5’emîn salvegera êrişên dagirkerî ya li ser Efrînê li Silêmanî hat şermezarkirin

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê bi dirûşmeya ‘Na ji bo dagirkeriya dewleta Tirk, Bijî berxwedana gelê Efrînê’ çalakî li dar xist.

Silêmanî – Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûr bi boneya salvegera 5’an a êrişên dagirkirina Efrînê dûh li salona Mîlano ya Silêmanî bi amadebûna nûnerên sazî û partiyan, bi tevlîbûna dehan kesî çalakiyek li dar xist.

Beriya ku merasîm destpê bike ji bo tekoşerên ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hat girtin.

Di merasîmê de sînevîzyonek li ser talan û êrîşên dewleta Tirk û berxwedaniya gel hate nîşandan. Di çalakiyê de li ser navê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmanî Evîn Swêd axivî û got: “Gel li beramberî êrîşên dewlete Tirk bêdeng nebûn û xwe parastin. Piştî dagirkirina Efrînê, dewleta dagirker ya Tirk û çeteyên wan gelek kiryarên dij mirovane dikin, bi dehan jin hatin kuştin, revandin û heta niha jî çarenûsa wan ne diyar in.”

‘Li Efrinê hemû kiryarên dij mirovane li ber çavê cîhanê tê kirin’

Li ser navê Bereya Piştevaniyê ya bi Rojava re Simko Reşîd jî peyama xwe da û wiha got: “Ji dagirkirina Efrînê heya îro dewleta Tirk û çeteyên wan kuştin û revandina Kurdan berdewam dike, ev hemû jî li pêş çavê cîhanê û netewên yekbûyî dike. Ew dewletana jî ji ber berjewendiyên xwe dûrî exlaq û mafê mirovan nêzî rewşê dibin.”

‘Jin bi pêşengiya YPJ’ê li Efrînê li ber xwe dan’

Endema Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê Zehî Elreşîd wiha got: “Di nava her êrîş û dagirkeriyê de herê zêde jin û zarok jê zirar dibîne. Di êrîşên dewleta Tirk de bi heman awayî bû, lê belê jinan berxwe dan, berxwedaniya Efrînê bi pêşengiya YPJ û jinan li her çar parçeyên Kurdistanê rê ve çû.”

‘Em rê nadin ku dagirkerên Tirk kiryarên xwe bidomîne’

Ronahî Sine yek ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye der barê berxwedanî û dagirkirina Efrînê axîvî û wiha got: “Yek ji sedemê êrîşên li ser Efrinê, dewlemendbûna erdnigariya wê ye. Em weke gelê kurd edî rê nadin ku dewleta Tirk a dagirker kiryarê xwe bidomîne.”