Çalakvan Bêrîvan Şasuar: Jin dostên xwezayê ne û jîngehê diparêzin

Pispor û çalakvana jîngehê Bêrîvan Şasuar diyar kir ku jin dostên xwezayê ne rola wan di parastina jîngeha ku tê de dijîn heye û divê yên ku dibin sedema qirêjbûna jîngehê werin cezakirin.

NÎHAYET EHMED

Silêmanî- Di 16’ê Nîsana sala 1987’an de rejîma Baasê bi bombeyên Napal herêma Şêx Wesan û Balistanê ya girêdayî Hewlêrê kîmyabaran kir. Dola Balîsan yekem qurbanê çeka kîmyawî bû, di wê kîmyabaranê de 264 welatî jiyana xwe ji dest dabûn û zêdetirî 600 welatî jî birîndar bibûn. Di sala 2008’an de parlamentoya Herêma Kurdistanê roja 16’ê Nîsanê weke Roja Jîngehê diyar kir.

Li herêma Kurdistanê her sal di vê rojê de çalakiyên cur be cur tên lidarxistin. Li seranserê Herêma Kurdistanê gelek dar tên çandin. Di vê der barê de pispor û çalakvana jîngehê Bêrîvan Şasuar diyar kir ku jîngeh hemû tiştên li derdorê ne. Ji ber jîngeh zêdetir bandorê li ser tendirustiya kesan dike.

Bêrîvan Şasuar wiha behsa rol û bandora jinan di parastina jîngehê de kir û got: “Jin dostên xwezayê ne, çawa ji xwezaya xwe hez dikin û paqij digrin, bi heman awayî jîngeha derdorê jî diparêzin zêdetir girîngî didin şînkirina derdorê. Ji mala xwe dest pê dikin heta cihên ku kar tê de dikin û bandora jinan  di parastina jîngehê de li ser giştî malbat û civakê heye.”

‘Divê li cihên giştî xizmetguzarî zêdetir hebe’

Bêrîvan Şasuar da zanîn ku divê li cihên giştî û seyrangehan xizmeteguzarî zêdetir hebe û got: “Erkên rêveberiya pêwendîdar ew e ku bi giştî û desteya geştûguzarî bi taybetî bajar û gundan biparêze, tiştên ku dibin sedema qirêjiya jîngehê kêm bikin û girîngî bidin parastina av, hewa û xakê. Paqijgirtina jîngehê erka nîştimaniyê ye. Gelek caran bi destwerdana siyaset û berpirsyariya desthilatdariyê, cihan diyar dikin ji bo projeyan û daran dibirin ev jî ziyanê dide jîngehê. Weke jîngehparêz divê em her cihî şîn bikin ji bo bajar xweşik bibe ev jî dibe sedema parastina xakê.”

‘Perwerdeya şexsî rola çêbûna hestên parastina jîngehê zêde dike’

Bêrîvan Şasuar bal kişand ser bandora perwerdeyê di hezkirina xak û jingehê de û wiha pê de çû: “Dayik di malbatê de xwedî rola sereke ne di avakirina hestên hezkirina ji bo jîngehê û xwezayê de hezkirina herêmê zêde dike û got: “Perwerdeya dayik û malbatê wisa li me dike em dest bi parastina jîngehê bikin. Li gel wê jî têkelbûna di nava pirsa jîngeh, siyasî, civakî, darayî û partiyan heye. Ji ber wê gelek caran alî parastina jîngeha navçeyê weke yê xwe nabîne. Piraniya rêxistinên parastina jîngehê û çalakiyên di aliyê jîngehê de ji aliyê jinan ve tê rêveber in, ji ber jin her dem di hemû aliyan de parastina nirxê mirovahiyê weke rol û erka xwe dibînin. Jinên ciwan ji bo xizmetkirina xwezayê dengên xwe bilind dikin û dixwazin jîngeha wan were parastin û ji bo parastina ajalên kovî û parastina lawirên zindî têkoşînê dikin.”

‘Divê li dijî yên ku jîngehê qirêj dikin cezayên giran hebin’

Çalakvan jîngehê Bêrîvan Şasuar destnîşan kir ku erkên berpirs û rêveberiyên jîngehê ew e ku jîngehê biparêzin û rê nedin xebatên ku dibin sedema qirêjbûna jîngehê û wiha bi dawî kir: “Erka berpirsên bajaran ew e ku cezayên giran bidin kesên ku jîngehê qirêj dikin û zagonek giran ji bo cezakirina wan derbixin. Rê li zêdebûna hejmara wesayîdan bigrin, zagon û ceza ji bo cezakirinê daynin, rê li kesên ku dibin sedema ji holêrakirina ajalên kovî û cihên xwezayî û destdirêjkirina li ser jîngehê bigrin.”