EURO Med: Delîlên heyî îsbat dikin ku Îsraîlê mirovên li benda alîkariyê qetil kiriye

Euro-Med’ê, encama ewil a lêkolîna ku têkildarî li Xezayê zêdetirê 100 sivîl dema li benda alîkariya mirovî bûn hatin qetilkirin, bi awayekî nivîskî ragihand.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê ji 7’ê Cotmehê vir ve didomin. Li gorî daxuyaniya dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê hejmara kesên di encama êrîşên li dijî Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bûye 30 hezar û 228 û hejmara birîndaran jî bûye 71 hezar û 377.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Ewropayê-Medîterrane Euro-Med ku navenda wê li Cenevreyê ye, encama ewil a lêkolîna ku têkildarî li Xezayê zêdetirê 100 sivîl dema li benda alîkariya mirovî bûn hatin qetilkirin, ragihand. Di daxuyaniyê de ev hat diyarkirin “lêkolîn piştrast dike ku di encama gulebarana artêşa Îsraîlê de bi dehan sivîlên Filistînî jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.”

Êrîşê kesên li benda alîkariyê bûn kir

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îsraîlê vîdyoyek ku ji hewayê ve hatiye kişandin û hatiye montajkirin weşandiye û bi îdiaya ku mirina hejmarek zêde sivîlan; “ji ber îzdîham û ketina bin linga pêk hatiye” hewl dide xwe ji vê hovîtiyê xilas bike û hate diyar kirin êrîşek giran li dijî komên sivîl ên Filistîneyê ku hewl didan alîkariya mirovî bigrin pêk aniye. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser 4 delîlên ku piştrast dikin artêşa Îsraîlê sivîl qetil kirine û hat diyarkirin ku ya yekem ji wan delîlan, şopên birînbûnê yên li ser bedena mirî û birîndaran e.

115 kesan jiyana xwe ji dest dabûn

Hat diyarkirin ku delîlên duyemîn jî dîmenên artêşa Îsraîlê belav kirine ne û artêşa Îsraîlê bi zanebûn vê rewşê veşartiye û hat diyarkirin ku hatiye tesbîtkirin dengê ku di dema hedefgirtina sivîlan de hatiye bihîstin, ji çekek otomotîk a ku artêşa Îsraîlê bi kar tîne derketiye

Îsraîlê, li dijî kesên li Xaçeriya Nablusî ya li başûrê Xezayê li benda alîkariyên mirovî bûn, êrîş pêk anî û di encamê de herî kêm 115 kesan jiyana xwe ji dest dan.