‘Ji bo guhertina feraseta mêr şehîd Hediye roleke girîng lîst’

Endama Rêveberiya Hêzên Parastina Cewherî Minewer Ehmed teqez kir ku HediyeAbdulah di şoreşa civakî de xwedî roleke aktîf bû, ji bo azadiya tevahî jinan di qada parastina civakî de xebatên girîng da meşandin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Di encama êrîşên hewayî yên dewleta tirk ên şeva 19'ê Mijdarê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê de, li Dêrikê 11 welatiyan jiyana xwe ji dest da. Yek ji kesên ku di êrişên şeva 19’ê Tirmehê de jiyana xwe ji dest da Hediye Abdullah bû, wê hemû jiyana xwe fedayê têkoşînê kiribû. Hediye Abdullah a ku di êrîşa yekem a li gundê Teqil Beqil ê Dêrikê de di koma ku ji bo alîkariya birîndaran çûbû de cih digirt, di êrîşa hewayî ya duyemîn a li dijî wan hat pêkanîn de şehîd ket.

Di nava Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ku bi navê şoreşa jinan tê naskirin gelek jinên berxwedêr û pêşeng derketin, yek ji wan jinan jî şehîd Hediye Abdulah e. Hediye di sala 1974’an de li Dêrika Hemko ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik dibe, di sala 2016’an de Hêza Parastina Jinan hat avakirin ku di rêxistinbûyîna xwe de konfederalîzma demokratîk a jinan de, têkoşîna azadiyê bingeha parastina cewherî ye. Hediye yekem jin e di kar û xebatên parastina jinan cih girt û ji bo guhertina feraseta mêr kar û xebat da meşandin. Endama Rêveberiya Hêza Parastina Cewherî Minewer Ehmed der barê Hediye Abdulah ku parastina nirxên şoreşê û jinan dikir de nêrîna xwe anî ziman.

‘Me bi tunebûnê destpêkir, em bi îrade bûn xwedî hêz’

Minewer Ehmed êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û teqez kir ku dewleta tirk li dijî gelê herêmê polîtîkayên qirêj dimeşîne û wiha anî ziman: “Êrîş projeya Neteweya Demokratîk hedef digre ji ber ku ev proje hevgirtina gelan daye avakirin. Her çiqas êrîş bike em ê xwe biparêzin. Me bi derfetên kêm an jî bi tunebûnê dest pê kir lê em bi îrade û piştgirya civaka xwe xwedî hêz bûn. Me bi vê yekê gelek destkeftî bi dest xistin û em gihîştin vê pêvajoyê. Niha jî dixwazin van destkeftiyan bi rê û rêbazan têk bibin lê ev yek nabe ji ber ku xwediyên van deskeftiyan jinên têkoşer û berxwedêr in wekî şehîd Hediye Mihemed gelek jinên têkoşer hene.”

Ji destpêka şoreşê ve di nav xebatan de cih girt

Minewer Ehmed bal kişand ser rola şehîd Hediye Abdulah di pêşxistina kar û xebatên parastina cewherî de û wiha got: “Şehîd Hediye ji malbateke welatparêz bû, xwedî mal û zarok bû. Di destpêka Şoreşa Rojava de di nava şoreşa civakî de cih girt û ji bo azadiya tevahî jinan kar û xebat dida meşandin, xwe wekî endama parastina cewherî didît û çi kar û xebat jê bihata xwestin dikir. Parastin di cewhera jinan de heye ji bo wê her dem peyama wê ew bû digot; ‘Hemû jinên civakê endamên parastina cewherî ne. Em niha li ser bingeha parastina civakê kar û xebatan dimeşînin.’ Li ku derê kar hebûya xwe dida ber û bi pêş dixist. Roj bi roj eşqa kar di dilê wê de xurtir dibû. Yek ji taybetmendiyên wê hezkirina ji cinsê xwe bû, her dem ji bo guhertina zîhniyeta desthilatdar a ku jinan di bin zor û zilmê de fetisandibû kar û xebatên xwe bi pêş dixist. Hediye bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ve girêdayî bû lewma li ser bingeha azadiya jinan û parastina wan ji hişmendiya baviksalarî di nava têkoşînek mezin de bû.”

Minewer Ehmed diyar kir ku hemû jinên civakê û hemû endamên hêzên parastina jinan hêza xwe ji şehîd Hediyedigirtin û wiha axaftina xwe domand: “Rêhevala me Hediye bi cesaret li hemberî hemû pirsgirêkên civakê disekinî û ji bo çareseriyê dibû bersiv, li hemberî Endamên Hêzên Koalîsyonê disekinî û bi cesaret bêdengiya wan li hemberî hedefgirtina jinan şermezar dikir. Her dem hêvî ji jinan dikir ku bi coş û heyecan tevlî çalakiyan bibin da ku layiqî xwîna şehîdan û keda Rêber Apo bin. Di qada perwerdekirina civakê de cih girt, westandin li gel wê tunebû, her dem digot dem dema azadiyê ye her kêlî ji bo me girîng e. Çalakiyek heyvekê dirêj kiribûya dest jê bernedida heya bi dawî dibû.”

‘Pêşeng û parêzvanên şoreşê hedef digrin’

Minewer Ehmed da zanîn ku pêşeng û parastvanên destkeftiyên şoreşê tên hedefgirtin û wiha domand: “Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan hat avakirin û gelek destkeftî bi fedakariya jinan hatin bidestxistin lewma ev şoreş, şoreşa jinan e. Eger em îro mêze bikin em ê bibînin ku di hemû qadên şoreşê de ango di hemû qadên civakê de jin xwedî roleke aktîf in. Êrîşên ku niha pêk tên destpêkê li ser parazvanên van destkeftiyan e. Rêhevala me Hediye di qada civakî de cih digirt û ji bo xelasiya birîndaran çûbû, ji aliyê dewleta Tirk ve hat hedefgirtin. Karê ku dikir karekî wijdanî û exlaqî ye. Lê dijminê me hov e û dixwaze jinên têkoşer û azadîxwaz tune bike da ku civakê jî tune bike. Şoreşa me ger jinan pêşengî jê re nekiribûna dê negihîşta vê astê. Îro jin ji bo parastina nirxên şoreşê li ber xwe didin. Bi hedefgirtina jinan dixwazin şoreşê têk bibin lê şoreşa ku kesên mîna Hediya, Zeyneb, Jiyan, Barîn, Avêsta û bi hezaran jinên têkoşer tê de he û ji bo parastina wê canê xwe feda dikin ew şoreş tu carî têk naçe. Îro li tevahî cîhanê serhildan di bin dirûşma Jin jiyan azadî de çêbûne ev jî bingeha wê ji Şoreşa Rojava hatiye girtin. Dijmin piştî yekitiya jinan li tevahî cîhanê hat avakirin bi tirs e lewma hemû dewletên desthilatdar ji bo tunekirina projeya me û şoreşa me bûne yek û li hemberî êrîşên dewleta tirk bêdeng mane.”

‘Bi ruhê gelê şoreşger xaka xwe biparêzin’

Minewer Ehmed bang li civakê kir ku bi ruhê gelê şoreşger, şoreş û xaka xwe biparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me êrîşî tu kesî nekiriye, êrîş îro li ser xak û zarokên me çêdibin lewma parastin mafê me yê rewa ye. Em bang li tevahî jinan dikin ku xwedî li xak û zarokên xwe derkevin û li hemberî êrîş û dagirkeriya tirk bisekinin. Îro erka her jineke di civakê de ew e ku xaka xwe biparêze.”