Ji çalakiya Bêrîtan a sembola berxwedanê ber bi artêşbûna jinê ve – 1

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şafak Aryen, behsa çalakiya sembola berxwedana jina Kurd Bêrîtan Hêvî ya li dijî hevkariyê kir û got: "Bersiva Reber Apo ya li hemberî çalakiya Bêrîtanê, avakirina artêşa jinan bû."

ZELAL JÎNDA

Navenda Nûçeyan- Pêşenga Tevgera Azadiya Jinên Kurd  Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî)bû sembola berxwedanê, şopdarê Zarîfe, Besêyan û xeta berxwedar a erdnîgariya Dersîmê berdewam kir. Bêrîtan Hêvî ya ku di 25’ê Cotmeha sala 1992’an de li dijî pêşmergeyên KDP û YNK’ê yên hevkariyê bi dewleta Tirk re dikirin heya guleya xwe ya dawî şer kir, teslîmiyetê qebûl nekir û xwe ji zinaran avêt. Bi hezaran jin navê Bêrîtan girtin û tevli têkoşîna azadiyê bûn. Bêrîtan Hêvî li dijî hevkariyê bû sembola têkoşîna jinên Kurd.

Di beşa yekemîn a hevpeyvîna me ya ji çar beşan pêk tê de me bi yek ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şafak Aryen re behsa xeta berxwedanê ya Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) û riya avakirina artêşbûna jinan kir.

*Di 25’ê Cotmeha sala 1992’an de Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) jiyana xwe ji dest da û bi çalakiya xwe di berxwedan û şerê jinan de bû pêşeng. Bêrîtan felsefeya jinên di oxira heqîqetê de şer dikin xweşik dibin, xweşik dibin azad dibin hemû jinan re vegot. Ev felsefe û bîrdozî di eynê wextê de bû bingeha artêşbûna jinan jî. Di xeta Bêrîtan de hûn çawa hatin roja îro?

Ji hevala Sakîne Cansiz heta hevala Mihrîban Saran, ji hevala Bêrîtan heta Zîlan, Sema û bi hezaran şehîdên xwe yên azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Rêber Apo li sozyalîzmê nirxa civakî zêde kir, azadiyê destpêkê bi azadiya civakî ve girêda. Bi wê yekê pirsgirêka jinan a ku çavkaniya hemû koletiyan bû girt rojeva xwe, çareseriya wê girt ser xwe, bi perspektîfa gerîlatiyê derfeta azadiyê da jinan û vê yekê pêşî li artêşbûna jinan vekir. Bi vê ve girêdayî jin bûn xwedî têkoşîn û pêl bi pêl herikîn qada gerîla û bi ked, hewldan û azweriya azadiyê ya van hevalan artêşa jinan bû pêşenga sedsala 21’ê.

Evîna jinan a mezin a ji bo azadiyê, welatparêziya wan û berxwedana wan ya li dijî desthilatdariya mêr da nîşandan ku yên ku şer dikin azad dibin, ev rastî bû bingeha serkeftinê û dî dîrokê de hat neqşkirin. Bêguman bi têkoşînek pir mezin û bi bedelên pir giran artêşbûna jinan hat avakirin, ev rastiyek e. ji ber vê yekê wateya wê jî di aliyê bordazî-leşkerî de jî destkeftî û encamên wê mezin bûn. Jiyan û çalakiya hevala Bêrîtan vê pêngava bi heybet derxist holê, perspektîfa gerîla ya jinan derxist asta herî pêş, bi nêzîkatiyeke orîjînal a ji bo berhevkirina serkeftinên jinan di asta bîrdozî-siyasî-leşkerî de heta sala 1992’an pêk anî. Di meha Cotmehê de, li hemberî êrîşa li dijî gerîlayên me yên azadiyê ku bi hevkariya KDP’ê bi TC’ê mîna ya îro diqewime, rêhevala me Bêrîtan bi jiyana xwe nasnameya rastiya jina azad nîşan da. Hevala Bêrîtan bi fêmkirina xwe ya bîrdozî, nêzîkatiyên jin û mêrên kevneşop red dikir, têkoşîna cîns bi radîkal dimeşand, azadiyê bi têkoşîna rê kir yek û azadiya xwe bi azadiya civakê re girt dest. Ji ber hestên bi hêz ên welatparêziyê, hemû polîtîkayên ji rê derxistin, qirêj ên pergala desthilatdar dît, îxanet, hevkariyê hem di warê neteweyî de hem jî di warê zayendê de nepejirand, bi enerjiya jiyanê û coşa wê fam kir ku çareseriya van pirsgirêkên bi têkoşînê pêkan e. Bi vê yekê şervanên bi cesaret û kesayetiya fermandariyê bi xwe re bi pêş xist. Hevala Bêrîtan li dijî hêzên îxanetkar, milîtaniya jinên Kurd a li dijî banga ‘teslîmiyetê’ bi dirûşm û tilîliyan bersiv da û li dijî telîmiyetê heta guleya dawî şer kir û xwe ji zinaran avêt ava kir.

*Em dikarin bibêjin bi çalakiya Şehîd Bêrîtan nasnameyek berxwedana jinan jî derket holê?

Erê em dikarin wisa bibêjin. Di lûtkeya xwe de temsîliyeta nasnameya gelê qedîm ê Rojhilata Navîn ku em weke Kurdên azad pênase dikin, vediguherîne helwesteke xwedî exlaq, namûs û azadiyê, li dijî Kurdên ku di qada neteweyî de xizmeta dijminê klasîk ê Kurdan dike derdikeve. Hevala Bêrîtan hevaleke wisa bû ku di nava qadên me yên tevger-artêşê de li dijî mêrên ku desthilatdariya xwe ferz dikirin seknek bîrdozî û têkoşîna radîkal dida meşandin. Di vê wateyê de, di helwesta xwe de redkirina hemû newekhevî û xerabiyan û her wiha parêzvaniya xwe ya radîkal vediguherîne hêza ku hem li hemberî paşverûtiya di refên partiyê de hem jî li hemberî dijminan şer bike. Rêber Apo; bi gotina; "Ya şer dike azad dibe, azad dibe xweşik dibe, xweşik dibe tê hezkirin" vê rastiyê veguherandiye felsefeya xwe ya jiyanê. Jiyana wê tijî ye, çalakiya wê encama wê ye. Jiyana wê bi wan tiştan dagirtî ye. Di vî warî de em dikarin hevala Bêrîtan weke rastiya fermandariya vê xetê û milîtana azadiya jinan pênase bikin, di heman demê de wek pêşketina civakî ya asta rêxistinbûna jinên gerîla tîne ziman pênase bikin.

 Ji bo vê jî pênaseya hevalên me yên ku di asta pêşengiyê de di pêşveçûna me ya dîrokî de cih digirin bi xwe re sînordar e û ji manewiyatê ku îfade dike wêdetir pêşengiya geşedanên mayîndetir û civakî ye. Hêz û kûrbûna wê ji wê derê tê.

*Li hemberî çalakiya Şehîd Bêrîtan bersivek çawa hat dayîn?

Bersiva Rêber Apo li hemberî vê kolektîfa mezin; weke artêşbûna jinan bersiv da. Mîlîtaniya jinan a ku bi tevlibûna rêhevala Sakîne Cansiz a têkoşîna azadiyê dest pê kir, îro bi rastiya xwe ya sazîbûnê, bi pêşketina bîrdozî, rêxistinî û leşkerî ya weke hêza partiyê, bi hezaran şehîdan û bi mîlyonan hêza herî radîkal a sedsala 21’ê pênase û wateyê dibîne. Weke afrîner, milîtan û berdevkên vê pêşketinê em salvegera damezrandina artêşa xwe bi serbilindî û rûmeteke mezin, bi biryardariya têkoşîn û serkeftinê li dijî desthilatdariya mêr, pergala faşîst, pergala desthilatdar û hemû nûnertiya wê pêşwazî dikin. Tevgera Azadiya Jinan weke stûna xwe ya parastinê, Artêşa Azadiya Jinan ku çareseriya radîkal a nakokiya zayendî dixe rojeva xwe, rakirina hemû newekheviyan bi azadiya jinê ve girê dide, hem li dijî rastiya sazîbûnê ya desthilatdariyê, hem jî li dijî artêşên wê ye. Nirxên ku rêhevala ma Bêrîtan û bi hezaran şehîdên me nûnertiya wan kirin, em weke binirxbûna nasnameya bîrdozî dibînin. Li ser vê kevneşopiyê li dijî her cure paşverûtî û êrişan ji bo azadiya civakî em xwe bi rêxistin dikin. Bidestxistina rêxistinbûna sazîbûnê ya weke artêşa jinan hem ji bo hemû jinan hem jî ji bo gel encamên giran derxist holê. Tevgera gerîla, ji salên 1980’î ​​û vir ve weke artêşeke jinan pêvajoyeke têkoşînê ya 31 salan derbas kir.

Weke tevgera gerîla ji sala 1980’yan ve heta niha hene û weke aştêşbûna jinan jî pêşvajoya ku 31 salên wê qediya heye. Bêguman ev yek di pêvajoya ku piştî krîzên pergalî yên modernîteya kapîtalîst kûr bûn, dema Şerê Sar ê Cîhanê û bi pêvajoya şerê germ ê li Rojhilata Navîn hatiye detpêkirin çêbû. Rêber Apo bi kompolyek navdewletî ku divê bi navê operasyona Gladyoyê were pênasekirin, bi awayê bêhiqûqî hat dîlgirtin. Bi têkoçûna sosyalîzma reel re xitimandia di eniya çep de çêbû ji aliyê tevgera azadiyê û Rêber Apo ve hat derbaskirin. Vê yekê rê li ber modernîteya demokratîk, neteweya demokratîk, perspektîfa demokratîk-ekolojîk azadîxwaziya civakê şênber bûn. Bi wan re di Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de hem jin, hem mirovahî, li dijî pergalên desthilatdar bûn xwedî hêzeke alternatîf. Li hemberî pergala serdest a mêr bi artêşa me ya jinan, paşverûtiya wê ya civakî, dorpêça şîdetê ya li ser welat û herêmê, ferzkirina neteweperest-ol, hovîtiya hêzên weke DAIŞ’ê û hwd. derfeta hevgirtina jinan û mirovahiyê bi heman pratîkê afirî û ya herî girîng jî rêbaza azadbûnê derxist holê. Ji ber vê yekê ji aliyê hêzên desthilatdar ve ji nedîtî ve tê dîtin, tê terorîzekirin. YJA Starê di çarçoveya erka xwe ya dîrokî de xwe ji nû ve birêxistin kir û bi cihbûna xwe li erdnîgariyeke berfireh a Rojhilata Navîn hêza xwe ya têkoşînê zêde kir û di warê xwerêveberiyê de îradeyek cidî bi dest xist û bi erka mezinkirina tevgerê, têkoşîna zayendî û li dijî eniya desthilatdariyê dike. Divê em vê pêşketinê wek şansek ji bo hemû  jinan û civakê nebe nabe bibînin. Bêguman zehmetî, kêmasî û mijarên ku girêdayî paşverûtiya jinê, desthilatadariya mêr ku em di asta rexnedayînê de bigrin dest hene  lê belê ev hemû mijarên tekoşînê ne.

*Bawer im ne şaş e em gerîla weke tenê hêza leşkerî pênase nekin?

Belê, gerîlatî jî di warê ji nû ve avakirina hevsengiya têkçûyî ya bi xwezayê re xwedî nêzîkatiyeke felsefî û pêşketineke bingehîn e. Di heman demê de pêşketinek xwerû jî heye. Ev çiyayên ku em lê bi cih bûne ne tenê cihên em ji bo parastina erdnîgarî cihê xwe lê digrin in, di heman demê de cihên ku yekitî û lihevhatina bi xwezayê re desthilatdarî xwe nikare bi cih bike ku mekanîzmaya jiyanê li ser bingeha paqijkirina giyanî û hişmendî ji nû ve tê organîzekirin e. Her wiha bingeha exlaqa azadiyê ya civakbûna jinan e. Ruhê helbestvanî yê hevala Bêrîtan û gelek rêhevalên din li vir geş bû, di heman demê de vî ruhî têkiliya me ya bi xwezayê re jî geş kir. Artêşa jinan a li ser textê xwedawendan, hewldana watedarkirina jiyanê, paqijkirina xwe ji kevneşopiyê, derbaskirina dîwarên ezezîtiyê û avakirina cihekî watedar di wateya nûkirina çanda xwedawendan de, hewl dide jiyanê watedar bike. Pênaseya me ya welatparêziyê li gorî vê ye. Di vî warî de felsefeya rêhevala me Bêrîtan a bi têkoşînê azad bû û bi azadbûnê bedew bû ku xwe li ser îradeya Rêbertiya me ava kir, bi vî rengî dibe goşt û xwîn û vediguhere geşedanên şênber. Ketina ferqa xwe, xwedîderketin, parastin, têkoşîn helbet serkeftinê dixwaze. Bedewbûn ne bi tedbîrên bi awayekî fermî ji aliyê nêzîkatiyên modernîst ên di nava sînorên çêkirî, bi misogerkirina hebûnê û nîşandana hêza jiyanê ya bi yekparebûna mirovî û li ser vê bingehê bi beşdarbûn an jî bi xwezayê re têkildar dibe. YJA STAR bi vê perspektîfê xwe di her warî de biçek dike û hewl dide di hemû waran de bibe pêşeng. Ger em artêşbûna jinê bi tevahî li ber çavan bigirin, mirov dikare rastiya şehîdên me û çima xwedî jiyan û çalakiya ewqas mezin in, bi kelecaneke mezin bi jiyan û mirovahiyê ve girêdaye û heta çi radeyê pêk hatiye dikarin fem bikin.  

Sibê: Fermandara YJA-Starê Şafak Aryen: Divê li hemberî şer her kes helwesta xwe zelal bike – 2