Navê hinek jinên ku dengên pêwîst girtin hate eşkere kirin

Dûh Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encama ji sedî 99,63 dengên hatîn hejmartin eşkere kir. Navên hinek jinên nazmet ên ku denge pêwîst bi dest xistine diyar bûn.

Navenda Nûçeyan- Dûh Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê li Bexdayê bi civîneke çapemeniyê encama ji sedî 99,63’ dengên hatîn hejmartin yên her çar parêzgehên Herêmê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku giştî rêjeya beşdariya hilbijartinê li her çar bazneyan 2 milyon û 87 hezar û 972 kesan deng dan, ku ev dike ji sedî 72. Her wiha komîsyonê destnîşn kir ku li bazneya Hewlêr ji sedî 84, Helebce ji sedî 68, Dihok ji sedî 78 û li Silêmanî jî ji sedî 65 dengdêran dengên xwe dane.

Li gor encamên ku hatiye ragihandin. Li bazneya Silêmanî ji jinên nazmet ji lîsta YNK, Şîrîn Yunis, Şînyar Enwer, Şilêr Xafûr û Lawîn Erdelan. Ji listeya Komeleya Îslamê Hêrû Etar, ji  lîsteya Yekgirtiya Îslamê Helale Mihemed serkeftin bi destxistin. Her wiha ji lîsta Hevpeymana herêma Kurdistanê Sewsen Babekir Mecîd karin di nav apêşbaziyê de dengên pêwîst bigre. Li bazneya Hewlêr ji lîsteya PDK’ê Vala Ferîd karî denge pêwîst bi dest bixwe.

Piraniya dengê jinan li bazneyan wiha ye:

Li bazneya Silêmanî ji lîsteya YNK’ê Lawên Mehmmûd 6 hezar û 111 deng girt, jî lîsteya Nifşê Nû Hêşû Xerîb 4 hezar û 101 deng girt, ji lîsteya Yekgirtiya Îslamê Helale Mihemed 3 hezar û 322 deng girt, ji lîsteya Komeleya Îslamê Hêrû Eta 2 hezar û 128 deng girt, ji lîsteya Eniya Gel Tavge Mihemed 163 deng girt, ji lîsteya Tevgera Goran Minûre Osman 224 deng girt.

Li bazneya Hewlêrê jinên ku dengên pêwîst bi destxistine wiha ye;

Ji lîsteya PDK’ê Vala Ferîd 13 hezar û 483 deng girt, ji lîsteya Nifşê Nû Hewser Reşîd 3 hezar û 467 deng girt, ji lîsteya Yekgirtûya Îslamê Sêwcil Kemal 3 hezar û 404 deng girt, ji lîsteya Komeleya Îslamê Rûpak Ehmed 2 hezar û 210 deng girt, ji lîsteya Helwest Sara Muhsîn 332 deng girt, ji lîsteya Eniya Gel Ala Xiab 227 deng girt.

Li bazneya Dihok ji lîsta PDK’ê Wişyan Xudêda 9 hezar û 595 deng girt, ji lîsta Yekgirtuya Îslamê Heliz Mihemed 4 hezar û 6 deng girt, ji lîsta YNK’ê Vejîn Dêwalî 2 hezar û 503 deng girt, ji lîsta Nifşê Nû Fewziye Seîd 335 deng girt û ji lîsta Helwest Gelawêj Hemze 112 deng bi dest xist.

Li bazneya Helebce, ji lîsteya YNK’ê Îman Ferec 2 hezar û 79 deng girt, ji lîsteya Yekgirtûya Îslamê Rajan Ebûbekir hezar û 113 deng girt, ji lîsteya Nifşê Nû Saye Îsmail 703 deng bi dest xist.

Hejmara dengdêrên bazneyên cûda

Hewlêr 1023606 deng hebûn, 762929 kesan deng dan û rêjeya beşdariyê ji sedî 74.53 bû.

Silêmanî 1087192 deng hebûn, 715499 kesan deng dan û rêjeya beşdariyê ji sedî 65.81 bû.

Helebce 60252 deng hebûn, 41671 kesan deng da û rêjeya beşdariyê ji sedî 69.11 bû.

Dihok 722397 deng hebûn, 564494 kesan deng dan û rêjeya beşdariyê ji sedî 78.14 bû.

Dengên partiyan di hilbijartina taybet û giştî de girtine wiha ye:

PDK: 809197

YNK: 408141

Nifşê Nû: 290991

Goran: 11621

Yekgirtû: 116981

Komele: 64710

Helweste: 55775

Hevpeymana Herêma Kurdistan: 13199