Cerdevanê ku êrîşa zayendî li zarokekê kiribû hat berdan

Li bajaroka Dêrahînê ya Qilebanê cerdevanê bi navê Ç. B. yê êrîşa zayendî li zarekê kiribû hat berdan. Zaroka ku xistin di bin parêzvaniyê de, ji bo mamosta li ser bûyerê bigre hat zanîn ku gef lê hatiye xwarin.

Şirnex – Hat zanîn ku zaroka 14 salî ku xwendekara dibistana amadeyî ye, di 9'ê çileyê de li bajarokê Dêrahînê ya girêdayî navçeya Qilêban a Şirnexê ji aliyê Cerdevan Ç. B. ê ku xizmê zarok e, rastî êrîşa zayendî hat.

Li gora Nûçeya ajansa Mezopotamya bûyer piştî ku zarok tiştên ku jiyan kiriye ji mamosteyê xwe yê dibistanê re vedibêje, derket holê. Piştre mamosteyên ku bûyerê dibihîzin zarokê dibin qereqolê. Zarok dibêje cerdevanên ku mirovê wan Ç.B. êrîşî wê kiriye û tundîtûjî li beramber bi karaniye. Zarok diyar kir ku cerdevan Ç.B madeya hişbir dayê û piştre êrîşa zayendî pêkaniye.

Li ser gotinên zarok cerdevan Ç.B hat binçavkirin û piştî îfadeyê sewqî edliyê kirin bi îfadeya li dozgeriyê Ç.B bi şertê kontrola edlî hate berdan. Midûriyeta Malbat û Polîtîkayên Civakî, zarok ji malbatê girtin û xistin bin parastinê.

Dixwazin ser bûyerê bigrin

Xizmeke zarokê wiha behsa bûyerê kir: “Piştî îfadeya zarok li qereqolê hat girtin, cendirme ji bo Ç.B. binçav bikin çûn mala wî. Lê belê ewilî xwe veşart, piştre li mala xwe ji aliyê cendirmeyan ve hat girtin. Piştî ku hat binçavkirin birin Edliyeya Qilebanê. Serdozgeriyê ew bi şertê kontrola edlî berda û dawî li cerdevantiya Ç.B. hatiye anîn.”

Hat zanîn ku bavê wê jî cerdevane, bav hewil dide ku keça wî giliyê xwe paşve bikişîne û hat zanîn ku di vê derbarê de gefê li mamaosta jî dikin.