Pepûleya ku li dora azadiyê bû xeleka ji agir: Viyan Soran

Yek ji pêşengên tevgera azadiya jinên Kurd Viyan Soran li dijî Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bû pepuleya ku li dora azadiyê bû xeleka ji agir, di pêyamên xwe de got, “Çalakiya min bersiva siyaseta înkarê ye.”

Navenda Nûçeyan – Viyan Soran bi gotinên “Eger tiştek ji canê min buhatir hebe ez ê ji bo azadiya gelê Kurd û jinan bidim” girêdana xwe ya bi doza gelê xwe û azadiya jinan re tîne ziman.

Leyla Walî Hesen bi nasnav Viyan Soran li bajarê Silêmaniyê di sala 1981’ê de ji dayik bûye ew ji eşîra Caf e, yek ji mezintirîn eşîrên herêma Kurdistanê ye. Wê xwendina xwe ya navîn berda di sala 1997’an de bi xwişka xwe re tevli Tevgera Azadiya Kurdistanê bû, tevî hewldanên malbatê yên ji bo wê vegerînin malê jî wê got: “Çi bibe jî ez bi we re venagerim, dixwazim biçim daxwaza xwe ya azadiyê pêk bînim.”

Leyla Walî Hesen di nava civakek feodal de hat dinê. Ji ber hişmendiya mêrê desthilatdar rastî gelek astengiyan hat. Wê bi demê re baş fêm kiribû, dizanibû ger di vê civakê de bijî dê kesayeta xwe winda bike, civaka eşîrtî li herêma Kurdistanê mafên jinan misoger nake, dema wê Tevgera Azadiyê nas kir bersiva hemû pirsên xwe tê de dît.

Di 16 saliya xwe de tevli tevgera azadiyê bû

Dema tevli tevgerê bû temenê wê 16 salî bû, piştî saleke tevlibûnê bû yek ji fermandarên Yekîneyên Jinên Azad a Star. Gelek erk û berpirsyariyên cuda di asta rêveberiyê de girtin, di nava Kongra Gel û Tevgera Azadiya Jinan de, ew yek ji endamên Partiya Karkerên Kurdistanê bû. Di komîteya ji nû ve avakirinê ya di sala 2004’an de cihê xwe girtibû.

Di 2’yê Sibata 2006’an de li dijî Komploya Navnetewî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî hemû gelên azadîxwaz û têkoşîna azadiya jinan hat pêkanîn, bû pepuleya ku li dora azadiyê bû xeleka ji agir û agir bi bedena xwe xist.

‘Ev çalakiya min bersivdayîna siyaseta înkarê ye’

Pêşenga tevgera azadiya jinê Viyan Soran beriya çalakiya xwe nameyek li pey xwe hişt. Tê de behsa sedema çalakiya xwe dikir û guhertinên di kesayeta wê de piştî Tevgera Azadiya Kurd çêbûne dianî ziman. Her wiha ji malbata xwe dixwaze piştgiriya tevgerê bike.

Di nameye xwe de girêdana xwe ya xurt bi doza gelê xwe re tîne ziman û dibêje: “Ev çalakiya min bersivdayîna siyaseta înkar û helandinê ye. Sîstemên dîktator mafên gelê Kurd bin pê dikin û siyaseta tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dikin. Eger tiştek ji canê min buhatir hebûya, min ê ji bo azadiya gelê Kurd û jinan bida.”

‘Di têkoşînê de tu cudahî di navbera jin û mêr de tune ye’

Viyan Soran di beşek nameya xwe de xîtabî malbata xwe dike. Ji wan re dibêje ku cara yekem e ji wan re tiştekî dibêje piştî tevli Tevgera Azadiya Kurdistanê bûye. Ji wan dixwaze piştgiriya têkoşîn û berxwedanê bikin û girêdana xwe ya bi kevneşopên berê re bi dawî bikin. Dibêje: “Di têkoşînê de tu cudahî di navbera jin û mêr de nîn e lewma divê hûn tevlibûna min a nava refên têkoşînê ya ji bo çareseriya doza niştimanî û hebûna vîna me, weke şerm nebînin. Divê hûn li pey aliyên paşverûtî yên civakê neçin. Divê hûn hebûna jinan a civakî bipejirînin, ji ber ku pejirandina jinan bi mêran re bi awayê wekhev tê wateya pejirandina vîna gel û civakê.”

Bi xwendina dîrokê li ser rewşa civakê têgihîştina wê zêde bûbû

Viyan Soran baş dîrokê xwendiye û kevneşopiyên ku bandorê li ser hişmendiya civakê dikin dîtiye. Di nameya xwe de li ser vê yekê wiha nivîsandiye: “Yek ji rastiya bingehîn a ez gihîştimê hezkirina dê, bav, xweşik, bira û hemû mirovahiyê ye. Di pêvajoyeke ku ez ji we bêzar bûm de, min digot çima hûn min fêm nakin, çima hûn ji Partiya Karkerên Kurdistanê dûr dikevin û hûn xwe parçeyek jê nabînin. Bi demê re min fam kir ne tenê hûn wisa ne. Helwesta we ji hişmendiya we û kevneşopiyên ji sedsalan ve û siyaseta li ser we hatiye ferzkirin tê.”

‘Ger mirov bi xwe bawer be dê armanca xwe pêk bîne’

Di beşa ku xîtabê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye de wiha gotiye: “Ramanên te ez fêr kirim  ku divê mirov çawa bijî. Jiyana min bi armanc û wate bû. Te ez fêrî alfabaya azadiyê kirim. Herî kêm min dizanibû ku tiştekî nebe nîn e. Ger mirov cidî be, bi xwe bawer be dê armanca xwe pêk bîne. Weke jin û jineke Kurd, azadî armanca min bû, ez ji dil û can pê bawer bûm.”