Godernê tune dibe: Ekoqirkirin parçeyek polîtîkaya şer e!

Jinên ekolojîst, diyar kirin di Geliyê Godernê ku bi bendava li navçeya Farqînê ya Amedê tê çêkirin sûcê mirovahiyê tê pêkanîn û anîn ziman ku tehrîbat ji polîtîkayên şer cuda nîne.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Geliyê Godernê, bi Bendava Farqînê ku tê payîn di demek nêz de av bigre re, veguherî qadek ekoqirkirin ê. Bendava ku tevî hemû bang û çalakiyan derbasî jiyanê bêkirin, dê bandorek neyînî li jiyana herêmê bike. Bi birînên daran û teqîna dînamîtan a ku ji bo qada bendavê tê pêkanan re xweza tê hilweşandin, gelê ku li gundên derdora geliyê dijîn, mexdûriyet dijîn.

Gelî roj bi roj tune dibe!

Ji ber bendava ku wê 50 gundan di bin avê de bihêle Pira Kevir a dîrokî zirar dît, ji mehên havînê par vir ve bi hezaran darên herêmê ji aliyê cerdevanan ve hatin birîn. Ji bo pira ku wê geliyê bigihîne hev xebat didomin. Di pêvajoya çêkirina lingê pirê de kevirên geliyê bi dînamîtan hatin teqandin. Qada ku wê lingên pirê bên çêkirin, veguherî şantiyeyek mezin û rêya Pira Kevir a Qulp û Hazroyê girêdide hev ji trafîkê re hat girtin.

Platforma Ked û Demokrasiyê, beriya çend rojan ji bo li dijî qirikirina ekolojîk derbikeve xwest biçe herêmê. Di çalakiya ku bi dehan kes beşdarbûn de pêşiya heyeta ku xwest serdana geliyê bike, ji aliyê leşkeran ve hate girtin. Leşkerên ku bi barîkat û TOMA'yên li ser rê bicîhkirine destûr nedan heyet derbasî herêmê, hincet jî 'ewlehî' nîşan dan. Ekolojîstên ku bertek nîşanî rewşê dan, diyar kirin ji bo geliyê pêwîstî têkoşînek hevpar heye. Jinên tevlî çalakiyê bûn jî, diyar kirin ev qirkirin ji polîtîkayên şer ên li erdnîgariya Kurdistanê tên meşandin cuda ne şîrove kirin.

'Berteka tê nîşandan û têkoşîna tê dayîn sinordar e’

Endama Komeleya Ekolojiyê Leyla Çite, da zanîn hemû xebatên li herêmê tên kirin sûcek mezin e. Leyla Çîte da, balkişand têkoşîna li dijî vê talanê ya hem li dijî ekolojîk û hem jî mirovan tê kirin jî sinordar e û wiha got: "Li seranserê Tirkiyeyê di hevkariya şîrket û netew de rêveberiyek serwer a mêr tê meşandin. Xweza jî ji bo wan tenê qadek kedxwarî ye. Em xweza wek tevahiyek jiyanê dibînin. Asta ekoqirkirin a li erdnîgariya me tê meşandin hîn zêdetir girantir dibe. Têkoşîna ku li vir li dijî qirkirinê tê meşandin, tê krîmînalîzekirin. Ev îro li vir li dijî Bendava Farqînê cara ewil çalakiyekî pêknaynin. 12 salin tevî hemû îtîrazên giştî ya gel û parêzvanên jiyanê jî çêkirina vê bendavê berdewam dike. Di meha borî de jî Pira Kevir zirarek mezin dît. Hem li dijî xwezayê û hem jî ji dîrokê re êrîşek topyekûn tê meşandin.”

'Ev tehrîbat ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye'

Leyla Çite, diyar kir polîtîkaya qirkirinê ku di geliyê de li dijî hemû zindiyan tê meşandin, ji polîtîkayên şer cuda nîne û wiha got: “Em dibêjin piştî ku Bendava Farqînê bikeve meriyetê, di salên pêşiya me de avhewaya bajêr biguhere. Tevahiya ekopergala welat jî biguherîne. Li vir piştî ku gundi di bin avê de bimînin, wê neçarî koçberiyê bên kirin û ji ziman, dîrok û çanda xwe bên dûrxistin. Hem polîtîkayên bêmirovkirin û hem jî bêjiyan kirin tên meşandin. Bi milyonan cureyên zindî wê bi topyekûn bên tunekirin. Lewma dema em dibêjin şer hilweşandina herî mezin a ekolojiyê ye rastiyan dibêjin.”

'Ev der cihê sûc e'

Endamê Komîsyona Edaletê ya Demsalan Melis Tantan jî anî ziman li Kurdistanê polîtîkayek qirkirinê ya pergalî tê meşandin. Melis Tantan, balkişand ku ev polîtîka ji polîtîkayên ewlekariyê ne serbixwe ye û da zanîn li dijî êrîşên topyekûn yekane çareserî aştî ye. Melis Tantan, bal kişand li ser girîngiya têkoşîna hevpar û yek dengî û wiha got: “Ev projeya bendavê projeyek tunekirina hemû jiyana li vê geliyê ye. Li Kurdistanê ne ewil e û wê projeya dawî jî nebe. Îdîa dikin ku bi polîtîkayên ewlehiyê ev bendav çêkirine. Lê ev bendav tenê zirar didin herêmê. Ev rewş nîşanî me hemûyan dide ku yekane çareserî aştî ye. Heta aştî nebe, ev tehrîbata ekolojîk û polîtîkayên şer nayê rawestandin. Ev der hem cihê sûcê ekoqirkirin û hem jî mirovqirkirin e. Mixabin pêvajoya ku duh li Îliçê qetlîamek hat jiyîn, li tevahiya erdnîgariyê belavbû didome. Em bang li hemû kesan dikin li dijî ev operasyonan hevgirtin nîşan bidin û dengê xwe bilind bikin. Li dijî vê polîtîkaya talanê, yekane çareserî aştî û têkoşîna hevpar e.”