hiqûq

  • Diyardeya parsekiyê di nava zarokên Idlibê de zêdetir dibe 

    Şer û pevçûnên ku çêdibin, zêdetir jiyana zarokan vediguherînin dojehê. Zarokên ku pêdiviya wan bi xwedîkirina baş a madî û manewî heye; ji ber şerên ku mezin derdixin, xwe di nava jiyana zor û zehmet de dibînin ku ev yek ne li gorî tu awayê zarokatiyê ye. Idlib yek ji wan deran e, zarok ji beden û temenê xwe girantir di bin barê jiyanê de ne. Ev zarok hem dixebitin hem jî ji birçîna parsekiyê dikin.

  • “Divê Aysel Tugluk demildest bê berdan” 

    Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr, bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên giran ku siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ev salek e pê re rû bi rû ye û xwest ku e demildest bê berdan û bal kişand ku Serokatiya ATK’ê ya Stenbolê ku rapora "Ew dikare di girtîgehê de bimîne" amade kiriye, di rewşek neyînî de, dê berpirsiyar be. Reyhan Yalçindag Baydemîr diyar kir ku wan li hemberî vê mijarê îtîraz kirine û da zanîn ku dê pêvajoyên zagonî bên destpêkirin.

  • Danişîna doza Figen Ekti taloqî 8’ê kanûnê kirin 

    Şandeya dadgehê ji bo amadekirina mutalayê rûniştin doza aktîvîsta TJA yê Figen Ekti taloqî 8'ê Kanûnê kir.

  • Ji rojnameger Nurcan Yalçin re 20 salan cezayê girtîgehê hat xwestin 

    Der barê rojnameger Nurcan Yalçin de bi îdiaya sûcê "endamtiya rêxistina terorê" û "kirina propagandayê" 20 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Danişîna din di 22’ê Mijdarê de were dîtin.

  • Li herêmên dagirkirî bi perwerdeyê nifşek tê bişaftin 

    Li kantona Girê Spî, beriya dagirkirinê, hejmara dibistanan gihîştibû 426 û niha tenê 100 dibistan li gundewarên rojavayê Girê Spî di bin parastina Hêzên Sûriyeya Demokratîk û navçeya Eyn Îsa de ne. Her çendî di xizmetê de bin jî carna ji ber bombebarana bêserûber a deverê tên girtin.

  • Yek ji pirsgirêkên civakî yên sereke: Kurtaj 

    Li gelek welatên cîhanê hîna jin têkoşîna mafê kurtajê dimeşînin û gelek caran ev hewldanên wan rastî nêrînên dijber tên. Jin bi kevneşopiyên adet û texalîtan tên gunehbarkirin û sezadan.

  • Doza parlementer Feleknas Uca hat taloqkirin 

    Runiştina doza parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca ya ji ber daxuyaniyên dayî tê darezandin hat dîtin û doz taloqî 11’ê Çileya 2022’an hat kirin.

  • "Ger sax bûya wê niha 24 salî bûya" 

    Di nav 12 salan de, der barê Ceylan Onkol a 12 salî ya ku dema pezê xwe diçêrand bi guleya hawanê ya qereqola leşkerên tirk jiyana xwe dest da, kesek bi tenê jî nehat cezakirin. Parêzer Derya Yildirim bal kişand ku dozger di dema lêpirsînê de sûcdaran diparêze û diyar kir ku tevî hemû rastiyan jî doz bi biryara neşopandinê bi encam bûye û destnîşan kir ku bêcezatî binpêkirinên nû bi xwe re tîne.

  • Hulya Oruç: Gef û tacîz bûye rewşek sîstematîk, ez bêdeng namînim 

    Hulya Oruç a ku dema hevserê wî yê rojnameger di girtîgehê de bû rastî tacîzê dihat, duh dema diçû karê xwe dîsa ji aliyê wesayîda ku li pêşiya wê sekinî ve hat tacîzkirin. Hulya Oruç destnîşan kir tiştên wê jiyane bûne rewşek sîstematîk û diyar kir ku ew ê bêdeng nemîne û ji bo giliyê serî li ÎHD’ê û dozgeriyê bide.

  • "Bi hedefgirtina şûnwarên arkeolojîk, Tirkiye hewl dide dîroka herêmê ji holê rake” 

    Hevseroka Rêveberiya Berhemên Kevnar a Parêzgeha Efrînê Asmahan Ehmed, teqez kir ku dagirkeriya tirk dîrok û berhemên kevnar ên herêmê wêran dike, di heman demê de li cihên ku Osmaniyan çêkirine jî digere û restore dike û dixwaze dîrokê ji holê rake û xîlafeta Osmanî vejîne.

  • Doza Kobanê: Pirsgirêka Kurd di vê salonê de ne 

    Darezandina siyasetmendarên HDP’ê yên ji ber portesoyên pêvajoya êrîşên ser Kobanê tên darezandin dewam dike.

  • Aktivîst Sepîde Qulyan dîsa bi daraza Iranê re rû bi rû ye! 

    Sepîde Qulyan ku xebatên wê li ser girtîgehên Iranê di medyayê de bi awayê rojnivîs, belgefîlm û materyalên nivîskî cih digrin, dîsa bi daraza Îranê re rû bi rû ye.

  • Danişîna doza kujerê Dîlan Toptaş taloq kirin 

    Danişîna doza Kujerê Dîlan Toptaş gardiyan Halîl Îbrahîm taloqî 2’ê Mirdarê kirin.

  • Dosya girêdayî kuştina Esra Hankûlû ya biguman şandin ATK yê 

    Dosya ku ji aliyê Serdozeriya Komarê ya Enqerê ve têkildarî mirina biguman a Esra Hankûlû tê birêvebirin ji ATK yê re hat şandin.

  • Di derbarê Ayşe Gokkan de lêpirsîna disiplînê 

    Di derbarê Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a li Girtîgeha Jinan a Amedê dimîne ku li ser pirgirêkên girtîgehê daxwazname nivîsîbû lêpirsîna disiplînê hat despêkirin.

  • Çîroka jinên di girtîgehên çeteyan ên Serêkaniyê de mane 

    Jinên di girtîgehên çeteyan ên Serêkaniyê de bi mehan dihatin îşkencekirin heta ji ser hişê xwe diçun tiştên jiyane anîn ziman. Hinek ji wan ji nava zarokên wan birin di bin îşkencê de jî qêrîna dawî ya zarokên wan di guhê wan debû, hinek ji wan jî dema derketin ji ber îşkenceya lê hatî kirin nedihatin nasîn.

  • Ji endama RJAK’ê ya 45 rojin dibin çavan de ne agahî nîne 

    Ji endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî ya 5’ê Tebaxê li Hewlêrê hatî girtin 45 rojin agahî nayê girtin.

  • Li Cezayîr jin bi zagonan ber bi pêkanîna wekheviyê ve diçin 

    Aisha Zammit bal kişand ku destûra Cezayîrê dişibe destûrên welatên Ereb ên ku peymanên prensîba wekheviyê û berfirehkirina hêzên jinan di çalakiyên siyasî de îmze kirine û wiha domand: "Cezayîr, bi tayînkirina yekemîn wezîra jin di sala 1984’an de karibû vê yekê îsbat bike.

  • Xwendekarên jin ji mafê rûniştina zanîngehê bêpar man 

    Pirsgirêka xaniyên zanîngehê ji bo xwendekarên jin ên Tûnisê bi vî rengî tê binavkirin "text ji bo kesên ku rê li ber wan heye." Bi destpêkirina her saleke zanîngehê re xwendekarên jin têdikoşin ku cihek ji xwe re peyda bikin da ku di demên navber de û bi şevan lê bimînin.

  • Dozger biriyara “girtinê” da dadgehê red kir 

    Daxwaza girtina tecawîzkar çawîşê pispor Mûsa Orhan ê destdirêjî li Îpek Er kir û bûyî sedema mirina wê hat red kirin.