Doz li rojnameger Dîren Yurtsever hat vekirin
Derbarê rojnameger Dîren Yurtsever de, bi hinceta nûçeya bi sernavê "Di Doza Kobanê de dê li îtîrafkaran bê guhdarîkirin" doz hat vekirin.

Stenbol – Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsîna der barê Rojnameger Dîren Yurtsever de bi giliyê Samî Baran ê di Doza Kobanê de wekî şahid hat guhdarkirin, dabû destpêkirin. Serdozgeriyê lêpirsîn temam kir. Îdîaname bi hinceta “Aşkerekirin an jî weşandina nasnameya sîxuran” hat amadekirin û ji aliyê 23’yemîn a Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hat erêkirin. Derbarê Dîren Yurtsever de ji salekê heta 3 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Gava ku Dîren Yûrtsever Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) bû, nûçeyên bi sernavê "Di îdianameya Kobanê de beyanên bi nakok ên şahidan", "Di Doza Kobanê de li îtirafkaran dê bê guhdarîkirin" û "Şandeya dadgehê ya Doza Kobanê biryar da ku hefteya bê li îtirafkar Samîr Baran û Kerem Gokalp guhdarî bike" çêkiribû. Di îdianameyê de ev nûçe mîna sûc hatin hesibandin.
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Samî Baran di 2'yê Kanûna 2019'an de xwe "teslîmî hêzên ewlehiyê" kiriye û derbarê rêxistinê de agahî daye û ev kes hatiye teşhîrkirin. Di îdianameyê de hat angaştin ku bi nûçeyên navborî Samîr Baran hedef hatiye nîşandan.
Di îdianameya ku bi hinceta “Aşkerekirin an jî weşandina nasnameya sîxuran” hat amadekirin de, ji bo Dîren Yurtsever ji salekê heta 3 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.