Werzîşvanên jin ên Hindistanê li dijî tacîza zayendî çalakî lidar xistin

Li Hindistanê pêlevanên jin ên jinan, diyar kirin ku serokê federasyonê û antrenoran tacîza zayendî pêktînin û çalakiya rûniştinê lidar xistin.

Navenda Nûçeyan - Duh werzîşvanên jin di qada pêlavê ya Delhî ya Nû ya paytexta Hindistanê çalakiya rûniştinê li dar xistin, diyar kirin ku serokê federasyonê û antrenoran êrîşa tacîza zayendî pêktînin.Ji jinên ku ji bo şermezarkirina tacîza zayendî û bi daxwaza dawî anînê li hev civiyan re, pêlevanên jin Vinesh Phogat û Sakshi Malik ku li welat tên naskirin jî pêşengî kir. Her wiha di çalakiya ku pêlevanên mêr jî piştgirî dan de, nêzî 200 kes hatin li hev civiyan û li ber avahiya parlamentoyê çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Xwestin kiryarên tacîzê ji kar werin girtin

Pêlevanên jin ên çalakvan xwestin Serokê Federasyona Pêlevan ya Hindistanê (WFI) Shri Brijbhushan Sharan Singh û antrenorên mijara gotinê ji kar bên dûrxistin. Li ser navê çalakgeran Vinesh Phogat ya du caran bû şampiyonê cîhanê daxuyanî da. Di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 10 heta 20 pêlevanên jin rastî tacîza zayendî hatine. Vinesh Phogat ku navên jinên rastî tacîza zayendî hatine eşkere nekir, diyar kir ku ger bi serokwezîr û wezîrê navxwe ya welat re hevdîtin pêk bînin dê navan eşkere bikin.

Ger parastin neyê kirin dê karûbarên hiqûqî bê destpêkirin

Serokê Federasyona Guleşta Hindistanê (WFI) Shri Brijbhushan Sharan Singh ku tekildarî mijarê daxuyanî da çapemeniyê, îdiayên tacîza zayendî red kir, Wezareta Ciwan û Sporê ya Hindistanê jî ji federasyonê xwest der barê mijarê de daxuyanî bide û da zanîn ku ger parastin neyê kirin dê karûbarên hiqûqî bide destpêkirin.