Jinên Mexribê ji bo guherînên Zagona Malbatê dudil in
Li Mexribê, jin ji bo Zagona Malbatê ya di sala 1960’an de hatibû amadekirin û bi têkoşîna jinan re di sala 2004’a de ji nû ve hatibû sererastkirin niha jî biryar hatiye girtin ku guherînên din tê de çêbibin, bi dudilî nêzîk dibin.
HENAN HARIT
Mexrib – Piştî ku serxwebûna Mexribê di sala 1958’an de hat ragihandin, yekem Zagona Malbatê di sala 1960’an de hat pejirandin. Bi têkoşîna tevgera jinan a Mexribê re 44 sal şûnde di sala 2004’an de guhertinên girîng di zagonê de hatin kirin. Her çiqas zagona nû ji aliyê tevgerên jinan ve wek şoreşek mezin hatibe qebûlkirin jî, dema ku di pratîkê de hinek pirsgirêk derketin holê, parêzvanên mafên jinan ji bo zêdetir pêşvebirina vê zagonê têkoşiyan. Di encamê de, di sala 2022’an de ji bo ku Zagona Malbatê binirxîne komîteyek hat avakirin. Piştî nîqaşên berfireh bi zêdeyî 1000 rêxistinên sivîl, partiyên siyasî, sendîka û pisporan re, 139 pêşniyar hatin amadekirin.
Piştî hevdîtin û nîqaşên du salan, pêşnûmeya guhertinên Zagona Malbatê ya Mexribê ji raya giştî re hat eşkerekirin û ji bo ku ji aliyê hikûmetê ve bê erêkirin û bibe zagon, dê bikeve rojeva parlamentoyê.
‘Ez bi saetan wexta xwe bi karên malê derbas dikim’
Karakera malê Helîme A. pêşniyarên sazkirina Zagona Malbatê bi kêfxweşiyek mezin pêşwazî kir û got: “Yek ji xalên ku herî zêde dilê min rihet kir, karê jinan di malê de wek beşdariyek di pereyên hevbeş ên malbatê de bû. Ev yek ji jinên Mexribê re destkeftiyek e. Mîna jinek malê ez bi saetan karên malê dikim. Bi baldarî zarokên xwe xwedî dikim û berpirsyariyên din jî li ser milên min hene. Mixabin ev keda ez li malê didim, nayê hesibandin. Tu kes spasiya min jî nake.”
Pêşniyarên ji bo mafê mîrasî hatin erêkirin
Gelek mijarên hatin sazkirin bi kêfxweşiya jinên Mexribê hatin pêşwazîkirin. Yek ji wan jî welayet e. Mînak, ger dayik dest ji hevjînê xwe berde û dîsa bizewice, mafê wê heye ku welayeta zarokên xwe bigre. Her wiha pêşniyarên ji bo cureyên hevberdanê werin kêmkirin û hêsankarin hatin pêşkêşkirin û dema biryara hevberdanê hat kinkirin. Di pêşniyaran de tê gotin ku mafê mêr an jinê heye ku gava yek ji hevjînan bimre, yê/ya din parastina mafê mala xwe bike. Derbarê mîrasa zarokên keç de jî pêşniyarên meclîsa zanistî ya bilind hatin erêkirin.
Pirzewacî û zewaca di temenê biçûk de jî di rojevê de ne
Yek ji nûbûnên din ên girîng jî; hevjîn tevî cudahiyên olî mafên mîrasê ji hev digrin. Ev dikare bi wesiyet an bexşînê were kirin û hewcedariya bidestxistina xwedîtiyê tuneye. Her wiha tê pêşbînîkirin ku zimanê biçûkxistinê yê li dijî rûmeta jinan ji zagonê were derxistin û rêgezên din ên yasayî yên girêdayî malbatê, werin ahengkirin. Guhertinên li ser pirzewaciyê jî hene. Ji ber ku di dema çêkirina peymana zewacê de, ger hevjîna yekem destûrê nede dê nêrîna hevjînan li ser şertê nebûna zewaca duyemîn were girtin. Ev şert dê di peymanê de cih bigre û heke ev şert tunebe, pirzewacî tenê li ser hin hincetên yasayî dikare ji hêla dadgehê ve bê pejirandin.
Qedexeya zewaca zarokan
Der barê zewaca zarokan de, temenê 18 sal hatiye diyarkirin û ji bo zewaca di 17 saliyê de jî şert û mercên gelekî tund tên danîn. Her wiha ji bo Mexrîbiyên ku li derveyî welat dijîn zewacên bê şahid jî tên kirin û ji bo çareserkirina nakokiyên navxweyî avakirina saziyên navbeynkar û lihevanînê jî di pêşnûmeyê de cih digre.
‘Girîng e lê ne bes e’
Seroka Komeleya "Destên Azad" Leyla Îmilî diyar kir ku ew guhertinên di zagonê de tên kirin girîng dibînin lê têr nakin û wiha got: “Erê, ev guhertin ji bo parastina mafên jinan û nêzîkbûna wekheviyê gavên girîng in. Lê belê qedexekirina zewaca zarokên keç daxwaza herî mezin a parêzvanên mafên jinan bû îstîsna. Zewaca di 17 saliya xwe de hê jî ji bo hemûyan derbasdar e.” Leyla Îmilî diyar kir ku ew ê binêrin ev pêvajo dê çawa di pratîkê de pêk were û ew ê ji bo pêkanîna hemû daxwazan bimeşin.