Bi projeya ‘Blue Tyre’ ji bo pirsgirêkên hawirdorê li çareseriyan digerin

Li bajarê Tyre yê başûrê Lubnanê der barê pêşketina derya û peravan de bi projeya ‘Blue Tyre’ hedef dikin ku li dijî qirêjiya derya û hewardorê çareseriyek navneteweyî bi pêş bixin.

FADÎA JUMAA

Beyrûd - Li bajarê Tyre yê başûrê Lubnanê der barê pêşketina derya û peravan de  projeya ‘Blue Tyre’ hat destpêkirin. Projeya ku ji aliyê Ajansa pêşketina neteweyî ya Îtalyan ve piştrgirî jê re tê dayîn di vê çarçoveyê de 5 jin di nav de şandeyek ji 8 kesan beşdarî komxebata ku li Îtalyayê ya der barê hawirdorê de hat lidarxistin bûn.

Di çarçoveya projeyê de beşdaran bi riya avakirina sîstemên planên herêmî, pêkanîna xebatên hewldanan de, Tyre hewl dide bi pêşektina herêmên derya û peravan sûdê bide. Proje hedef dike ku metirsiyên der barê guherîna avhewayê de û pêkanîna tedbîran de şopandina hawirdor û rêveberiya bermahiyên derya û peravan ji bo pêwîstiya xwegihandinê bi cih bîne meqamên xwecihî û civakê hedef dike. Her wiha bi kampanyayek hişyarkirina di warê hawirdorê de û têkoşînê li dijî çopên li derya û peravan bikin.  

‘Ji bo hawridoreke baş komxebatek girîng bû’

Li ser navê şaredariya Tyreyê endezyara Înşaetê Kawthar Qutaish beşdarî komxebatê bû, der barê proje û komxebatê de ev agahî dan: “Tyre bi Derya Spî, bajarekî xwedî derya û peravê ye loma girîng e. Xebatên me di asta civakî, aborî û hawirdor de berdewam bikin. Armanca me ew e ku me teşwîq bike gelek proje û hewldanan digre nava xwe. Yek ji van projeyan jî şaredariya Trikazî ya li başûrê Îtalyayê ye û hinek Îtalyan di nava hevkariyê de ji projeya Tyre Şîn ku ji aliyê Ajansa Pêşketina Neteweyî ya Îtalyan ve bû, komxebat ji bo dayîn û standina fikir û ceribandinan sûd bigrin girîng bû. Em li gel hinek serokên komeleyan hatin ba hev, li ser bikaranîna cihên civakî yên li Tyre û Puglia û pêşxistina wê em axivîn. Civîn bi awayê ku sûdê bidin her du welatan hawirdora ku were berdewamkirin û pêşxistina derya û peravan hedef dike em di wê fikrê dene wê bi sûd be.”

‘Komxebatê sûdeke baş da me’

Aktivîsta hawirdorê Mariam Bazzî ku beşdarî komxebatê bû da zanîn ku der barê zindiyên deryayê û şkêvlatokên deryayê de û avakirina avahiyan de xebat dane meşandin û got: “Min di temenekî ciwan de dest bi dilxwaziyê kiriye û ceribandinên min ên dilxwaz û yên ku min bi xebatên qadê bi dest xistin bi pêş ketin. Der barê derya û hawirdora peravan de eleqeya min her roja ku çû zêde bû. Di çarçoveya projeye de ez beşdarî komxebatê bûm, min Mansurî Fever a li başûrê Lubnanê temsîl kir. Perwerdeya ku min dît ji bo min gelek girîng û bi sûd bû. Vê komxebatê gelek sûd da min. Di aliyê parastina hawirdorê de civaka Îtalyan û Lubnan di kîjan beşê de bên ba hev me dît.”  

‘Ne tenê hawirdor em li ser gelek pirsgirêkên din ên civakî sekinîn’

Raneem Tahan a ekolojîst û beşa biyolojiyê ya deryayê ya zanîngeha zanistê ya Lubnanê xwendiye der barê projeyê de wiha got: “Navenda Zanista Derya ya neteweyî ya Lubanên ji bo ez mijarên deryayê lêkolîn bikim derfetek baş dan min. Ceribandina Îtalyayê ji bo min gelek bi nirx bû. Pirsgirêkên hawirdorê yên li Îtalyayê dişibin ên Lubnanê û ev civak ji bo ziyanê nede hawirdorê, çareseriyên ku dîtine û rêbazên hişyarkirina civakê divê em jê sûdê bigrin. Ev perwerde di warê hemû pirsgirêkan de ji bo min riya çareseriyê nîşan dan. Mînak bi awayê ku sûdê bide hemû civakê em ê çawa tevli bin em axivîn. Kapasîteya me heye lê belê cihekî ku van kapasîteyan bîne ba hev tune ye, vê jî min be rbi wê yekê ve bir ku ez fikrên xwe di çarçoveya civakê de berfireh bikim.”