Li Sûriyê Newroz çawa hatiye pêşwazîkirin?

Her sal bi hatina Newrozê re asta tekoşîn û berxwedanê ji bo bidestxistina azadiyê û avakirina sîstemeke demokratîk nenavendî ku jin û mêr nav de wekhev bin, tê bilindkirin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Cejna Newrozê yekane cejn e ku ji aliyê netew, ol û gelên cuda li seranserê parzemînan tê pîrozkirin. Li gelek welatên wek Îran, Îraq, Qirgizîstan û Azerbaycanê cejneke fermî ye. Li Tirkmenistan, Tacîkistan, Ozbekistan, Qazaxistan, Meqdonya, Kafkasya Başûr, Qirim, Balqan, Keşmîr, bakur rojavayê Çînê, wîlayetên Kujarat a Hindistanê jî cejneke fermî ye.

Ciwan û gelê Kurd ji qetilkirinê û gelê cîhanê tevahî ji zilma (Dehak) xilas kir. Ew roj bû rojeke nû, roja destpêkirina jiyaneke bê mirinî, bû roja serkeftin û aşîtiyê. Kawayê Hesinkar agirê Newrozê pêxist. Li şûna ku bihêlin gelê ku di bin wê zilmê de êş dikişandin bi xweşî vê rojê pîroz bikin, berovajî wê dikirin û dikin. Yek ji gelên ku dibûn qurbanî ji ber ku xulamtî qebûl nedikirin û serî neditewandin gelê Kurd bû. Kurd bi xwînrijandinê kurdbûna xwe parastin. Bi ciwanên xwe yê ku dikirin qurbana vê axê û ew bi silogan û tilîliyan oxir dikirin, hebûna xwe parastin. Kurdan li şûna gelek netewan şer kirin û dîrok şahidiyê jêre dike. Li dijî polîtîkayên ku nasname û çanda wan diçewisandin serî hildan, qurbanî dan ji zarokên di dergûşê de heya pîr û kalên por spî. Hîn jî didin.

Newrozên bi xwîn

Newroz derbasbûneke birûmet li ser Kurdan bêyî ku qetlîamek li pişt xwe bihêle, derbas nabe û nebûye û piştî ku para xwe ji qurbanên cejna xwe digire, dimeşe. Newroz yek ji cejnên herî qedîm li cem Kurdan tê dîtin. Ji bo Kurdan cejneke netewî ye û bi mijara rizgariya ji bindestiyê ve girêdayî ye.

Efsaneya Kurdî çi dibêje?

Gelek efsaneyên wê hene lê efsaneya Kurdan bi kurtî wiha dibêje: Padîşahê Asûrî (Dehak) rojane baştirîn xortên Kurd dikuşt û mêjiyê wan wek derman ji nexweşiya xwe re bikar dianî. Lê ji aliyê serhildêr Kawayê Hesinkar ve hat kuştin û bi vî awayî serkeftina li dijî zilmê hat bidestxistin. Newroza îsal dibe a 2635'an ku Gelê Kurd pîroz dike.

Li Sûriyê çi dibû?

Li Sûriyê, ji aliyê rejîma Baas ve Kurd ji pîrozkirina vê cejnê dihatin astengkirin. Hêzên ewlehiyê ji bo ku agirê Newrozê ku sembola azadiyê neyê pêşxistin, dewriyeyên xwe li gund û bajaran zêde dikirin.

Desthilat û rejîmê rê li ber beşdarbûna xwendekar û karmendan di pîrozbahiyên Newrozê de girtibû. Lê her beşdarbûnek wê xwediyê wê bi zîndanîkirin û dûrxistina ji xwendinê û dezgehên hikûmetê qut kirin.

Newroz li Sûriyê roja dayikan e!

Kurdbûn ne tiştekî wiha ji rêzê ye, tu Kurd bî tê wateyê ku tu yê xwe ji bo gelek siyasetên înkarê amade bike. Gihişt wê astê ku Newroz li Sûriyê bikin roja dayikan. 21'ê Adarê ji sala 1986'an ve li Sûriyê bû betlaneya fermî, lê ne ji bo Newrozê, bi boneya roja dayikan bû.

Yekem cangoriyê Newrozê

Di encama zextên rejîma Baas, li Sûriyê bi sedan ciwanên ku di şevên newrozê de agir vêdixisitin û li dora wê li ber stranên kurmancî xelekên ji dîlanê dikirin, pîroz dikirin dihatin dîlgirtin, biçavkirin, di binê zindanan de hatin qetilkirin û wendakirin. Silêman Mihemed Emîn Adî yekem cangoriyê Newroza sala 1986'an e li Sûriyê ye ku li paytexta wê Şamê, ji aliyê leşkerên rejîmê ve hat qetilkirin. Her wiha 5 jî birîndar kirin.

Qamişlo 

Li Qamişlo yê jî di şeva Newroza sala 1988'an de ciwanên Kurd, yê ku li dora agir bûbûn xelek hatin hedefgirtin. Leşkeran gule li wan barandin û di encamê de sê ciwan bi nasnav: Mihemed Zekî Remezan, Mihemed Yehya û Mihemed Mehmûd Husên hatin qetilkirin.

Reqa, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Di Newroza Reqa ya sala 2010'an de zarokê bi navê Mihemed Nûr hat kuştin û bi dehan kurd birîndar bûn. Piştî gulebarana hêzên ewlehiyê yên Sûriyê li ser gel, di heman salê de bi hezaran kurd li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê piştî ku ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyê ve hatin armanckirin, hatin girtin. Gelek ji wan di zindanan de wenda bûn û canê xwe ji dest dan.

Yekem car rayedarên payebilind beşdarî Newrozê dibin!

Da ku li ser kirin, komkujî û qetlîamên xwe veşêrin, di Newroza sala 2011'an, çend roj piştî destpêkirina xwepêşandanan li dijî rejîmê Baas li Sûriyê, yekem car bû hikûmeta Sûriyê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê dibe. Rayedarên payebilind çûn navendên kombûna Gelê Kurd ên li Hesekê û cejn li kesên ku cejna xwe pîroz dikirin, pîroz kirin.

Stranên kurdî xistin weşanê û cil û bergên Kurdî jî li xwe kirin!

Ne tenê ev Televîzyona dewletê ya Sûrî jî, bi mînakeke ku yekem e li welat çêdibe beşên ji şahî û stranên kurdî xistin weşana televîzyonê. Ev jî çêbû ku pêşkêşvana jin cil û bergên foklorî ê kurdî li xwe kir. Ji wan be ku wê gelê Kurd birînên xwe ku wan da çêkirin, jibîr bikin û wan efû bikin. Gelê Kurd siyaseta rejîmê baş fêm kiribû ku bi van tiştên ku dikin nedihatin xapandin. Her wiha ew kela ji bo destpêkirina şoreşê jî gerimtir dibû. 

Hesekê

Di şeva Newroza 2015'an de jî, gelê bajarê Hesekê bihatina cejna Newrozê re rastî du êrîşên xwekujî yê çeteyên DAIŞ'ê hatin. Di encamê de 53 welatî ku piraniya wan zarok û jin bûn, hatin qetilkirin û 130 welatiyên din jî birîndar bûn.

Ban Ki-moon êrîşa xwekujî şermezar kir

Wê demê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon, her du teqînên ku Gelê Kurd li Hesekê kirin armanc şermezar kir. Daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî got ku; "Ev du êrîşên hovane" hemû kiryarên tundiyê li dijî sivîlan li Sûriyê zêde dikin.

UNESCO û NY çi kirin?

Di sala 2003'an de, Rêxistina Çand û Zanistê "UNESCO" Newroz xiste nav lîsteya nûnertiya mîrateyên ne maddî yên mirovî, wek cejneke ku "Nirxên aştî û hevgirtinê bi pêş dixe" pênase kir.

Neteweyên Yekbûyî di sala 2010'an de bi biryarnameyekê "Roja Newrozê ya Navneteweyî" îlan kir.

Gelê Kurd ê ku Newrozê pîroz dike her sal ji rayedarên rêxistinên navneteweyî, payebilindan li çaraliyê cîhanê, hunermend, sînameger, derhênerên Sûrî û lîstikvanên wan pîrozbahiyan werdigirin

Niha jî ruxmî hemû zor û zehmetiyan, êrîşên ku herêmê dikin hedef Newroz bi wê coş û kelecanê tê pîrozkirin. Her sal bi hatina Newrozê re asta tekoşîn û berxwedanê ji bo bidestxistina azadiyê û avakirina sîstemeke demokratîk nenavendî ku jin û mêr nav de wekhev bin, tê bilindkirin.