Ji jinên Efrînî berteka UNICEF’ê: Divê bi erkên xwe rabe

Endama Komîteya Jinan a Desteya Şaredariya Gel a Efrîn-Şehbayê Nisrîn Çawîş got ji aliyê UNICEF’ê ve qutkirina avê wê felaketeke mezin bi xwe re bîne. Jinên li kampan jî bertek nîşanî UNICEF’ê dan.

HESNA MIHEMED

Şehba – Dewleta Tirk di 18’ê Adara 2018’an de Efrînê dagir kir. Xelkê Efrînê yên ji ber êrişan koç bûn berê xwe dan Şehbayê. 6 sal in li Şehbayê him li dijî êrişên dewleta Tirk û him jî li dijî rêgirî û ambargoya hikûmeta Şamê li ber xwe didin. Tevî vê yekê jî rêxistina UNICEF’ê ya cîhanî di 15’ê Sibatê de avê ji ser gund û wargehên koçberiyê yên kantona Şehbayê bi temamî qut kir. Qutkirina avê re li ser kampên koçberiyê, felaketek mezin wê bi xwe re bîne û gelek nexweşî wê di nava gel de çêbibin. Li gorî derfetên heyî û kêm jî dîsa Rêveberiya Xweser avê li ser kampan belav dike lê ava ku li Şehbayê peyda dibe ne guncav e ji bo vexwerinê.

Der barê qutkirina avê de endama Desteya Şaredariyên Gel û jinên li wargehan dijîn ji ajansa me re axivîn.

'Divê ava vexwarinê li ser koçberan neyê qutkirin'

Endama Komîteya Jinan a Desteya Şaredariyên Gel Efrîn-Şehbayê Nisrîn Çawîş behsa xeteriya qutkirina avê ji aliyê UNÎCEF’ê ve kir û got: "Ev bû 6 sal em li Şehbayê berxwedana xwe ruxmî zor û zehmetiyan didomînin. Rêxistina UNICEFê ya cîhanî avê li koçberên Efrînê belav dikir. Beriya vê demekê li ser gund û navçeyên kantonê kêm kir. Di van demên dawî de li ser kampên koçberiyê bi temamî qut kir. Ava ku li Şehbayê jî tê peydakirin ne guncav e ji vexwerinê, herêm jî di dorpêçê de ye, em nikarin vê avê bi tendirust bikin û li gel belav bikin. Ji ber neçariyê em ava heyî li Şehbayê ji bo kampan tijî dikin ji bo ku gel berxwedana xwe berdewam bike. Em hewl didin bîrên avê bikolin û pirsgirêkên avê çareser bikin. Dîsa em bang dikin ku rêxistina UNICEF’ê careke din li xwe vegere û avê ji koçberan re bîne, ji ber wê felaketek mezin bi xwe re ava bike ger av li ser koçberan bê qutkirin."

‘Divê bi erkê xwe rabin'

Zeyneb Cemîl ku li wargeha Serdem a navçeya Ehdasê bi cih bûye diyar kir ku rewşa kampan cuda ye û ger av neyê peydakirin wê gelek nexweşî di nava wargehê de belev bibin û wiha got: "Em di nava dorpêçê de dijîn û berxwedana xwe didomînin, di ser de jî rêxistina UNICEF’ê avê li ser me kiriye. Bi vê siyasetê dixwazin koçberên Efrînê bên tunekirin, aliyekî dorpêç, aliyekî êrîş. Qutkirina ava paqij a vexwarinê ji ser kampan wê gel bixe nava xetereke mezin. Jixwe jiyana wargehan ne bi tendirust e û tê de kesên bi temen mezin û zarok jî hene wê nexweşî zêdetir bibin ger ava paqij venexwin. Li şûna ku alîkariya koçberan bikin zextên li ser wan zêde dikin. Ava heyî ne paqije, ji tendirustiya mirovan re jî nebaş e. Divê rêxistinên cîhanî bi erkên xwe yên mirovî rabin xwedî li koçberan derkevin."

'Xwedî li erkên xwe derkevin'

Henîfa Saeîd a ku li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê bi cih bûye diyar kir ku divê rêxistina UNICEF’ê avê li ser koçberan qut neke û xwedî li erka xwe derkeve û got: "UNICEF’ê destpêkê av ji me re dianî lê di van demên dawî de ew av jî hat qutkirin. Dewleta tirk êrîşî me dike, hikumeta Şamê dorpêçê li ser me ferz dike. Her wiha rêxistina UNICEF’ê avê qut kiriye. Em di warên koçberiyê de zor û zehmetiyên herî mezin û dijwar dikşînin. Em dixwazin ava rêxistinê careke din bê ji ber ava ku li cem me nayê vexwarin û nebaş e ji tendirustiyê re. Her çendî Rêveberiya Xweser alîkariya me dike jî dîsa em zehmetiyan ji ber dorpêçê dikşînin. Rêxistina UNICEF’ê rêxistineke cîhanî ye û divê xwedî li erka xwe ya ji bo koçberan derkeve."