxuyaniyekê komkirina nameyan bi dawî kir. Hezar û 700 jinên ji kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nameyên xwe daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman.

Daxuyanî li gulistana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a taxa Nasra ji aliyê berdevka Kongra Star a kantona Hesekê Rîma Îsa ve bi zimanê Kurdî û Endama Rêveberiya Kongra Star Xalîde Botî ve bi zimanê Erebî hate xwendin.

‘Têkoşîna jinan li dijî bêdengiya rêxistinên mafên mirovan deng vedide’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Me gelek name ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan nivîsandin. Ew name bawerî, hest û daxwazên azadiya Rêber Ocalan, azadiya jinan û civakê û bilindkirina asta têkoşînê  ji aliyê jinan ve hat dayîn. Di nameyan de soza bilindkirina asta berxwedanê û belavkirina fikir û felsefeya Rêber Ocalan hat nûkirin. Ji ber ku vê felsefeyê jiyana jinan zindî kir û gelek guhertinan bi xwe re anî felsefeya Rêbertî ji bo tevahî jinan çareseriya bingehîn. Bi saya wê hemû pirsgirêk û şer dikarin werin çareserkirin. Ev name bi hestên jinên welatparêz û baweriya bi felsefeya Ocalan hatine nivîsandinn. Di nameyan de behsa berxwedan, îrade û hêza ku Rêbertê di kesayeta jinan de ava kiriye hatiye kirin. Rêxistinên mafên mirovan bêdeng in lê îro têkoşîna jinan alternatîfa wê bêdengiyê ye û bûye dengê şoreşê û têkoşîna ber bi azadiyê ve.”