Jinên Efgan di qada aborî de jî li dijî zextên Talîbanê têdikoşin

Jinên Efganî li dijî zextên Talîbanê di qada aborî de jî têdikoşin. Beyan Muntarezî ya 13 sal in bi hunerê aboriya xwe ya serbixwe bidest dixe ev bangê li jinan dike: “Ruxmê sînordarkirinan jî, dev ji hunera ku hun dizanin bernedin. Bê hêvî nebin!”

BAHARAN LEHÎB

Herat – Talîban di sala 2021’an de rêveberiya welat a Efganistanê desteser kir. Di vê pêvajoya desteserkirina welat a ji aliyê Talîbanê ve, jin di warê rihî, fîzîkî, madî û manewî de zirerên mezin dîtin, her roj qedexeyek nû li ser jinan hat ferzkirin. Dengê herî kêm a jinan jî bi encamên tirsnak ên mîna cezayê girtîgehê, tacîza zayendî, destdirêjî, sûîkast, recm, qemçî, kuştin û heqaretê re rû bi rû ma. Talîbaniyan bi armanca sînordarkirina jinan hewl didin zagonên bi dijminahiya jinan derxin û van zagonan pêk bînin.

Ruxmê van hemu zext û sînordakirinan jî jinên Efganî hewl didin her firsendê binirxînin. Bi yekbûnê tevdigerin û hewl didin ruxmê van derfetên zehmet jî piştgiriyê bidin hev û ji bo azadiya xwe têdikoşin. Niha yekane qada ku jin dikarin tê de xebat bimeşînin hûnera destan û terzîtî ye. Ji ber vê yekê jin her çiqas biçûk be jî atolyeyên hilberînê ava dikin, hewl didin aboriya xwe ya serbixwe bidest bixin û alîkariyê bidin jinên din.

13 sal in bi hunera destan dahata xwe dike

Yek ji wan jinan jî Beyan Muntazeri ye ku ji wilayeta Daikundi ye û 15 sal in li bajarê Heratê ya li rojavayê Efganistanê dijî. Beyan Muntazeri ya ku 13 sal in karê hunera destan dike, wiha behsa xebatê xwe dike: “Di qadên mîna karê morîkan, hunera li ser camê, neqş û qurdeleyan min perwerde da. Di nav van 13 salan de min gelek kesan perwerde kir û niha ew jî di qadên din de kar dike.”

Beyan Muntazeri anî ziman ku ew beriya pandemiyê perwerdeya rû bi rû daye lê belê ji ber şewba Covid-19 tevgerandin kêm bûye û her tişt sînordar bûye. Beyan Muntazeri wiha dibêje: “Ji ber vê yekê me hesabek medyaya dîjîtal vekir û vê hunerê da nasîn. Bi vê awayê me ji bo bêtir jinan derfetên kar ava kir. Niha 15-16 jin bi me re kar dikin. Hunera bi qurdeleyan ya ku em çêdikin pir balê dikşîne. Bi taybetî jin ji bo amadekirina çehizên xwe bi vê karê re eleqedar in.”

Jin aboriya xwe ya serbixwe bidest dixin

Beyan Muntazeri di dîmenekî ku berhemên xwe pê dide nasîn wiha dibêje: “Gelek kesên me perwerde dan wan ji bajarên cûda hatin. Piştî ku perwerde dîtin û fêrî kar bûn, çûn bajarên xwe û li wê derê heya niha jî di vê qadê de xebatên xwe didomînin.”

Beyan Muntazeri armanca xwe ya destpêkirina vê xebatê wiha dinirxîne: “Sedema ku min hesabê medyaya dîjîtal vekir û atolyeya xwe ava kir, bidestxistina aboriya xwe ya serbixwe ye. Di heman demê de min xwest ku jinên din jî berê xwe bidin vê hunerê. Ev kar tenê bi bihêzkirina hunera destan û belavkirina çanda hunerê re sînordar namîne. Her wiha dibe sedem ku jin aboriya xwe ya serbixwe jî bidest bixin. Ji ber ku dahata ku digirin encamê keda wan e.”

‘Bê hêvî nebin!

Beyan Muntazeri herî dawî ji bo jinan vê pêyamê dide: “Her çiqas sînordarkirin çêbibe jî, dev ji hunera ku hun dizanin bernedin. Bê hêvî nebin! Hûn dikarin ji malên xwe bixebitin. Dikarin karên mîna qeş, dirûtin û hûnandinê bikin. Divê her kes li ser jêhatîbûna xwe bixebite û wiha aboriya xwe ya serbixwe bidest bixe. Berpirsiyariya jiyana kesan li ser milê wan bi xwe ye, ne li ser kesekî din e. Ji ber vê jî hêviya xwe wenda nekin!”