Li Godernê talana xwezayê: Ne dar ne mal û ne jî dîrok hiştin!

Li Geliyê Godernê yê ku bendava Farqînê tê çêkirin, texrîbat roj bi roj zêde dibe. Li geliyê ku ji bo lingên pirê beton tên rijandin, ji rewşa berê tu şop namîne, dînamîtên ku tên teqandin jî zirarê didin malên derdorê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Bi aktîfkirina bendava ku tê plankirin li navçeya Farqînê bê çêkirin re, nêzî 50 gundên Geliyê Godernê û yên girêdayî navçeyên Licê, Pasûr, Farqîn û Hazroyê dê di bin avê de bimînin. Bendava ku wê bibe sedema koçberbûna bi sedan kesan, hê beriya ku bikeve meriyetê hem zirarê dide zindiyên herêmê, hem jî avahiyên dîrokî. Dîmenên ku ajansa me li herêmê kişand asta texrîbatê nîşan dide. Gundiyên ku me der barê mijarê de hevdîtin bi wan re kir jî ji ber qirkirina ekolojîk bi gazin in.

Ji bo rê û lingên pirê bi sedan dar hatin birîn!

Amadekariyên çêkirina pirek di navbera Hezro û Pasûrê de di mehên zivistana par de bi birîna darên herêmê dest pê kir. Dema ji bo operasyonên leşkerî li herêmê bi hezaran dar hatin birîn, darên ku ji aliyê cerdevanan ve hatin jêkirin li kamyonan bar kirin û ji bo firotinê hatin pêşkêşkirin. Kamyon û kebçeyên ku ji bo pira li şûna darên tên birîn bê çêkirin dest bi amadekariyê kirin, darên ku mane jî yek bi yek dibirin.

Tiştên tên kirin qetliama xwezayî ye!

Li herêmê ji bilî birîna daran ji havîna 2023’an vir ve bi awayî tund dînamît tên teqendin. Herî dawî rojên borî ji bo pira ku bê çêkirin, li her du aliyên gelî dînamît hatin bicihkirin. Bi teqandina dînamîtên ku li ser zinarên mezin hatine bicihkirin re dengekî bilind hat û wêranî hat jiyîn, ji ber bandora hilweşandinê Pira Kevir jî zirarê dît. Ji ber ku tu tedbîr nehatin girtin, kevirên li aliyê Pasûrê yê pirê ketin. Li ser vê yekê riya ku li ser pirê derbas dibe û her du navçeyan bi hev ve girê dide ji trafîkê re hat girtin.

Ji bo pira dîrokî ya zirarê dibîne tu tedbîr nîn e!

Ji ber ku ji trafîkê re hat girtin li beşa ketina pirê boriyek beton hat danîn, li aliyê din a pirê jî leşker hene. Li qada ku ji bo pira nû dest bi kar kirine texrîbat çêbû û tê diyarkirin ku pir li gorî qereqolên li nuqteyên dijber cih digrin hatiye plankirin. Li geliyê ku bi hinceta ewlehiyê hem birîna daran, hem jî teqîna dînamîtan heye, texrîbata ekolojîk roj bi roj zêde dibe.

Teqîna dînamîtan zirarê da malan!

Şêniyên Gundê Pira Kevir ku em der barê mijarê de bi wan re axivîn, diyar kirin ku dînamît li nêzî malên wan tên teqandin û ji ber vê yekê di malên wan de derizandinên kûr çêbûne. Gundiyan diyar kirin ku gelî bi her awayî zirarek mezin dîtiye û bal kişandin ku qadeke bi daran hatiye dorpêçkirin, tenê ji bo rê hatiye traşkirin. Welatiyan, diyar kirin ku dînamît li cihekî nêzî malên wan tên teqandin û di her teqînê de ji ber tirsê neçar dimînin ji malên xwe derbikevin.

'Ji ber teqîna dînamîtan dîwar û banê malên me derizîn'

Ji şêniyên gund Gulistan Aydin, bal kişand ku tevî karkerên şantiyeyê xisara li malên wan dîtine û belge kirine jî teqîn nehatine sekinandin û diyar kir ku ji ber teqînan banê mala wê diherike. Gulistan Aydin, diyar kir ku mala xwe ya bi deyn çêkiriye ji teqînê zirarê dibîne û wiha got: “Berê di mala min de derzek jî tunebû. Niha di her ode û balkonê de derz heye. Berê ne av diherikî û ne jî tiştek dibû lê niha ji her derê av diherike. Her cara ku dînamît diteqe, em fêm nakin çi dibe. Hem zarokên me û hem jî em ditirsin. Bila êdî dawî li vê yekê bînin. Li vir ne dar, ne jî xweza hiştin, dixwazin em jî derkevin. Em vê mexdûriyetê qebûl nakin. Karker hatin wêneyên derizandinan kişandin û çûn lê tevî ku zirar dîtin jî teqînan berdewam kirin. Em bi cîranê xwe re çûn, bi wan re axivîn û me ji wan re got rawestin lê dîsa encam jê derneket.”

'Em pere naxwazin bila malên me yên ku zirarê dîtine tamîr bikin’

Gulistan Aydin, da zanîn ku divê zirara li malên wan çêbûye bê çareserkirin û wiha got: “Em ne pere ne jî tiştekî din dixwazin. Bila werin malêm me û zirara ku wan bûye tamîr bikin Tiştekî ku nekirin nema, aramiyek me hebû ev jî nema. Ji bo werim gund û vê malê çêbikim min gelek tişt jiyan. Niha wê bi dînamîtên xwe mala min hilweşînin. Li kêlaka me wê riyek derbas bibe. Li vir darek nehiştine, mirov nizane çi bibêje.”

'Em ji ber derzên dîwaran derve dibînin'

Nerîman Çaçan, da zanîn ku ji bo pira bê çêkirin ji welatiyên li gund dijîn re teklîfa kar hatiye kirin û diyar kir ku dixwazin bi gotina "Sîgorta û mûçeya asgarî heye” mirovan bidin xebitandin. Nerîman Çaçan, bi gotina “Hem malên me hildiweşînin û hem jî teklîfa kar dikin” bertek nîşanî rewşa heyî da û wiha got: "Li mala min 20 kolon hene, ji bo ku mala me saxlem be, me 20 kolon çêkirin. Niha werin û bibînin li ser her dîwarê bi qasî tiliyan derizîn heye. Em di dîwaran de derve dibînin. Mala min mala herî nêzî gelî ye û herî zêde mala min ji vê rewşê zirar dibîne. Rojên borî wê dîsa dînamîtan biteqandina, ez çûm û min wan rawestand. Dema ku em vê rewş ji muxataban re dibêjin, bersiva 'Dema teqîn bi dawî bibin, em ê werin û li derizînên mala we binêrin û alçiyê lêbidin’ didin me. Bi kîjan mafî vê yekê bi me didin jiyîn? “Em vê rewşê qebûl nakin.”

'Cihekî ku zirarî nedan nema’

Nerîman Çaçan, da zanîn ku têkildarî rewşa heyî çûne qeymeqamtiyê û wiha axivî: “Tenê em dixwazin malên me bên tamîrkirin. Li vir tu zirarek nema ku nedan xwezayê. Hemû tişta xwestin kirin, ji me û ji malên me çi dixwazin? Di demeke li her cihê erdhej çêdibe de, em qebûl nakin vê yekê bi me bidin jiyîn. Bila werin malên me tamîr bikin. Em di her teqînê de dikevin xwarê û leşker jî tên li bexçeyê me radiwestin. Zarokên min di her teqînê de pir ditirsin. Niha jî rê çêdikin, berê ji ber daran tu nikaribûyî gelî bibînî lê ji bo riyek bi hezaran dar birîn. Ne dar, ne mirov û ne jî ji tiştekî din ma."