Navê Tekoşînê 8’ê Adarê: Jinên cîhanê dev ji tekoşîna jiyana wekhev bernadin-DOSYA 1

Jinan li hemberî desthilatdariya mêr di sedsala 21’emîn de jî dest ji avakirina jiyana wekhev bernedan û tekoşîna xwe didomînin. Her çendî li 114 welatan wekheviya zayendî pêk nehatiye jî berxwedana jinan a ji bo hebûn û mafên wekhev didome.

DELAL SARI

Navenda Nûçeyan- Bi milyonan zarokên keç û jin di cîhaneke ku tê de maf, derfet û temsîliyeta wan a wekhev tune ye, dijîn. Gavên ku ji bo mafên wekhev ên jin û zarokên keç ku ji ber newekheviya zayendî di gelek qadên jiyanê de tên paşguhkirin, tên avêtin jî têrê nakin.

Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê de weke ekîba NUJÎNHA'yê ji bo balê bikşînin ser têkoşîna jinên cîhanê, Rojhilata Navîn û jinên Kurd em dosyaya xwe ya ji 3 beşan a bi navê "Navê Berxwedanê 8'ê Adarê ye" pêşkêşî xwendevanên xwe dikin. Di beşa yekem a dosyaya xwe de em ê têkoşîna jinên cîhanê ji 8’ê Adarê vir ve û zextên li ser jinan binirxînin.

Jin û zarokên keç bi xizaniyeke giran re rû bi rû ne

Di Armancên Pêşkeftina Berdewam (SDG) de: Rapora Rewşa Wekheviya Zayendî ya 2023’an de" de, tê pêşbînîkirin ku bi rêjeya heyî, heya sala 2030’an, zêdetirî 340 milyon jin û zarokên keç ku ji sedî 8 ê nifûsa cîhanê pêk tînin, wê xizaniya giran bijîn. Li gorî raporê; ji sedî 26,7 jin di meclisan de, ji sedî 35,5 di rêveberiyên herêmî de, ji sedî 28,2 jî di asta payebilind ên cîhana karsaziyê de ne. Tê pêşbînîkirin ku krîza avhewayê dikare 158 milyon jin û zarokên keç  ber bi xizaniyê ve bibe. Jinên temenê wan mezin li gorî merên temenê wan mezin hîn zêdetir rastî xizanî û şîdetê tên. Li tu welatekî cîhanê şîdeta kesên nêz bi temamî ji holê ranebûye. Hejmara welatên ku sîstemên wan ên berfireh ji bo misogerkirina wekheviya zayendî û bihêzkirina jinan hene û dikarin di van waran de budçeyê veqetînin tenê 27 e.

Ferqa dahatê zêde ye

Hin encamên din ên di raporê de wiha ne: Bi leza heyî, li gorî texmînan 110 milyon zarokên keç û jinên ciwan dikarin heta sala 2030 ji perwerdehiyê bêpar bimînin. Di navbera jin û mêran de ferqa hêza kar û dahatê zêde ye. Li seranserê cîhanê, jin li beranberî 1dolarê mêran 51 cent qezenc dikin. Ji sedî 90’ê mêran di heyama herî berhemdar a jiyana xwe ya kar de beşdarî hêza kar dibin, ev rêje ji bo jinan 61,4 e. Li gorî rêjeya pêşkeftinê ya heyî, jinên nifşê bê, bi navînî, rojane 2,3 saetan ji mêran zêdetir lênihêrîna bê heqdest û karên malê bikin.

Wekheviya zayendî li 114 welatan pêk nehatiye

Li gorî rapora gerdûnî ya ku ji aliyê UN Women û UNDP ve di Konferansa Jinan a sala borî de bi hev re hat weşandin; li cîhanê ji sedî 1’ kêmtirê jin û zarokên keç li welatên ku destûr tê dayîn jin bi hêz bibin û wekheviya zayendî pêk tê dijîn. Di lêkolîn û lanketên berfireh ên li ser cihêkariya zayendî ya li 114 welatan ji bo raporê hatin kirin de, hate diyarkirin ku ji 114 welatan yek jî bi tevahî nikare wekheviya zayendî pêk bîne. Hat diyarkirin ku li cîhanê 3 milyar û 100 hezar jin cudahiya zayendî dibînin û ji sedî 90’ê jinan neçar in li welatên ku wekheviya zayendî lê kêm û têrê nake bijîn.

Tenê 14 welat bi tevahî parastina qanûnî didin jinan

Dîsa li gorî rapora "Business and the Law 2023"; li cîhanê tenê 14 welat parastina qanûnî ya tam didin jinan. Li Belçîka, Kanada, Danîmarka, Fransa, Yewnanistan, Îzlanda, Îrlanda, Letonya, Luksemburg, Portekîz, Spanya, Swêd, Elmanya û Hollandayê bi awayekî qanûnî bi tevahî mafên wekhev ji bo jin û mêran tên dayîn. Di raporê de ku 190 welat di warê dabînkirina mafên wekhev ên qanûnî ji hemwelatiyên xwe yên jin û mêr re, di pîvana 0-100 de hatine nirxandin, ji 190 welatan tenê 99 welat bûne 80 û jortir lê hinek welat di rêza herî jêr de ne. Elmanya û Hollanda di sala 2023’an de bi puana wekheviyê 100’î tevlî welatên din bûn. Wekhevkirina mafên îzna dê û bavê ya her du welatan di navbera zayendan de rêzikname bûn ku puanên wan zêde kirin. Li Elmanyayê bi guhertina zagonên ku mafên wekhev di nav xwe de dihewîne, yekem car bi yek puanê re ji sedî 100 wekhevî bi dest xist.

Şerîa Rojava Xeza, Yemen, Sûdan û Qatar di warê mafên wekhev de di rêzên dawî de ne

Ji 190 welat û herêmên hatine nirxandin, 99 ji wan 80 an jî jortir puan girtin. Hejmara welatên ku ji sedî 80 wekheviyê pêşkêş dikin, di sala 2021’ê de ji 94, di sala 2022’n de gihîştiye 98. Di sala 2019’an de Erebistana Siûdî ya ku di sala 2019’an de di rêza dawîn da bû, piştî qanûnên nû yên ku li welat hatin sepandin, puanê xwe zêde kir û niha ji sedî 71,3 di rêza 136’an da ye. Şerîa Rojava û Xezaya ku di rêzbendiya sala 2023’an de bi 26,3 puanan ve di rêza dawî da bûn, Yemen bi 26,9 pûanan, Sûdan bi 29,4 puanan û Qeter jî bi 29,4 puanan de ye. Pûana Women, Business and the Law " a Tirkiyeyê di sala 2022'an de bi 82,5 puanan di nav welatên di ser 80'î re bû. Ji ber ku di sala 2023’an de tu pêşketinên qanûnî nehatin kirin, puana wekheviya zayendî di 82,5’an de ma.

Ji sedî 54’ê kesên di şert û mercên koletiya modern de dijîn jin û zarokên keç in

Her çendî li cîhanê qedexe be jî koletî bi awayê "koletiya modern" berdewam dike ku her cure îstîsmarê weke karkirina bi darê zorê, zewaca bi darê zorê, îstîsmara zayendî ya bazirganî û bazirganiya mirovan dihewîne û tê wateya ji holêrakirina azadiya mirovan. Li gorî rapora ku di sala 2023’an de ji hêla Weqfa Walk Free a Avusturalyayê ve hat weşandin ku daneyên 2021’ê wekî çavkanî texmînên ILO-yê dihewîne; hejmara mirovên di şert û mercên koletiya modern de dijîn, di 5 salên dawî de ji sedî 25 zêde bûye, 49,6 mîlyon e. Ev hejmar li gorî daneyên sala 2016’an 10 milyon kes zêde bûye.

Koletiya modern herî zêde li welatên qelebalix tê dîtin

Ji wan kesên ku di şert û mercên koletiya modern de dijîn ji çaran yek  zarok in, ji sedî 54 jin û zarokên keç in. 27,6 milyon kes bi zorê dixebitin û 22 milyon kes jî bi darê zorê tên zewicandin. Di lîsteya 160 welatan de çar rêzên pêşîn Koreya Bakur, Erître, Morîtanya û Erebîstana Siûdî ne. Tirkiyedi rêza 5’an de ye. Tirkiye hejmara koleyên modern ên ku digihêje 1 milyon û 320 hezarî, li herêmên Ewropa û Asyaya Navîn di rêza yekemîn de ye. Nêzîkî 25 mîlyon û 62 ji sedî koleyên modern ên li seranserê cîhanê li Asya Pasîfîkê dijîn. Tê zanîn ku li vê herêmê ji sedî 66’ê koleyan bi zorê dixebitin û ji sedî 34 jî bi zorê tên zewicandin. Koletiya modern li herêmê herî zêde li Koreya Bakur, Afganîstan û Pakistanê ye, hejmara koleyên modern li welatên nifûsî yên wekî Hindistan, Çîn û Pakistanê herî zêde ye. Tê texmînkirin ku li Afrîkayê 9 milyon û 240 hezar koleyên modern hene. Ev reqem ji sedî 23’ê hejmara koleyên nûjen ên li seranserê cîhanê ye. Li vir ji sedî 37 koleyên modern bi darê zorê tê xebitandin û ji sedî 67 jî bi zorê tên zewicandin. Li parzemînê 400 hezar kes mexdûrên îstîsmara zayendî ne. Li Afrîkayê koletiya modern herî zêde li Erître, Burundî û Komara Afrîkaya Navîn tê dîtin.

Tê texmînkirin ku li Amerîkaya Bakur û Başûr bi qasî 2 milyon koleyên modern hene. Ev tê wateya ji sedî 5 koletiya li cîhanê. Ji sedî 66’ê koleyên modern ên li Amerîkayê bi zorê dixebitin, ji sedî 34 jî bi zorê tên zewicandin. Dema ku koletiya modern herî zêde li Venezuela, Haîtî û Komara Domînîkî ya li vê parzemînê ye, hejmara koleyên modern li welatên pêşketî û ber bi pêşketinê ve ye yên wekî DY, Brezîlya û Meksîka herî zêde ye.

Hejmara koleyên modern ên li Ewropa û Asyaya Navîn ku mazûvaniya welatên herî pêşketî yên cîhanê dikin, derdora 3,5 milyon e. Ev tê wê wateyê ku ji sedî 9 koleyên modern ên cîhanê li van herêman dijîn. Li van herêman rêjeya zewaca bi darê zorê ji sedî 9 e, ji sedî 91’ê koleyên modern di bin şert û mercên nebaş de neçar dimînin bixebitin. Ewropa û Asyaya Navîn jî ji sedî 14’ê bûyerên îstîsmara zayendî li seranserê cîhanê ne. Li Ewropa û Asyaya Navîn, Belarûs, Turkmenistan û Makedonya wekî cihên ku koletiya modern bi rêjeyên bilind tê dîtin derdikevin pêş.

529 hezar ango ji sedî 1 koleyên modern ên cîhanê li Nîvgirava Erebistanê ne. Li Nîvgirava Ereban ku ji Omanê heta Sûriyeyê, ji Urdunê heta Emîriyên Yekbûyî yên Ereban bi giştî 11 welatên Ereb lê hene, ji sedî 67’ê van koleyan bi zorê dixebitin, ji sedî 33 jî bi zorê tên zewicandin. Rastiya van rêjeyan ne diyar e ji ber kêmbûna daneyan di civakên erebî de, ku tenê ji sedî 2’ê nifûsa cîhanê pêk tînin. Li aliyê din koleyên modern li Sûriye, Iraq û Yemenê tên dîtin ku herêmên pevçûn herî zêde li vê herêmê ne. Ev kole ji sedî 76’ê hemû koleyên li Nîvgirava Erebistanê pêk tînin.

Şer û pevçûn heyî mafên jinan paşde dixe

Li gorî daneyên 2022’an; li seranserê cihanê li zêdetirî 40 herêmên şer û pevçûn berdewam dikin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî yên sala 2021’ê, ji ber şer û pevçûnan li seranserê cîhanê hejmareke rekor a 89,3 milyon mirov ji ber şer, tundî, zilm û binpêkirinên mafên mirovan, ji cih û warên xwe bûn. Bi salên dirêj re, li Sûriye, Somalî, Yemen, Afganistan, Keşmiş, Myanmar, Îsraîl-Filistîn, Koreya Bakur-Başûr, Rûsya-Ukrayna, Kolombiya, Endonezya, Sahraya Rojava, Kongo, Fîlîpîn, Tirkiye, Etiyopya û Mozambîkê şer û pevçûnên berdewam dikin, di nav pirsgirêkên herî girîng bû ku mafên jinan paşve dixin.

Şer û pevçûn bi taybetî jin û zarokan bi pirsgirêkên weke nexweşî, tundî, bazirganiya mirovan, kedxwariya kar, zewaca zarokan, mirina dayik-zarokan û xwenegihandina tenduristî, perwerde, xizmetên tenduristiyê yên zayendî û zayînê re rû bi rû dihêle. Di rapora "Şerê li ser Zarokan Rawestîne" ku Weqfa Save the Children ya navenda wê li Îngilistan e di sala 2019’an de weşand, hat diyarkirin ku li cîhanê 420 milyon zarok li herêmên pevçûnên tund dijîn. Bi daneyên rojane re tê texmînkirin ev hejmar zêdetir e. Li gorî rapora "UNICEF’ê: Cîhanê di sala 2018'an de zarokên di pevçûnê de neparastî” "binpêkirinên giran" ên mafên zarokan di pevçûnên cîhanê de ji sala 2010'an û vir ve 3 qat zêde bûn.

Ji sê jinan yek herî kêm carek rastî tundiyê tê

Newekheviya zayendî tundiya li dijî jinan jî li seranserê cîhanê zêde dike. Li gorî daneyên UN WOMEN 2023, tê texmînkirin ku yek ji sê jinan li seranserê cîhanê herî kêm carek di jiyana xwe de rastî tundiya fizîkî an jî tundiya zayendî ya hevjînê xwe, an jî ji aliyê kesên nezewicandî ve rastî tundiya zayendî yan jî herduyan hatine. Ji her sê jinan yek jin, di tevahiya jiyana xwe de ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundiya fîzîkî an zayendî tên. Di sala 2021’an de 45 hezar jin ji aliyê hevjînên xwe an jî ferdên malbatên xwe ve hatin qetilkirin. Ango her saetek zêdetirî 5 jin an jî zarokên keç hatin qetilkirin.

Li her parzêmînê hema hema her welatê pirsgirêkên wek cudakariya zayendî, tacîza zayendî, tecawûz, tundî, qetilkitin, kedxwariya keda male, qedexeya kurtajê, şer, zewacên di temenek biçûk, zû û bi dare zorê de, bêkarî, xizanî, negihîştina perwerdehiyê, mûçeyên kêm û karkirina bêewle di nava pirsgirêkên herî girîng a jinan de cih digre.

Jin dest ji avakirina jiyana nû bernadin

Ev wêneyê neyînî yê li cîhanê, jinan di sedsala 21’emîn de jî li welatên dijîn dest ji biryardariya xwe ya avakirina jiyanek wekhev a li dijî patriyarkayê bernedan. Jin li welatên herî dewlemend, herî pêşketî û herî dewlemend ên cîhanê jî têkoşîna xwe ya wekheviyê berdewam dikin. Mînak, tevî ku li Îzlandayê tevgera jinan gavên mezin avêtibe jî, heta niha ji bo qadên dikarin bên başkirin têkoşîna xwe didomîne. Îzlanda ku zêdetirî deh salin li cîhanê di rêza yekemîn a wekheviya zayendî de cih digre, li parlamentoyê ji sedî 47,6 a nûnertiya jinan re, li Ewropayê xwedî yek ji parlamenên ku rêjeya herî zêde ya jinan heye. Her wiha rêjeya îstîhdamê ya jinan li gorî parzemînê pir zêde bilindtir e. Di sala 2021’an de rêjeya îstîhdamê ji sedî 77,5 pêkhat. Li herêma Euroyê ev rêje ji sedî 67,5 e. Lêbelê di hin karan de jin li gorî mêran ji sedî 21 kêmtir mûçe distînin. Her wiha tê diyarkirin ji sedî 40’ê jinan di jiyana xwe de rastî tundiya zayendî hatine.

Peymana Stenbolê li welatên YE’yê ket meriyetê

Destkeftiyên ku jin bi têkoşîna xwe li welatekî bi dest xistin, bandor li jinên welatên din jî dike. Mînak, tevgera "pêla kesk" a ku li Amerîkaya Latîn mafê kurtajê diparêze, di van salên dawî de li gelek welatan bû sedem ku kurtaj ji çarçoveya sûc derbikeve. Dîsa Tirkiye bi keda tevgera jinan re, bû yekemîn dewleta ku Peymana Stenbolê îmze kir û ev Peyman niha li 27 welatên YE’yê ketiye meriyetê. Piştî muzakere û xebatên parêzvaniya bi salan a saziyên sivîl û aktîvîstên jin ên li Ewropayê, Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) bi erêkirina beşdarbûna Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Peymana Stenbolê gaveke dîrokî avêt. 27 welatên endamên YE’yê Peymana Stenbolê bi fermî xistin meriyetê. Navê fermî yê Peymana Stenbolê ya yekemîn belgeya navneteweyî ku pênaseya tundiyê tê kirin, ji bo pêşigirtina tundiyê tedbîrên tedbîrên hiqûqî û siyasî tên girtin jî "Peymana Pêşîlêgirtin û Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê û Tundiya Nava Malbatê ya Konseya Ewropayê” ye.

Peymana Stenbolê, wê ji bo welatên YE’yê yên muhafizakar ên wek Bulgaristan, Komara Çek, Macarîstan, Letonya, Lîtvanya û Slovakya ku beriya niha Peymanê red kiribûn jî derbasdar bibe. Bi biryara ku di Gulana 2023'an de hatibû girtin re, wê di tevahiya yekîtiyê de bê pêkanîn. Welatê Tirkiye ku yek ji îmzakarê peymanê ye jî, di 20’ê Adara 2021’an de ji Peymanê vekişiya!

Pênaseyeke hevpar a sûcê destdirêjiyê hat avakirin

Dîsa Yekitiya Ewropayê (YE) bi armanca têkoşîna tundiyê ya li dijî jinê re yekemîn yasaya di navbera welatên endam de qebûl kir. Lê di yasayê de pênaseyek hevpar a sûcê destdirêjiyê nehate avakirin. Piştî muzakereyên bi mehan domkir, 14 welatan pênaseya ku ji 11 welat pejirandin asteng kir. Di nava welatên ku pênaseyê asteng kirin de ji bilî welatên Ewropaya Rojhilat ên wekî Bulgarîstan, Macarîstan û Komara Çek, Fransa, Almanya û Hollanda jî cih girtin. Ji bo pêşnûmeya yasayê bikeve meriyetê divê ji aliyê Parlamentoya Ewropayê û Konseya Ewropayê ve bi awayekî fermî bê qebûlkirin. Ji aliyê din pêşnûme zewaca bi dorê zorê û sinetkirina jinan jî di nav de cureyên tundiyê yên li dijî jinan wek sûc qebûl dike.

Bangên aştiyê didomin

Bi sed hezaran jin, li gelek welatan di çalakiyên protesto yên li dijî şerên didomîn de di refên herî pêş de cih digrin. Jinan tevî qedexeyên li dijî êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê jî, li gelek bajarên Ewropayê bi taybetî li Elmanya, Îngilistan, Îtalya û Fransayê bangên aştiyê kirin. Jinên ku di çalakiyan protesto de dirûşmeyên “Fîlîstîna Azad” berz kirin û pankarta “Netanyahu sûcdarek şer e” hilgirtin. Di protestoyên polîsan êrişkirin de, hejmarek zêde aktîvîstên jin hatin binçavkirin. Jin bi armanca piştgirîdayîna jinên Filistînê çalakiyên cuda li dar dixin.

Hinek geşedanên erênî û neyînî yên ku di nava sala 2023'an de li hinek welatên Asya, Ewropa û Amerîkayê bi têkoşîna jinan hatin jiyîn wiha ne;

Koreya Başûr

Piraniya wan ji Kore, Fîlîpîn, Taywan û welatên din ên Asyayê nêzî 200 hezar jin ji aliyê leşkerên Japonî yên ku di salên 1910 û 1945’an de nîvgirava Koreyê dagir kiribûn ve, rastî rastî destdirêjî û êrişa zayendî hatibûn. Dadgeha Temyîzê ya Koreya Başûr, biryar da ku Japonya ji bo 16 jinên ku neçar mane di dema şer de di malên giştî de bixebitin, tezmînatê bide. Di sala 2016’an de 16 jinên mexdûr, bi daxwaza her yek ji wan re 200 milyon won (155 hezar dolar) doz vekiribûn. (Mijdar, 2023)

Fransa

*Li gorî hejmarên Wezareta Veguhestina Ekolojiyê ya Fransayê, diyar dike ku ji her 10 jinan 9’ê wan di wesayîdên veguhestinê de rastî "tacîza zayendperest an jî zayendî" tên. RATP (Rêveberiya Veguhastinê ya Xweser a Parîsê) û IDFM (Rêveberiya Veguhastinê Île-de-France) ku li Parîsa paytexta Fransa xizmetên veguhestinê didin, ji bo jinên di wesayitên veguhestina giştî de mexdûrên tundiya zayendî an jî di bin metirsiyê de ne, qadek biewle avakir. Kesên xwe di ewlehiyê de hîs nekin wê karibin xwe li "herêma ewle" stargeh bikin. Li seranserê tora veguheztinê ya Parîsê, wê li xalên din jî qadên biewle werin avakirin. (Kanûna, 2023)

*Di lêkolînek ku di dîroka 5-26’ê Cotmeha 2022’an de li Fransayê li gel 2 hezar û 500 kesên ji 15 salî mezintir hat kirin de, hat diyarkirin ku li welat cihêkariya zayendî hê jî di asteke “zêde” de ye. Lêkolîna ku têkildarî li ser dozên zayendperestiyê, ji aliyê Enstîtuya Viavoiceyê ve ji bo Civata Bilind a Wekheviya Jin û Mêran a Fransa (HCEFH) ve derbarê li ser dozên zayendperestiyê de hate kirin, hate diyarkirin gelek tevgerên cudakarî yan jî tundiyê yên ciwanên xort ên li dijî jinan  hatin qebûl kirin. Rapor, nîşan da tevî ku piraniya beşdarên anketê di prensîbê de ji zayendparêziyê gilî dikin jî, " di pratîkê de vê yekê red nakin”. Ji sedî 80’ê jinan diyar kirin li gorî mêran zêdetir muameleyên xirab dimînin û dan zanîn ji sêyan yekê wan rastî tecawizê hatine. Dema bûyerên zayendperestî û tecavizê di nav ciwanan de roj bi roj zêde dibin, ji sedî 26’ê mêran bertek û tedbîrên li dijî tundiya zayendî mezin dibînin. Dema çaryeka mêrên di nava temena 25-34 salî de tundî ji bo bidestxistina rêzgirtinê pêwîst dibînin, beyî ferq teman ji sedî 40’ê mêran jî difikirin ku divê jin bi zarokên xwe re mijûl bibin. Tenê ji sedî 9’ê mêran karkirina mêran ê di nava male de asayî dibînin. Ji sedî 82 ê nifûsa welat, dixwaze mesela zayendî di nava madeya rojeva pêşîn a hukûmetê de cih bigre. (Çile, 2023)

*Aktrîstên Fransî, derhênerên ku bi dehan salan ji wan mezintirin û di zarokatiya wan de tacîz û tecawiz wan kirine, îfşa kirin. Yek ji lîstikvana navdar Judith Godreche jî beşdarî çalakiya #MeToo bû. Judith Godreche, di sala 2017’an de di nava lîstikvanên ku di çarçoveya tevgera #MeToo de li dijî derhênerê fîlmê yê DYE Harvey Weinstein axivî û Weinstein di 24 saliya wî de bi sûcdariya êrişa zayendî sûcdar kir. Piştî Judith Godreche, ji aktrîstên jin ên din jî sûcdariyên tacîz û êrişa zayendî hat. (Sibat, 2024)

Spanya

*Piştî fînala Kupaya Cîhanê ya Jinan a 2023’an, di dema merasîma madalyayê de futbolvana jin a Spanyayî Jenî Hermoso ji aliyê serokên federasyona futbolê ya Spanyayê Luis Rubiales rastî tacîza zayendî hat ji ber vê jî 3 salan ji erka xwe hat dûrxistin, piştî çalakiyên jinên futbolvan û bertekên hatîn, îstifa kir. (Çile,2023)

*Li Spanyayê di nava civakê de weke ‘Erê erêye’ tê zanîn piştî zagona nû ya destdirêjiyê hat erêkirin, di cezayên sûcên 943’an de çû daxistinê. Zagona mijara gotinê cudahiya di navbera êrîşa zayendî û êrişkirina zayendî de ji holê radike. (Hezîran, 2023)

*Li Spanyayê hikumet, jinan di siyaset, cîhana kar û jiyana civakî û di qadên din de hê zêdetir bi awayekî wekhev nûnertî bike, zagona nû ya tê pêşbînîkirin ya wekheviya zayenda civakê ragihand. Pêşnûmeya zagona nûnertiya wekhev tê bi navkirin, di lîsteyên hilbijêr, şîrketên mezin û lêjneyên yekineyên pîşeyî, derbarê wekheviya zayendî pêktînin de made girtine nava xwe. (Adar 2023) 

*Parlamenterên Spanyayê, gavek dîrokî avêtin, ji bo jinên ku êşa reglê dikşînin zagona ku destûra tiba bi lez a bi heq dane vesazîkirina wê erê kir. Spanya bû yekem welatê Ewropayê ku zagona bi vî awayî erê kir. Der barê destûra reglê de, bi saya vesaziyê xebatkarên ku êşa reglê dikşînin heta 3 rojan ji bo destûra bi heq bigrin derfet ji wan re dan. Bi vesazîkirina zagonê di heman demê de berhemên reglê li dibistan û girtîgehan, hebên hormonê yên welidînê û hebên roja piştre, li navendên girêdayî dewletê wê bê heq pêşkêş bike. (Sibat,2023)

Macaristan

*Li Macarîstanê ji ber êrîşa li dijî zarokan, kesê ku hikum girtiye ji ber efû kir, li dijî serokkomar Katalin Novak bertek nîşan dan û Katalin diyarkir ku ‘min xeta kir’ ji erka xwe îstifa kir. Wezîrê berê yê edaletê, parlementer û hiqûqnas Judi Varga ragihand ku ji parlementeriyê îstifa kiriye û dest ji siyasete berdaye. (Sibat, 2024)

Rûsya

*Li Rûsyayê rêveberiyê der barê qedexekirina kurtajê de dest bi gavavêtinê kiriye. Li Rûsyayê jin li bi sînorkirina mafê kurtajê re rû bir û dimînin. Her çendî ev rêveberî hê zagon û bi awayek belav tê kirin, di demên dawî de der barê sînordarkirina kurtajê de hewldan zêde bûn. Vladimir Putîn, di dawiya 1990’an de heta hat ser desthilatdariyê, zagon, jin tu şert nîn e, heta 12 hefteya destûr dihat dayîn dawî li dûcaniyê bînin. Di heman demê de hevberdan, bê kar an jî di guherîna dahatê de ji ber sedemên weke ‘sedemên civakî’ tê binavkirin heta 22 hefteyan derfet didan were kirin. (Cotmeh, 2023)

Meksîka

*Li meksîkayê dadgeha bilind, zagona ku kurtajê sûc dibîne, li dijî destûra bingehîn e, kesên ku kêrhatiyên wan diyar kirin ku mafê mirovan binpê dikin, qedexeya kurtajê ji qanûna ceza derxistin. Hemû kesên ku daxwaza saziyên federe dikin pêşniyarkirina xizmeta kurtajê hate halê neçarî. Enstituya Jinên Neteweyî ya Meksîkayê ya girêdayî hikumetê biryarê bi mennûn pêşwazî kir û wiha nivîsand: “Îro ji bo jinên Meksîkayê roja serkeftin û edaletê ye!” û biryar weke ‘gavek mezin’ bi nav kir. 

Li welat saziya civaka sivîl ya bi navê koma zanista ji bo berhemdana hilbijêr ku ji bo mafê kurtajê têkoşîn dike derbarê biryarê de di daxuyaniya dayî de wiha got: “Tu jin û kesê dû canî û xebatkarê tendirûstiyê wê ji ber kurtajê neyê cezakirin.” Lê belê di welat de hê di 20 eyaletan de kurtaj qedexeye. Daraza federal biryar rast bandor li zagonên eyalete nake. Ên ku mafê kurtajê di parêzin daxwaz dikin ku biryara dadgeha federe ya eyaletê bi mantiq biryarê bi şopînin. Eyaleta Aguascalientes ku li navenda welate bû eyaleta 12’yemîn ku kurtaj ji sûc derxistiye. Li paytexta Maxico City beriya 16 salan bûbû yekem bajarê Meksîka ku kurtaj ji suc derxistibû. (Cotmeh, 2023)

DYA

*Pêşniyaza zagonê ku li Meclîsa Eyaleta başûrê Carolina ya DYA’yê hat nîqaşkirin û weke zagona beriya welidinî parastina wekhev a başûrê Carolîna tê binavkirin, xwest ku kurtaj weke ‘cînayet’ were cezakirin. Di halê ku pêşniyaz bibe zagon de jinên kurtaj kirine wê bi cûsê ‘cînayeta bi zanabûn’ werin sûcdarkirin. Hemû cureyên çalakiyên ku dawî li ducaniyê tînin wê li gorî pêşnûmeya ‘bi zanebûn beriya welidînê cînayet’ careke din were pênasekirin wê kurtaj weke cezayên din were cezakirin û ji 30 sal cezayê girtîgehê heta darvekirin ceza werin dayîn. Di pêşniyazê de hat xwestin ku jinek kurtaj kiriye tê pêşbînîkirin di rewşa ‘mirina nêz yan jî bi gefa birîndarbûnek mezin a bedenî neçarî vê bûye’ were efûkirin. Seroka Tora bihêzkirina mafên jinan Ann Warner bal kişand ku di rewşa pêşniyazê bibe zagon de jina ku kurtaj kiriye yan jî bizîjkê ku ev pêk aniye wê were sûcdarkirin. Ann Warner ji bo pêşniyazê wiha got: “Ev dewlet e… Bi zorkirina mudaxelekirina biryarên taybet ên şexsî yên ku mirov neçar dibin, wê bi şandina jinan a girtigehê re were sûcdarkirin.” Li eyaleta başûrê Carolîna hê di hefteya 20’an a ducaniyê de bi awayekî zagonî destûr dide kurtajê. (Adar, 2023)

Hindistan

*Li Hindistanê li eyaleta Assan a ji sedî 34’ xwedî nufusa herî zêde ya misilmanan e, zagona hevberdan û zewacê ya misilmanan ku di sala 1935’an de zewac û hevberdanê vesaz kiriye, ji meriyetê derket. Ev geşedan ji aliyê mislimanan ve hat rexnekirin, rayedarên eyaletê, diyar kirin ku wan vê gavê ji bo astengkirina zewicandina zarokan avêtine. Di vê çarçoveyê de li eyaleta Uttarakhand di serê vê mehê de di mijarên zewac, hevberdan, xwedîkirina zarokên din û mîrasê de dest bi zagonên yek tîp yn medenî kirin. (Sibat,2024)

Kanada

*Hikumeta Kanadayê ‘zagona bêexlaqî’ ku jin û civaka LGBTÎ+ dike hedef û zagona li dijî kurtajê ji meriyetê derxist. (Sibat,2023)

* Li Kanadaya kameraya avam a ku meclisa di bin parlamentoyê de ye hikumeta federal der barê li dijî jinên xwecihî û zarokên keç li dijî tundiyê ‘rewşa awarte’ îlankirin pêşniyaz hat qebûlkirin. Di pêşniyaznameyê de ji hikumeta federal xwest ku di rewşên windabûna jinên herêmî û zarokên keç de ji bo avakirina sîstemek ya hişyarkirina gel pêkanînên bi lez bikin.

Di daxuyaniya ku wezareta têkiliyên bi navxweyî ya Kanada da de wiha hat gotin: “Eşkere ye ku divê em hê zêdetir bikin.” Der barê mijarê de diyar kir ku li ser ‘plana çalakiya neteweyî’ dixebitin. Li Kanadayê her sal di 5’ê Gulanê de ku weke roja cilên sor tê zanîn ji bo jin û keçên navxweyî yên winda û hatine kuştin çalakiyên roja hişyariyê ya neteweyî li dar dixin. Roja cilên sor ji sala 1980’an heta niha 4 hezar jinên ku winda bûne û hatine kuştin sembolîze dike. (Gulan,2023)

Swîsre

*Konseya neteweyî ya Swîsreyê mevzuata ‘Li dijî îradeya kesekî têkiliya zayendî pêk were’ weke tecawiz qebûl kiriye guherîn tê de çêkir. Li gorî zagonê êdî bêyî ku destûrê bigrin hemû têkiliyên zayendî yên werin b, encamdan wê weke tecawiz bên hesibandin. (Tîrmeh,2023)

Danîmarka

*Zimanê fermî yê Danîmarkayê ‘Dancada’ îfadeyê zayendperestî ên tên bikaranîn, li ber çavan hat derbaskirin, bi navê ku di ziman de pêkanîna wekheviya zayendî çû hinek vesazîkirinan. Dansk Sprognaevn (Konseya Danmarka ya ziman) di xebata yekem ya li berçavan derbaskirina piştî 12 salan, dest bî zextek nû ku wekheviya zayendî dişopîne kir. (Çile, 2023)

Îzlanda

*Li Îzlandayê bi deh hezaran jin ji bo şermezarkirina tundiya zayendî ya li welat berdewam dike dest bi çalakiyan kirin. Ev çalakî piştî 48 salan, çalakiya yekem ji bo îsbatkirina nirxên jinên Îzlandayê di civakê de karkirina hem di mal de hem jî li cihê kar red dike hat. Jinên karker ên di hemû sektorên welat de kar dikin gotin ‘ji bo jinan rojeke navber’ dest ji karên xwe berdan. Seroka jin Katrîn Jakobsdottir beşdarî çalakiyê bû. Jakobsdottir di daxuyaniyê de got: “Ez piştgiriya jinên Îzlandayê dikim.” (Cotmeh,2023)

Sibê: Têkoşîna jinên welatên Rojhilata Navîn