‘Bi dûmana reş ronahiya Newrozê tarî nekin’

Bi boneya nêzîkbûna cejna Newrozê, îro Komîteya Jîngehê ya Dibistana Hittîn û Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehê li bajarê Qamişloyê bi daxuyaniyekê banga parastina jîngehê kirin û xwestin ji bo pêxistina agir plastîkên ku derdorê qirêj dikin neşewitînin.

Qamişlo- Bi boneya nêzîkbûna cejna Newrozê ya ku sembola nûbûna xwezayê ye; gelê Kurd di 21’ê Adara her sal de bi vêxistina agir Newrozê pîroz dike. Komîteya Jîngehê ya Dibistana Hittîn û Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehê ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke çapemeniyê di bin dirûşma “Bi dûmana reş ronahiya Newrozê tarî nekin” dan. Di daxuyaniyê de Newroz li gelê Kurd pîroz kirin û bang li hemû endamên civakê kirin ku pîrozkirina Newrozê ji cewherê wê dernexin û ronahiya agirê wê bi dûmana reş a ji ber şewitandina plastîkan venemirînin.

‘Diyardeyeke neyînî ye bandorê li xweza û mirovan dike’

“Cejna Newrozê ya ku sembola nûbûna xwezayê, hezkirin, yekitî û şahiyê ye, em li hemû gelan û pêkhateyên herêmê pîroz dikin. Di van salên dawî de, di encama zext û zordariya bi dehan salan, rêgirtina li pîrozkirina cejna Newrozê û nehiştina pêxistina agirê Newrozê, hinek diyardeyên neyînî ketine nava awayên pîrozbahiyê, di nav wan de diyardeya şewitandina teker (dolaban) di şeva Newrozê de heye. Ev yek dibe sedema bandorên neyînî hem li ser jîngehê û hem jî li ser tenduristiya mirovan, ji ber ku malzemeyên plastîk in dema ku dişewitin gazên jehrî yên weke; gaza karbonmonoksîtê co, gaza karbondîoksîtê CO2, gaza sulfurdîoksîtê (SO2). Gaza H2H û keriyên hişk ên raxistî.

Ew di heman demê de dibin sedema diyardeyên metirsîdar ên wekî germbûna gerdûnî, barana bi asîd û nexweşiyên giran ên tansiyonê, ji bilî wê jî  diyaredeyek ne şaristanî ye.

‘Ji bo parastina jîngeh û jiyanê bibin alîkar’

Lewma rastiya Newrozê weke roja rizgarbûna ji bindestiyê û destpêka biharê û agirê wê ku sembola azadiyê ye, bi rêbazên ku zirarê li  jîngeh û tenduristiya gel dikin, pêk nayê. Em weke Komîteya Jîngehê ya Dibistana Hittîn û Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehê  bang li malbatên xwe, komîn, hêzên ewlekariya hundirîn, komel , rêxistin û parêzvanên jîngehê dikin ku ji bo rawestandina vê diyardeyê hevkariyê bikin. Ev dîyarde der barê rastiya Newrozê û sembolîzma agirê wê de nêrîneke ne rast û ne şaristanî ye.”