3 mehên li Misirê: Herî kêm 51 qetilkirina jinan û mirinên bi guman

Li gorî daneyên United Nations Office on Drugs and Crime û UN Women, li Misirê di 3 mehên destpêke yên sala 2023’an de 51 jin hatine qetilkirin ango bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Bi netewperestî û zayenparêziya ku li seranserê Rojhilata Navîn bi polîtîkayên mêr-dewletê ve tê kûrkirin, qetilkirina jinan û tundiya li dijî wan zêde dibe. Jin ji ber sedemên malbatî û civakî ji aliyê mêrên herî nêzî xwe tên qetilkirin.

Yek jî welatên ku rojane jin tundiyê dibînin û tên qetilkirin jî Misir e. Li gorî daneyên United Nations Office on Drugs and Crime û UN Women, li Misirê di çaryeka sala 2023’an de 51 jin hatine qetilkirin. Ji wan jinan ji sedî 92,1 hatine qetilkirin û ji sedî 7,9 jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daneyan jin ji ber nakokiyên malbatî, encamên faktorên aborî, bidestxistina milk, barê aborî, di bin navê namûsê de û bi sedemên nediyar, ji aliyê mêrên herî nêzî xwe wek endamên malbata xwe, hevjînên xwe, xizmên xwe, heval, cîran û kesên nenas ve hatine qetilkirin.