Parêzera Cezayîrî: Divê hin xalên Qanûna Cezayê bên guhertin
Parêzera Cezayîrî û aktivîsta mafên mirovan Ayşe Zimît diyar kir ku ji ber bêcezatî û efûkirina kiryaran tundiya li dijî jinan her diçe zêde dibe û got divê hîn xalên Qanûna Cezayê bên guhertin.”

RABÎA XERÎS
Cezayîr – Li Cezayîrê bi hinceta parastina ewlehiya malbatê efûkirina bersûcan, dibe sedem ku mexdûr li ber zextên civakî lewaz bibin. Ev rewş dibe sedem ku jin dest ji lêgerîna edaletê berdin.
Parêzera Cezayîrî û aktivîsta mafên mirovan Ayşe Zimît diyar kir ku li welat tundiya li dijî jinan zêde bûye û ji bo kiryaran tedbîrek baş nehatiye girtin, pêşniyar kir ku ‘alîkariya darazê were zêdekirin’ û hinek bendên di qanûna ceza de li ber çavan werin derbaskirin.
Ayşe Zimît wiha got: “Li Cezayîr her çendî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û derdorên zagonî bi hêz bibin, tedbîrên nû bigrin jî; rastiya li qadê tundiya giran û zêde ya li dijî jinan radixe ber çavan. Ev jî me ber bi vê pirsê ve dibe; ji vê rewşê kî berpirs e? Sererastkirinên zagonî kêm in, an jî pirsgirêk çavkaniya xwe ji kêmaniyên di hemû civakê de digre? Li vê derê divê newekheviya zayenda civakê û terzê mezinkirina zayenperestiyê ku xwe dispêre rola di avakirina civakê de divê li ber çavan were girtin. Jinên Cezayîrê di aliyê destkeftiyên ku bi dest xistine pêşketinên mezin encam dane. Ev pêşketin xwe di zagona hejmar 15,19 ku guherîn di qanûna ceza de kir û bi taybetî tundiya fîzîkî û derûnî li dijî jinan weke sûc dibîne xwe dide der. Lê belê qadê li dijî yên ku van sûcan dikin tedbîrên rast nehatine girtin.”
Di qanûna ceza ya Cezayîrê de cezayên têkildarî tundiya li ser jinan
Ayşe Zimît anî ziman ku li gorî madeya 266’an ya qanûna ceza kêmendamiya ku ji ber derb û birîndariya bi qesd ku 15 rojan derbas neke, kiryar ji 1 heta 3 salan cezayê girtîgehê digrin. Her wiha got ku ger 15 roj di ser re derbas bibe, ceza ji 2 salan heta 5 salên girtîgehê zêde dibe. Ayşe Zimît wiha domand: “Ger derb û birîndarkirin rê li ber kêmendamiya mayînde veke ceza wê bibe 10 heta 20 salên girtîgehê. Ger di encama tundiyê de mirin hebe lê belê armanca bi qest a mirinê tunebe, kiryar wê bi cezayê muebetê were cezakirin.”
Tundiya di nava malê de û ya aborî
Ayşe Zimît da zanîn ku tundiya aborî ji bo jinan tê wateya destdanîna ser çavkaniyên malî û wiha got: “Berê li hinek herêmên Cezayîrê jin ji mîrasê bêpar hatin hiştin. Di roja me de jî dahata jinên ku dixebitin, hewl tê dayîn ji aliyê bav, bira û hevjînên wan ve were kontrolkirin. Di salên dawî de, ‘şentaja dîjîtal’ ku awayekî nû yê tundiya li dijî jinan e zêde bûye. Gelek jin ji ber gefa rûmeta wan were binpêkirin rastî şantajê tên.”
Tundiya zayendî
Ayşe Zimît destnîşan kir ku tundiya zayendî cureyê herî xeternak ê tundiyê ye û wiha got: “Mexdûr ji ber kevneşopî û urf û adetên civakê û zextên malbatê gelek deman gilî nakin. Jin ji tirsa ku wê ji aliyê bira û hevjînên wan ve tol were rakirin bêdeng dimînin.”
‘Efûkirina kiryaran pêvajoya darizandinê disekinîne’
Ayşe Zimît da zanîn ku divê hinek madeyên di qanûna ceza de di ber çavan re werin derbaskirin û guherînên ku pêk tîne dema mexdûr kiryar efû bike sekinandina pêvajoya darizandinê rexne kir û got: “Jin bi hinceta parastina aramiya malbatê rastî zextên mezin ên civakê tên û gelek caran neçar dimînin giliyên xwe peşve bikşînin. Heta di hinek rewşan de jinên ku biryar didin bidomînin gef li wan tê xwarin.”
Rexneyên navneteweyî
Ayşe Zimît bal kişand ku Human Rights Watch, zagona ku di 2015’an de ket meriyetê, di rewşa ku mexdûr kiryar efû bike de ceza tê daxistin yan jî betalkirin û ev jî zexta civakî ya li ser jinan zêde dike. Ev rewş dibe sedem ku mexdûr serlêdana dadgehan nekin.
Pêşniyarên ji bo çareseriyê
Ayşe Zimît amaje bi wê yekê kir ku divê ‘alîkariya darazê were çalakkirin, yan jî jin ji ber rewşa aborî, ji bo xwegihandina edaletê neyên astengkirin divê ji mesrefa dadgehan muaf neyên girtin û got: “Lê belê tundiya li dijî jinan, wê tenê bi guherînên zagonî pêşî lê neyê girtin. Divê pergaleke perwerdeyê ku girîngî dide rola jinan di civakê de were avakirin. Di vî alî de tundiya li dijî jinan ne tenê hiqûqî, di heman demê de pirsgirêkeke çandî û civakî ye û ji bo çareseriya vê divê guherînên ji bingehê ve werin kirin.”