Di 11’emîn komkujiya Surûcê de: Şopên ku ji ber komkujiyê mane - 4

Serhat Devrîm ê 19 salî ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibe çûbû Pirsûsê, di êrîşa xwekuj a DAIŞ’ê ya 2015’an de hat kuştin. Dapîra wî Şukriye Devrîm, ji bo edaletê bang dike û dibêje ku ji bo bidawîbûna êşan divê aştî çêbibe.

MEMÎHAN HİLBÎN ZEYDAN

Mûş – Serhat Devrîm yek ji 300 kesan bû ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Navenda Çanda Amara ya li navçeya Pirsûs kom bûn da ku pêlîstok û alîkariyên mirovî bigihîjînin zarokên li Kobanê.

Ew yek ji wan kesên herî ciwan bû, temenê wî 19 salî bû lê şahidî ji xwepêşandanên Parka Geziyê re kiribû, beşdarî wan bûbû. Wekî ciwanek Kurd, li hemberî tiştên ku li dijî gelê wî dihatin kirin bêdeng nema û xwest piştgiriyê bide Berxwedana Kobanê. Serhat Devrîm ku ji bo beşdarbûna jinûveavakirina bajarekî wêrankirî bibe derketibû rê, di dema daxuyaniyek de li Navenda Çanda Amarayê di êrîşeke xwekujî ya DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. Di komkujiyê de 33 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.

Têkoşîna wî ya li Stenbolê

Serhat Devrîm, di 14 saliya xwe de ji bajarê xwe Mûşê derket û li Stenbolê jiyana xwe domand, di pêşengiya xwepêşandanên Parka Gezî de bû, li ber nexweşxaneya ku Berkîn Elvan li dihat dermankirin beşdarî nobedariyê bû.

 ‘Serhat zarokekî pir taybet bû’

Dapîra Serhat Devrîm, Şukriye Devrîm, neviyê xwe bi van gotinan wesifand: "Serhat zarokekî wisa bû ku her kes ji bo wî mîna xwişk û bira bû. Ew pir germ û dilovan bû. Dema ku zarokek didît, maç dikir, hembêz dikir û her gav ji wan re tiştek dikiriya. Serhat zarokekî pir taybet bû. Dema ku nedihat malê, ez pir ditirsiyam; min digot dibe ku tiştek xirab bi serê wî de were."

Şukriye Devrîm, diyar kir sê kurên wê hene, hesreta xwe ya ji bo neviyê xwe anî ziman û got: "Neviyê min cuda bû. Nû kar dîtibû û du meh bûn dixebitî. Gava mûçeya xwe girt, bi destên tijî vegeriya malê. Min got, 'Divê te ev ji bo diya xwe, ji bo mala xwe bikira,' wî got, 'Min ew ji bo te kiriye, ne ji bo diya xwe.”

'Li Stenbolê tiştek pê nebû li Pirsûsê hat kuştin'

Şukriye Devrîm, li ser biryara neviyê xwe yê ji bo jiyana li Stenbolê wiha got: "Ez ditirsiyam ku li Stenbolê tiştek were serê wî lê li Stenbolê nebû; li Pirsûsê qewimî û hat kuştin. Çend sal in hê jî edalet pêk nehatiye.”

Şukriye Devrîm diyar kir ku hê jî edalet ji bo 33 kesan nehatiye bicihanîn û got: "Zarokên me hatin kuştin, agir berdan malên me, malên me wêran kirin. Du keç û kurek kurê min hebûn. Kurê wî kuştin lê yên ku zarokên me kuştin tiştek bi wan nebû."

Bangawaziya ji bo aştî û edaletê

Şukriye Devrîm, tekez kir ku aştî ji bo pêşîgirtina li êşên din girîng e û got: "Bila aştî hebe, da ku kesek din êşa me kişandiye nekişîne. Ger ez êşa dikşînim vebêjin dê şev û roj têr nekin. Vê êşa ku hatiye kişandin êdî bes e; bila bi dawî bibe. Em aştiyê dixwazin lê baweriya me her roj qels dibe.”

Dawî Bû