Emîna Mûsa Misto: Çandinî bêhna min derdixe

Emîna Mûsa Misto 4 sal in li ber mala xwe bexçeyek ji dar, zebze û fêkiyên cur be cur çandiye. Emîna da zanîn ku ew bi vî karî hem debara mala xwe dike, hem jî çandinî jiyanê xweş dike û bêhna mirovan derdixe bi taybetî li bajaran.

RONÎDA HACÎ

Hesekê- Çandinî yek ji rêbazên domandina jiyanê ye. Di pêşxistina çandiniyê û birêvebirina aboriyê de jin xwedî ked û roleke taybet in. Li bajaran her çiqas derfetên çandiniyê kêm bin jî jin bi çandina darekê  bajar ji nexweşiyan diparêzin û dixemilînin. Emîna Mûsa Misto (71) yek ji dayikên taxa Nasra ya Bajarê Hesekê ye, ji hezkirin û girêdana wê bi xwezayê re li ber mala xwe bexçeyek çêkiriye, di nava bexçe de dar, zebze û kulîlk çandine.

“Jin bi ax û xwezayê re girêdayî ne ”

Jin li ku derê bin, jiyanê bi xwe re diafirînin. Emîna Mûsa Misto bi çandina bexçe re mijûl dibe, bêhna wê bi xwezayê derdikeve û dibêje: “Jin bi ax û xwezayê re girêdayî ne. Ez ji biçûkatiya xwe de karê çandiniyê dikim û di nav de jî mezin bûm. Li gundê Çolme erdê me heye lê piştî ku ez li Hesekê zewicîm, ji çandiniyê dûr mam ji ber ku tu cih tunebû lê niha bi vî temenê xwe yê mezin jî li ber mala xwe min bexçeyek çêkir da ku bêhna min lê derkeve. Min li nava bexçe zebzeyên zivistanê wekî pîvaz, pelê silqan, tivir û cercîr çandine. Hem jî darên kîna, tirî, senewber û darên gulan tê de hene. Di havînê de em her tim lê rûdinên  çaya xwe vedixwin, çaya li nava bexçe ji bo min bi tam e.”

“Min bi misînan bexçeyê xwe av da”

Stasyona Elok avê ji bo bajarê Hesekê, navçeya Til Temirê, herêmên başûrê Hesekê yên wekî Hol, Erîşe, Şedadê û kampên li herêmê yên wekî kampa Erîşe, Hol, Waşokanî û Serêkaniyê, peyda dike. Bi dagirkeriya dewleta tirk a stasyonê re bi milyonan kes, xweza û lawir li Hesekê ji ava vexwarinê bêpar man. Emîna Mûsa Misto ji bo bexçeyê wê hişk nebe bi misînan av dida û wiha pêl da axaftina xwe: “Havîna derbasbûyî, me pir zehmetî dikşand ji aliyê avê ve, ji bo bexçeyê min ji tîna hişk nebe min her darek bi misînan av dida. Ji bo min pir zehmet bû ez darên xwe tî bihêlim. Ez pir bi wan ve girêdayî me û ji şînahiyê hez dikim. Em ji şînahiyê pir sûd digrin.”

“Xweza dermanê her nexweşiyê ye”

Emîna Mûsa Misto teqez kir ku çandina bexçeyan heya astekê rê li ber krîza aboriyê digre û wiha anî ziman: “Îsal ji bo zivistanê min pîvaz, tivir, pelên silqan, beqdûnis, cercîr çandin. Bexçeyê min debara mala min e. Vê zivistanê ez neçûm dikanan, dema DAIŞ’ê êrîşî zindana Xuwêran kir rê û dikan hatin girtin lê ev yek bandorê li ser mala min nekir, di heman wextî de cîranan jî hin zebze ji bexçeyên min dixwestin û min dida wan. Di vê dema dawî de li Sûriyeyê krîzek aborî heye û her tişt buha bûye. Çandinî heya astekê baş dikare me ji vê krîzê xelas bike.”

Emîna Mûsa Misto diyar kir ku xweza ji mirovan re derman e û got: “Xweza ji mirovan re derman e, darên kîna dema ez bi zekemê dikvim ez wê dikelînim û vedixwim, kulîlkên hîro ji sîng û îltihabê re derman in. Dema mirov tenê di nava xwezayê de rûdinê û çaya xwe vedixwe ev yek tenê psîkolojiya mirovan baş dike. Dema şînayî tunebe toz û nexweşî zêde dibe ji bo wê ez bang li hemû jinan dikim ku li ber mala xwe li gorî derfetên xwe çandiniyê bikin ger darek be jî ew ê jê sûdê bigrin. Ji dema min bexçe çêkiriye ve, di her roja 4 Nîsanê de di rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de darek diçînin.”