Kobanê û 490 keziyên wê: Bajarê ku di bîra gelê Kurd û cîhanê de bû sembola berxwedanê
Bajarê Kobanê yê ku tevî hemû êrîşên leşkerî û polîtîkayên şerê taybet çand, ziman û nasnameya xwe parastiye, di sedsala 21’emîn de weke kilîta entegresyona demokratîk rola xwe ya stratejîk didomîne.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Dîroka gelê Kurd bi bûyerên ku bandorên mezin li ser teyîsandina hebûn, rûmet û nasnameya wî kiriye dagirtiye. Di van salên dawî de jî Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku li Rojavayê Kurdistanê pêk hat, mohra xwe li dîroka gelê Kurd a azadî, civakî, çandî, aborî, xweparastin û gelek waran da.
Li Sûriyeyê rewşa gelê Kurd
Kurdistana ku di encama gelek hevpeymanan de hatiye parçekirin û bi sedan salan e di bin mêtinkariyê de bû, herî dawî bi riya hevpeymana Lozanê ya di 1923’an hat îmzekirin Kurdistan bû çar parçe û di navbera welatên Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê de hat parvekirin. Gelê Kurd li gorî siyaseta her welatê bi êrîş, qirkirin û dagirkeriyê re rû bi rû ma û zêdetirî sed salan e polîtîkeyên parçekirin û birêvebirinê bi awayê mêtinkarî û dagirkeriyê li Kurdistanê tên meşandin.
Rojavayê Kurdistanê ku di bin mêtinkariya Sûriyeyê de bû, li gor parçeyên din ên Kurdistanê siyasetek nermtir a qirkirin û pişaftinê li ser hat meşandin. Bêguman ev gotin nayê wateya înkarkirin, qirkirina gelê Kurd li Sûriyeyê. Sûriyeya ku weke komara fermî serxwebûna xwe di 1946’an de ragihand. Di wê pêvajoyê de û bi taybetî di dema lihevkirinên di navbera Misir û Sûriyeyê de gelê Kurd rû bi rû yê êrîşeke mezin a înkarkirina hebûn û nasnameyê hat û tê payîn ku wê demê zêdetirî 120 hezar Kurd ji mafê xwe yê nasnameyî û hemwelatîbûniyê hatin dûrxistin û weke welatiyên biyanî hatin pênasekirin. Vê rewşê heta pêvajoya destpêkirina desthilatdariya partiya Baasê berdewam kiriye, piştre di salên 1963’an de, gelê Kurd bi siyaseteke nû ya malbata Esed re rû bi rû ma. Hafiz û Beşar El-Esed bi riya Nîzama Erebî guhertinên demografîk kirin. Her wiha li ser çand, nasname û zimanê Kurd qeydên mezin danîn. Bi Kurtasî Rojavayê Kurdistanê di nava pencên qirkirin û asîmîlasyoneke bêdeng û sar de ma û vê rewşê heta sala 2011’an berdewam kir.
Di nava alozî û qeyranên pergalê de zayîna Şoreşa Rojava
Di sala 2010-2011’an de li seranserî Rojhilata Navîn pêleke serhildanên gel ên li dijî desthilatdarî û hikumetên heyî destpê kir ku weke Bihara Gelan tê binavkirin. Serhildanên sereke li Tunis, Misir, Lîbya, Yemen û Sûriyeyê pêk hatin. Di heman demê de li welatên Urdun, Mexrib, Iraq, Cezayîr, Oman, Kuweyt û Lubnanê jî çalakiyên mezin rû dan. Lê welatên ku encam ji serhildanan girtin û dikaribûn guhertinê di hikumet û pergalê de çêbikin Tûnis, Misir, Lîbya û Yemen bûn.
Li Sûriyeyê bi taybetî rêzeçalakiyên serhildanê di Adara 2011’an de destpê kirin, li seranserê parêzgehên wê belav bûn û êdî veguherî şerekî mezin û aloziyê. Di nava tevlîhevî, komkujî û pirsgirêkên ku li Sûriyeyê rû didan, li Rojavayê Kurdistanê şoreşeke cuda ya gelê Kurd xwe da der. Gelê Kurd ku li Kobanê, Efrîn û Cizîrê xwe bi rêxist kir dikaribû di nava qeyran û aloziyên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê de, şoreşa xwe ya serxwebûn, azadî û edaletê pêk bînin.
Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de yekemîn çirûska şoreşê li bajarê Kobanê pêket ango Kobanê bû navend û pêşengî ji vê yekê re kir. Zarok, ciwan, jin û gelê Kobanê rabûn ser piyan û dikaribûn bi biryardarî û vîna xwe hemû hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ji bajarê xwe derxin û serxwebûna herêma xwe ragihînin. Piştre pêlên Şoreşa 19’ê Tîrmehê gihîşt bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê, heta 21’ê Tîrmehê tevî Rojavayê Kurdistanê serxwebûna xwe ragihand û şoreşa xwe ya civakî, siyasî, leşkerî, aborî û hwd. bi fermî da destpêkirin.
Dîroka Kobanê
Rojavayê Kurdistanê ku ji herêmên Cizîr, Kobanê û Efrînê pêk tê, xwedî erdnîgariyeke stratejîk e di Kurdistanê de. Bajarê Kobanê jî bi taybetî di navbera deşta Sirucê û geliyên Firatê de cih digre. Riyên Mezopotamya û Anatoliyayê bi hev ve girê dide. Kobanê bi temamî bajarekî resen ê Kurdan e, weke nav jî xwe dispêre du çîrokên cuda, li gorî çîrokek ku tê gotin di sedsala 17’mîn de eşîrên Berazî yên deşta Sirûcê xwe bi rêxistin dikin û yekîtiya xwe di bin navê Koma Banî ya li hemberî êrîşên Osmaniyan û cîranan ava dikin û wisa warê ku lê jiyane navê wê veguherandine Kobanê û ya duyemîn jî kampanya Fransî ya ku xeta Trênê ava kiriye. Lê ger em rastiya gelê Kurd a di wan pêvajoyan de bi bîr bixin, em têdigihîjin ku koka peyva koma banî xwe dispêre peyva kom ku ev jî yek ji taybetmendiyên gelê Kurd ên kombûn û komînalbûnê ye.
Çand nasname û zimanê xwe ji her rêbaza qirkirinê parastine
Kobanê di warê sosyolojîk de xwedî çand, hebûn, taybetmendî û nasnameyeke resen a Kurdewarî ye. Bi taybetî jî dîroka herêmê xwe dispêre şoreş û berxwedanên mezin ku li ser avakirina civakî-jiyanî bandoreke mezin kiriye. Ji ber vê em dibînin ku ruhê wê yê civakî û hevkariyê xurt e, fedakarî û berxwedanî parçeyek ji nasnameya gelê Kobanê ye, roleke girîng û diyarker di dîroka Kobanê de heye ku heta niha jî gelek eşîr û malbatên mezin bi navê jinan tên nasîn. Çand, nasname û zimanê xwe ji her rêbaza qirkirinê parastine, heta niha jî gelê Kobanê bi piranî nizanin zimanê Erebî bi pisporî bikar bînin. Di heman demê de neheqiyê qebûl nakin, di rastiyê de bi îsrar in, zû bi zû îradeya xwe teslîmê kesê nakin û li hemberî zor û zehmetiyan xwedî hêz in. Bi kurtasî sosyolojiya Kobanê li ser bingeha berxwedan, rêveberiya civakî, rola jinan û parastina nasnameya çandî hatiye avakirin. Jixwe Kobanê xwe dispêre pergala eşîran û bi taybetî jî konfederasyona Beraziyan ku di nava xwe de gelek êşîr û baskan digre. Kobanê ku 490 gundên wê hene li gorî tê payîn nifûsa wê digihîje 400 hezarî.
Bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ku weke nav hatiye Erebkirin û di fermiyeta hikumetê de bi Eyn El-Ereb hatiye tesbîtkirin, tevî vê jî her dem nav û girîngiya xwe parastiye. Li Aliyekî din melovanî ji gelek neteweyên cuda re kiriye. Bi taybetî jî di pêvajoyên qirkirina Ermeniyan de bûye stargeha ku Ermenî, Suryanî û Cihû hebûna xwe lê diparêzin. Jixwe gelek gir û şikeftên dîrokî li Kobanê hene ku resenî, kevnarbûn û stratejiya wê teqez dikin. Weke girên Miştenûr û Kaniya Kurdan, gundên Şêran û Tilêcbê her wiha bi dehan şikeftên dîrokî ku şûnwarên kevnar, tablo, hestiyên mirovan û hwd. ên vedigerin serdemên Mîtanî, Asûr û gelek şaristiyan din hene.
Kobanê: Ji çend pêvajoyên dîrokî re malovanî kiriye
Bêguman di salên dawî de navê Kobanê bi gelek bûyerên dîrokî re berztir bû. Di 2’ê Tîrmeha 1979’an de pêşwaziya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye ku Kobanê bûye pira di navbera derbasbûna Ocalan a Sûriye û Rojhilata Navîn de. Ji ber gelê Kobanê Ocalan dîtin û felsefeya wî hîn bûn, di vê mijarê de bandoreke hişmendî, kesayetî û civakî ava kir. Ji ber vê heta niha jî em dibînin gelê Kobanê dibêjin em Apociyên salên 80’yî ne. Ji bo vê ev bûyer di dîroka Kobanê ya nûjen de weke mîrateyeke girîng tê destgirtin. Jixwe pêşketin û zemînê ku ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat amadekirin, xwe dispêre vî mîrateyê jî. Ji lewre dema bajarê Kobanê cara duyemîn di 19’ê Tîrmeha 2012’an de pêşengî ji qonaxeke dîrokî re kir, dikaribû nav û rola xwe ya stratejîk zindî bike. Ji ber vê jî gelê Kobanê pêşengî ji teqîneke bîrdozî, çandî, nasnameyî û azadiyê re kir ku hêviyên parçeyên din ên Kurdistanê zindî kirin.
Bêguman ev pêşengî bi şoreşa Rojava re sînordar nema, di heman demê de ev bajar bi berxwedana Kobanê ya tunekirina çeteyên DAIŞ’ê re êdî di asta Rojhilata Navîn û cîhanê de navê wê berztir bû. Çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de êrîşeke hov li ser Kobanê pêk anîn û 134 rojan berdewam kir. Li dijî vê yekê ji çar parçeyên Kurdistanê seferberiya parastina rûmeta gelê Kurd pêk hat û encam jî serkeftin û têkbirina DAIŞ’ê bû. Di vir de mirov dikare balê bikşîne ser xaleke din jî çawa ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû bersivek li dijî qeyranên pergala hêzên hegemon a li Rojhilata Navîn, careke din serkeftina berxwedana Kobanê valaderxistina plan û komployên hêzên hegemon û di serî de dewleta Tirk û hemû hevkarên wan bû. Roja 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanî hat raghandin û qebûlkirin. Ji lewre berxwedana Kobanê destkeftiyeke dîrokî ya gelê Kurd e û derbeyeke mezin e li pergala netew-dewletê.
Kobanê ku di encama êrîşan û şer de hilweşiyabû, ji nû ve xwe ava kir û di asta pêşengiyê de xeta xwe berdewam kir. Ji ber vê jî 12 sal in rû bi rû yê êrîşên herî dijwar tê, hewldan navê Kobanê yê dîrokî ji naveroka xwe vala bibe. Lewre jî dijmin her dem dest avêtin civaka Kobanê ku bi şerê taybet xwestin sosyolojiya wê ya berxwedêr, welatparêz, şerker û bi rûmet birizînin. Bi taybetî jî li hemberî jinan ku pêşengiya hemû destkeftiyên şoreş û berxwedana Kobanê kirin, polîtîkeyên mezintir hatin meşandin.
Şoreşa bi nasnameya jinan: Rojava
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku 14 salan li pey xwe dihêle di nava jiyana civakî de gelek guhertin û veguhertinên mezin ava kir. Di vê wateyê de em behsa hin dirûşm ango qaliban nakin lê belê guherînên şênber ên weke destkeftiyên şoreşê tên destgirtin, tînin ziman. Di destpêkê de ger em bala xwe bidin civaka Kobanê weke me berê anî ziman, gelekî wisa ye ku heta asteke mezin di bin siya paşverûtiya sîstema eşîran de maye. Lewre veguherandina vê şoreşê ya bi navê şoreşa jinan, derbeya herî mezin e li ser qeydên ku li ser jinan hatibûn ferzkirin. Em rola jinên Kobanê ya di avakirina civak û pêşengiyê de înkar nakin lê dîsa jî li gorî herikîna jiyanê lawazî hebû. Ji ber vê jî jinan bi vê şoreşê re nasnameya xwe ya civakî, siyasî, leşkerî, aborî û çandî careke din zindî kir û bi xwe re bandorê li ser guhertina hişmendiya zayendperest çêkirin. Ji bo vê jî dema hêzên çete bi keziyên jinên Kurd û şervanan dilîzin, hêrsa civakê mezin dibe û jinan weke pîroziyên xwe digrin dest. Di vir de mirov veguhertineke pir mezin a zihnî dibîne. Ji bo vê jî em dikarin bibêjin pergala li Rojava hat meşadin, bi prensîb û felsefeya wê xwe dispêre hişmendiya jinan a wekhev, demokratîk û azad. Yanî şoreşeke civakî, jiyanî, aborî, çandî, perwerdehî, fikrî ya xwe dispêre nasname û vînan jinan xwe da der.
Kobanê kilîta entegresyona demokratîk e
Di vî warî de em digihîjin vê encamê: Bajarê Kobanê di gelek qonaxan de roleke dîrokî ya diyarkirina çarenûsa jinan û gelê Kurd di sedsala 21’emîn de lîstiye. Lewra jî em teqez dikin ku niha careke din Kobanê kilîta entegresyona demokratîk e jî. Jixwe ji ber vê mijarê bi taybetî em dibînin ku ji destpêka pêvajoya entegresyonê ve li hemberî Kobanê lîstikên pir mezin tên meşandin û ji bo valaderxistina mîrateya Kobanê, nav û nasnameya wê êrîşên pir mezin hene. Jixwe li dijî van polîtîka û êrîşan gelê Kobanê bi ciwan û jinên xwe her dem ji bo parastina destkeftiyên bajarê xwe, misogeriya mîrateya wê û pêşxistina rola pêşeng de bi îsrar û biryar in. Tevî êrîşên çekdarî û şerê taybet ku bênavber heta niha jî berdewam dike; Kobanê weke nasname, dîrok, çand, hebûn, xwebûn û pêşengî rastiya xwe diparêze.