10 sal cezayê girtîgehê li du çalakvanên Behaî hate birîn

Dadgeha Îstînafê ya Tehranê cezayê 10 sal girtîgehê li du çalakvanên Behaî Mahoş Şehriyarî û Ferîba Kamalabadî birî.

Navenda Nûçeyan – Dadgeha îstînafê ya Tehranê hukmê 10 sal cezayê girtîgehê li Mahoş Şehriyarî û Ferîba Kamalabadî ku welatiyên Behayî ne di girtîgeha Evînê de tên girtin birî. Li gorî nûçeyan, du welatiyên Behayî yên ku li girtîgeha Evînê girtî ne bi tometa “damezrandin û birêvebirina koma bi armanca li dijî ewlekariya neteweyî” ji aliyê şaxa 36’emîn a Dadgeha Îstînafê ya Tehranê ve hatibûn girtin.

10 sal cezayê girtîgehê, 2 sal qedexeya derketina derve, 2 sal cezayê qedexeya rûniştinê li Tehranê, 2 sal qedexekirina çalakiyên di nav komên civakî de û desteserkirina mal û milk, telefonên destan, kompîtur û amûrên din ên hat bîrin.

Ji destpêka îdianameyê ve heta parastina dadgehê hemwelatiyan bi tundî red kiribûn diyar kirin ku îdianame tenê bi gotineke siyasî ya îdeolojîk hatiye amadekirin.