Portreya Rojê: Sembola berxwedana Cezayîrê Djamila

Şoreşgera Cezayîrê Djamila Boupacha weke jinek bi hêz li hemberî dagirkeriya Fransayê têkoşiya. 20 salî tevli eniyên rizgariya neteweyî ya Cezaîrî bû, di eniyên pêş de cih girt û li hemberî dezgehên îskenceya herî giran û giyotînê vînek mezin nîşan da

Navenda Nûçeyan - Di sala 1930’an de êrîşên Fransayê li ser Cezayîrê bi hinceta bêmafîkirina nûnerek Cezayîrê li hemberî nûneriya Fransayê dest pê kir. Di nava pênc salan de Fransayê dest da ser erdnîgariya Cezayîrê ya bi berhem û hemû dewlemendiyên wê ji bo welatiyên Fransayê veguhastin. Di şerê dagirkeriyê de ji milyonek zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dan. 800 avahî û navendên cîwarbûnê xira kirin, ji du milyonan zêdetir jî ji cih û warê xwe bûn. Djamila Boupacha sala 1935’an li taxa Qespa ya Cezayîrê di nava malbatek çîna navîn de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Xwişka heft birayan Djamila di nava malbatê de zaroka keç a tenê bû. Ji ber di malê de keça tenê bû bi delalî mezin bû, wê dan xwendin. Zaroktî û ciwaniya Djamila di pêvajoya welatê wan di bin dagirkeriya Fransayê de bû derbas dibe. Ev jî hîn zêdetir binhişiya wê ya li hemberî dagirkeriyê bi hêz dike û di temenê biçûk de dikeve ferqa dagirkirina welatê xwe.

Ew 10 salî bû dema desthilatdariya Fransayê sala 1945’an ji dawîbûna 2’emîn Şerê Cîhanê sûdê digire û Komkujiya Setifê li ser gelê Cezaîrê pêk tîne. Di komkujiyê de 45 hezar welatî tên qetilkirin. Vê komkujiyê hestên neteweyî zêdetir derxist pêş û welatî rakirin ser lingan. Bi taybetî jî xwendekar bi ciwanên Cezaîrê re rabûn û Tevgera Rizgariya Welat (FLN) ava kirin.

“Dayika me Cezayîr e”

Djamilaya ku wê demê dibistanên di bin mêtingeriya Fransayê de dixwend di serî de li hemberî sirûda wan a neteweyî ku bi gotina ‘Dayika me Fransa’ dest pê dikir, veduguherand ‘Dayika me Cezayîr’ e û wî şêweyî dibêje. Ji ber vê helwesta xwe ji dibistanê tê dûrxistin. Bi wî temenê xwe yê biçûk serîrakirina li hemberî sirûda neteweyî ya dagirkerên welatê xwe diyar bû ku dê bibe şoreşgerek mezin. Ew di xwendinê de bi înad bû û careke din li dibistanê vegeriya heta peymangehê xwend. Di peymangehê de jî beşa dirûtina cilan hilbijart lewre wê, ji dirûtina cilan hez dikir.

Cemîle di nava refên fedaiyan de cih girt

Reqsa klasîkî dilîst û pir di siwarbûna hespan de şareza bû. Sala 1954’ an dema ku Şoreşa Cezayîrê dest pê kir Djamila ciwanek 20 sali bû. Djamila ya hê 10 salî komkujiyên mezin dîtiye û li hemberî bişaftina li dibistanê li ser zarokên Cazayîrê dihat meşandin serî rakiriye ji berê ve amadekariya tevlibûna Eniya Rizgariya Neteweyî ya Cezaîrî kiribû. Ji bo ku li hemberî dagirkeriya Firansayê tekoşînek serkeftî bimeşîne serê xwe diêşîne û fikrên nû bi pêş dixe. Di nava refên fedayî de cih digre û dibe yekem jina ku pêşengiya çandina mayinan li pêşiya wesayîtên dagirkeriya Fransayê kiriye.

“Qêrîna her zarokek welat nalîna min e”

Bi gotina “Qêrîna her zarokek welat nalîna min e” di eniyê de xebitî û her dem di refên pêş de cih girt. Ji ber cesaret, fedakarî û têkoşîna wê ya bêhempa ji bo welatê wê Cezaîrê hedef tê girtin. Ji bo dîlgirtinê, êdî Fransa dikeve nav hewldanên cuda. Cemîle ya ku şervanek a FLN’ê bû bi sûcdariya  bicihkirina bombeya li xwaringehek a fransiyan, di sala 1957’an de bi birîndarî tê girtin. Dadgerê Fransayê bi gotina “Ez naxwazim ji nava Cezayîrê jinek qehreman derxim” bi Cemîleyê re hevdîtinek veşartî dike û teklîfa “di bin venêrîna bijîjkan de em ê rapora tenduristiya wê ne li cih e derxin û te berdin” lê dike. Djamila napejirîne û li hemberî vê helwesta wan derdikeve. Ji ber vê daxwaza wan red dike 23 rojan bi kesên malbata xwe ve îskenceyên giran dibîne. Ji ber bersiva leşkerên Fransayê nade tecawiz dikin û gelek îskenceya giran lê dikin. Di bin îskenceyên giran de jî tenê Djamila dibêje “Cezayîr dayika me ye” û qet cihê hevalên xwe nabêje. Dema cezayê darvekirinê der heqê wê de tê girtin Cemîle hevoka xwe ya herî bi nav û deng a: "Ez dizanim hûn ê cezayê sêdarê bidin min lê baş bizanin bi qetilkirina me hûn nikarin hewldanên ji bo serxwebûna Cezayîrê asteng bikin."

“Bi xwişka xwe  Djamila re ji Cezayîrê me”

Nivîskar Simon De Beauvoir di berhema xwe ya çîroka Djamilayê de ev rêzik bi kar anîne: “Ez ji hikumeta ku jinekê dike amûra şer şerm dikim. Leşkerên ku bi jop û şîşan tecawizî Djamilayê kirine min naparêzin. Wekî welatiyek Fransayê min ji bo dagirkeriyê deng nedaye. Ez ne li gel îskencekaran im, bi xwişka xwe Djamilayê re ji Cezayîrê me.”

7’ê adara 1958’an kirin roja pêkanîna cezayê darvekirina Djamilayê

Roja 7’ê adara 1958’an kirin roja pêkanîna cezayê darvekirina Djamilayê. Vê biryarê li tevahiya cîhanê deng veda û nerazîbûnek gerdûnî li hemberî darvekirina Djamilayê çêbû. Piştî nameyên şermezarkirinê cezayê wê guhertin, kirin cezayê muebetê. Di sala 1962’an de Djamila û hevalên xwe ji girtîgehê hatin berdan. Djamila paşê bi parêzerê xwe yê fransî Cak Fîrcîs re zewicî.

Helbest li ser tekoşîna wê hatin nivîsandin 

Djamilaya sembola berxwedanê, li Cezayîrê bû mijara nivîs û helbestên helbestvanên navdar ên weke Nîzar Qebanî, Selah Ebd El-Sebûr, Bedir Şakir El-Siyab û El-Cewahirî. Dawiya serxwebûna welat Djamila bû seroka yekitiya jinên Cezayîrê. Piştî xebatên du salan di navbera Djamila û serokê Cezaîrê Ehmed Bin Bela de pirsgirêk derket û ji karê xwe îstîfa kir. Ew bi giştî dûrî qada siyasî ket.

Berxwedana wê ya sala 1958'an ji aliyê derhênerê misrî Yûsif Şahîn ve bû mijara filîm û li ser jiyana wê bi navê Djamila filîmek çêkir.