'Parastina mafên kedkarên jin dikeve ser milên her kesê’

Seroka Federesyona Komeleya Mafên Jinan Semîra Mohiya destnîşan kir ku parastina mafên kedkarên jin ên Mexribê dikeve ser milên her kesê û got: "Heya niha jî kedkarên jin mafên xwe nizanin.”

HENAN HERÊT

Mexrib- Ji destpêka bernameya ji bo xebata karkerên jin ên demsalî yên Mexribê li zeviyên Spanî di sala 2006'an de, pêşketinek qanûnî ya girîng pêk hat. A herî girîng ew bû ku hevsengiyek di nava karkerên jinên Mexribê û Spanî de hat avakirin. Tevî van pêşketinan jî hin astengî û zehmetî ji jinên Mexribê re dibin bend, yek ji wan pabendnebûna seatên karkirinê, pirsgirêkên bicihkirinê, her wiha ji ber kedkarên jin bendên kar ên îmze dikin bi zimanê Spanî ne mafên xwe yên karkirinê nasnakin, loma bi îstismarkirinê re rûbirûyî ne.

Di çarçoveya amadekariyên ji bo demsala 2025'an de, rayedarên jêhatî yên li Spanya û Mexribê dest bi amadekariyên xwe kirine da ku pêvajo bi rêkûpêk bimeşe. Ji ber ku dê nêzî 4000 karkerên Mexribê werin hilbijartin. Li gorî raporên mafên mirovan gelek karkerên jin ji hûrgiliyên girêbestên kar ên Spanî hatine îmzekirin, nizanin. Ev yek jî wan mexdûrên îstismarkirinê dike ji aliyê mûçeyan, demjimêrên kar û destirêjiyê ve.

'Federesyon ji bo parasrina mafên kedkarên jin e'

Seroka Federesyona Komeleya Mafên Jinan Semîra Mohiya diyar kir ku federesyon ji salên 2010'an ve li ser dosyeya karkerên jin bi hevkariya rêxistinên civaka sivîl ên Mexribê û Spanyayê re, kar dike. Hemleya herî dawî ya federesyonê jî bi armanca şopandina rewşên heyî, serlêdanên kantonên başûrê Spanyayê kir ji bo belgekirina şertên karkerên Mexribê, hate raghandin. Di heman demê de nehişiyarkirina derbarê mafê karkerên jin de zehmetiyên dijwar ji wan re derdixe holê. Ji ber bendên ku tên îmzekirin bi zimanê Spanî ye loma gelek kedkarên jin bendên karên xwe nizanin. Ev jî pirsgirêka herî mezin e ku mafên xwe yên kar nas nakin. Ev jî dihêle ku bi saetên kar ên dirêj û destdirêjiyê re rûbirûyî bimînin."

'Divê jin bên hişyarkirin û zanekirin'

Di nava gotinên xwe de Semîra Mohiya tekez kir ku piştî eşkerekirina kiryarên sala 2018'an ên weke destdirêjiya li ser karkerên jin ên Mexribê, karê federesyonê zêdetir kiriye û wiha pê de çû: "Ji ber karkerên jin ên Mexribê bi destdirêjiyan re rûbirû diman, karê federasyonê zêdetir kir ku ji bo belgekirina van kiryaran dikeve nava tevgerê û parastina mafên karkerên jin bike. Federesyonê dikaribû balê bikşîne ser vê dosyayê ku ev bû alîkar di danasîna reformên girîng ên zagonî de. Hewce heye ku hişyariyên qanûnî bên pêşxistin. Berî karkerên jin berê xwe bidin Spanyayê divê der barê mafên wan de bên perwerdekirin û rêxistinkirin. Divê rêxistinên civaka sivîl ên Mexrib û Spanyeyê her rewşa karkerên jin bişopînin."

'Parastina kedkarên jin dikeve ser milên hemûyan'

Semîra Mohiya tekez kir ku divê hikûmet ji bo teşwîqkirina karkerên jin ji bo damezrandina karsaziyên biçûk an kooperatîfên çandiniyê piştî vegera wan li Mexribê, alîkariyan pêşkêş bike ku dê ev yek bibe sedem rewşa aborî li herêmê baştir bibe. Di heman demê de ne hewce ye ku jin di şertên dijwar de kar bikin û piştre careke din vegerin xizanî û tunebûnê. Parastina rûmeta kedkarên jin dikeve ser milên her kesê, bi taybetî dikeve ser milên hikumet û rêxistinên hiqûqî."