Karkerên çandiniyê li Tûnisê bi binpêkirinan re rûbirû tên
Li Tûnisê jinên kedkarên çandiniyê rastî gelek binpêkirinên mafan tên û rastî qezayên kar tên. Jinên sendîkayî gotin, “Şîdeta li dijî karkerên çandiniyê divê bi dawî bibe û hikumet mudaxele bike, jinê karker xwe bi rêxistin bikin.”
NEZÎHA BOSEÎDÎ
Tûnis – Şîdeta li dijî karkerên çandiniyê her roja diçe bi awayên cuda zêdetir dibe. Di demên dawî de li bajarên Qesreyn û Kef, 25 jinên karker qasayên kar derbas kirin, di sala 2024’an de 14 qezayên kamyonên ku karkerên çandiniyê tê de bûn çêbûn. Di qezayan de yek jê zarok, 8 jinên karker jiyana xwe ji dest dan, 147 kes jî birîndar bûn.
Ji sedî 10 jin bi şîdeta zayendî re rûbirû hatin
Tevî qezayan, ji sedî 87 jinên karker bi hemû awayên şîdetê re rûbirû tên. Ji sedî 64’ê jinan şîdeta devkî, ji sedî 10 şîdeta zayendî, ji sedî 5 jî rastî şîdeta fizîkî hatin. Li Tûnisê ji ber nebesiyên polîtîkayên hikumetê yên di warê jinan de, şîdet normal tê dîtin.
Koordînatora Karkerên Çandiniyê ya li Jebinianayê Munîra Ben Saleh, got ku tevî zagonên heyî jî şîdet zêde dibe.
‘Ji bo bidawîbûna şîdetê divê hikumet berpirsyariyê bigre’
Munîra Ben Saleh diyar kir ku li dijî jinan şîdeta zayendî, devkî û fizîkî tê kirin û wiha domand: “Dixwazin jin li dijî vê rewşê bêdeng bimînin. Navbeynkar hewl didin vê rewşê piranî bi pere çereser bikin. Ji bo karkerên çandiniyê mafên xwe bi dest bixin û dawî li şîdetê were divê hikumet berpirsyariya xwe bi cih bîne. Jinên li gundewaran dijîn, du car rastî şîdetê û bêdadiya xwediyên kar tên lê jinên li gundan êdî ji berê şiyartir in, beşdarî sendîkayan dibin, dikarin mafên xwe biparêzin.”
‘Karekerên sendîkayî ji aliyê navbeynkaran ve digrin kar’
Endama Sendîkaya Karkeran û Çandiniyê, Yamîna Al-Senussî jî diyar kir ku karkerên çandiniyê bi heqdestê kêm dixebitin. Yamîna Al-Senussî wiha got: “Jinê karker, ligel qezayên ku dawiya wan mirin e, bi şîdeta devkî, fizîkî, zayendî û aborî re rûbirû tên. Ji ber ku em sendîkayî ne ji me ditirsin û ji ber vê yekê zêdetir zextê dikin. Karker êdî newêrin doza mafên xwe bikin, daxwaza çûnhatina di mercên bi ewle û zêdekirina heqdestê xwe bikin. Ji bo ku bandorê li ser karkerên din nekin, navbeynkar karkerên sendîkayî nagirin kar. Dema ku em kamyoneke 40 karker têde bin dibînin gilî dikin. Her wiha em li dijî şîdetê derdikevin û yên şîdet li wan hatiye kirin diparêzin. Ev yek jî li xweşa xwediyên kar naçe û ji me aciz dibin.”
Banga rêxistinbûnê
Yamîna Al-Sennûsî, li ser tevgerên sendîkal ên karkerên jin bi rêve dibin jî wiha got: “Em tevli gelek rûniştinan bûn û ji bo karkerên jin ên çandiniyê prosedurek nû ji bo avakirina fona parastina civakî heye. Em li bendê ne ev pirsgirêk çareser bibe. Ji bo dawî li şîdeta li dijî karkerên çandiniyê were, em li hikumet banga mudaxeleyê dikin û bang dikin ku jinên karker xwe bi rêxistin bikin.”
Navbeynkar sûcên şîdeta zayendî dikin
Karkera çandiniyê û sendîkavan Naziha Dababî jî bi gotinên, "Kesên di navbera xwediyên kar û karkeran de navbeynkariyê dikin, şîdeta zayendî li jinan dikin” bal kişand ser pirsgirêkeke din a ku jin dijîn.
‘Divê heqdest wekhev bin’
Naziha Dababî, bal kişand ku divê binpêkirin bi dawî bibin û wiha got: “Divê mûçeyê herî kêm zêde bibe, sererastkirinên zagonî çêbibin. Ger cudahiya di navbera heqdestê karkerên jin û mêr de werin îsbatkirin divê kesên li dijî zagonê tevdigerin were cezakirin.”