Kiryarê îstîsmara zayendî piştî hat girtin mehek şûnde hat tehliyekirin

Kemal Bîlem ê ku li Mêrdînê bi hinceta îstîsmara zayendî li ser zarokek, der barê wî de biryara girtinê hatibû dayîn, piştî hat girtin mehek şûnde hat tehliyekirin. Danişîna ewil a dozê dê di 23'ê Hezîranê de bê dîtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Mêrdin - Li Tirkiyeyê bi qetlîamên jinan re îstîsmara zayendî ya li ser jin û zarokan jî roj bi roj zêde dibe. Li gorî rapora 2018’an a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Tirkiye di warê îstîsmara zarokan de di rêza sêyemîn de ye. Li welatekî ku pêşî li îstîsmara li dijî zarokan nayê girtin, dozên îstîsmarê yên ku ji bo dozgeran tên serlêdankirin, gelek caran bêcezatiyê encam dibe.
Zarok îstîsmara ku lê hatibû kirin ji mamosteya xwe re vegotibû
Hat hînbûn ku li Taxa Kabala ya Mêrdînê mêrê bi navê Kemal Bîlem bi awayekî sîstematîk îstîsmara zayendî li zarokek kiriye. Bûyer piştî ku zaroka rastî îstîsmara zayendî hat, serpêhatiyên xwe ji mamosteya xwe ya şêwirmend re vegot, derket holê. Hat hînbûn ku ji aliyê Navenda Şopandina Zarokan ve îfadeya wê zarokê hatiye girtin û di îfadeya xwe de diyar kiriye ku di dîrokên cuda de 25-30 caran rastî îstîsmara zayendî hatiye.
Der barê kiryar de biryara girtinê hat dayîn.
Kiryar Kemal Bîlem ê piştî bûyera ku di meha Çileyê da derket holê û sewqî dadgehê hat kirin, di 10'ê Çileyê de hat binçavkirin. Kemal Bîlem di 11'ê Çileyê de bi îdiaya "îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan" hat girtin. Ji ber ku ji endamên malbata zarok tenê dayika wê gilî kir, gilînekirina endamên din ên malbatê balê kişand, der barê bûyerê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de hat gotin ku kiryar sûcê domdarî kiriye û di encamê de der barê kiryar de ji bo vekirina doza kamuyê xwe gihandine guman û delîlên têrker.
Bersûc piştî mehek tehliye bû
Piştî îdianameyê, ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve ku dê di meha Sibatê de li wir bê dîtin ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve zepta Tensîp (amadekirina diyarkirina girtînameya ku heta mudaxeleyên danişîna ewil bên kirin) hat amadekirin. Bi hinceta ku gumana kiryar a revê tune ye û mexdûr îfadeyên berevajî dide di protokola amadekirî de wiha hat gotin; "Bi liberçavgirtina pêvajoya girtî mayînê biryara tehliyeya bersûc Kemal Bîlem hat dayîn."
Danişîna ewil a doza ku biryara tehliyeyê hat dayîn dê di 23’ê Hezîranê de bê dîtin.