Di ser komkujiya Pirsûsê re 11 sal derbas bûn: Şopên ku li pey komkujiyek man – 2
Yek ji kesên ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da Osman bû. Malbata wî 11 sal in şîna wî digre. Ji bo dayîka Osman, ne sala 11’emîn a komkujiyê, mîna roja 11’emîn a komkujiyê ye.
Ji bo dayîka Osman roja 11’emîn a komkujiyê ye
ARJÎN DÎLEK ONCEL
Riha – “Yên dimrin mirinê nizanin, mirin ji bo kesên dimînin e” Helbestvan, bêdawîbûna pêvajoya şînê ya kesên dimînin, bi vî awayî vedibêje. Li erdnîgariya Kurdistanê, mirin tu caran tenê "qutbûna ji jiyanê" nebû. Ji ber ku mirina tu kesê ne ji rêzê bû.
Mirovên ku li pey kesên di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Navenda Çandê û Hunerê ya Amarayê di encama êrîşeke bombeyî de jiyana xwe ji dest dan man, 11 sal in êşê mîna roja ewil dikşînin.
Bi sedan kesên ku ji bo gihandina alîkariya ji bo bajarê Kobanê birê ketin û berê xwe dan Navenda Çanda Amarayê, dema daxuyaniya çapemeniyê didan, êrîşeke bombeyî pêk hat. Di encama êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê de 33 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirê 100 kes jî birîndar bûn.
‘Weke roja 11’emîn a komkujiyê ye’
Yek ji kesên ku jiyana xwe ji dest da Osman Çîçek ê 22 salî bû. Osman zarokê 8’emîn ê malbata Çîçek a ji 9 kesan pêk dihat bû. Em li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ya malbata Osman lê dijî ne û dixwazin bi dayîka Osman re hevdîtin bikin lê em vê bersivê digrin; “Ji bo dayîka wî ne sala 11’emîn a komkujiyê, mîna roja 11’ emîn a komkujiyê ye. Hê xwe komî ser hev nekiriye, mirina wî ji bo wê pir giran hat. Dema behsa Osman tê kirin, êşê dikşîne.” Êş û hêrsa dayîkê, hê mîna roja ewil e. Ji bo ku em vê êşê zêdetir nedin jiyîn, ji bo hevdîtina bi dayikê re îsrar nakin.
Piştî qetilkirina Osman, di malbata Çîçek de tu tişt ne wek berê ye. Xanim Çîçek a hevjîna birayê mezin ê Osman û keça mamê wî, vê rewşê bi van gotinan vedibêje: "Piştî çûyîna wî, kêfxweşiya me jî çû, em êdî nikarin ji tiştekî kêfxweş bibin. Berê cil û bergên herî xweşik dihatin li xwe kirin û dawet dihatin kirin. Êdî tu kes cil û bergên xwe yên herî xweşik li xwe nake. Di malbatê de jiyana her kesê guherî, her kes di nava êşê de ye.”
'Osman di riya rast de jiyana xwe ji dest da’
Piraniya xizmên malbata Çîçek a ji Pirsûsê, li Kobanê ya bi sînoran ji hev cuda dibe, dijîn. Xanim Çîçek jî piştî zewaca xwe ji Kobanê derket û hat Kaniya Xezalan. Xanim Çîçek a şahidiya zarokatiya Osman Çîçek kir, wiha dibêje:"Osman zarokekî bêdeng bû, mirovekî kedkar bû zivistanê li kargehê û havînê jî di nava zeviyan de dixebitî. Ger hûn pê re neaxivîna, ew zû bi zû nediaxivî, zarokekî ewqas bêdeng bû. Pir girêdayî malbata xwe bû. Di riya rast de dimeşiya û xêrxwaz bû. Jixwe di riya rast de jiyana xwe ji dest da. Osman, bi zilma zaliman bû hedef û hat kuştin.”
Dema ku Osman Çîçek bihîst ji bo şandina alîkariyê ya ji Kobanê re wê li navenda çandê kom bibin, mîna hevalê xwe yê zarokatiyê Kasim Deprem derket rê. Agahiya malbata wî ji çûyîna wî ya Pirsûsê tunebû.
'Êdî tu tiştek dê wek berê nebe’
Xanim Çîçek, wê rojê û pêvajoya piştî wî bi van gotinan vedibêje: "Agahiya malbata wî ji çûyîna wî ya Pirsûsê tunebû. Ji cihê karê xwe destûr girtibû û gotibû ez ê vegerim, lê piştre me agahiya teqîne girt. Em weke malbat, perçe perçe bûn. Ji bo me wekî ku îro çûye. Kurê min li welatekî din dijî, dema ku tê serdana me û dikeve nava malê digrî. Dibêje, “Dayê, kesek kêm e, mamê min Osman kêm e û nebûna wî pir tê hîskirin.” Carna bi şev derdikeve û serdana gora wî dike. Mîna ku êdî tiştek wek berê nebe, jiyana me wê her dem ewqas xemgîn be. Di çanda me de, dawet girîng in lê piştî Osman dawet nayên kirin. Em nikarin ji tiştekî kêfxweş bibin. Dema yek bizewice, tenê mehr tê birîn û bûkê tînin malê. Berê di dawetan de cil û bergên herî xweşik dihatin lixwekirin, piştî Osman tu kesê cil û bergên xwe yên xweşik li xwe nekir.”
Dema ku min pirsa “Ma ji bo 33 Rêwiyên Xeyalan û Malbatên Pirsûsê edalet hat bicîhanîn?” kir, birayê Osman Mustafa Çîçek, dikeve navberê û dibêje, “Li Pirsûsê, serbilindiyên vî welatî hatin qetilkirin. Ji bo mîsogerbûna edaletê divê kesên ku vê komkujiyê koordîne kirine werin cezakirin.”
'Ew zarokên herî xweşik ên vî welatî bûn'
Malbata Osman ji bo 33 Rêwiyên Xeyalan ên hatin qetilkirin, daxwaza edaletê dikin. Xanim Çîçek, axaftina xwe bi daxwaza edaletê bi dawî dike: "Piştî teqînê, Tirkiye jî perçe bû, li her derê bombe teqiyan. Tirkiye, bedela qetilkirina van mirovên xweşik dide. Wan ne şer ne jî komkujî xwestin, tenê xwestin alîkariyê bînin Kobanê. Bila Xwedê mafên wan li erdê nehêle. Em edaletê dixwazin. Heta ku hesabê komkujiyê neyê pirsîn û hesabê Osman neyê pirsîn, wê ev êş berdewam bike.”
Muhîttîn Çîçek ê birayê Osman jî diyar dike ku bi salan e nikarin li çavên dayîka xwe binêrin. Muhîttîn Çîçek vê pirsê kir: "Em ji dayîka xwe şerm dikin gelo heta ku dayîka min êşê bikşîne, edalet çawa dikare were bicîhanîn? Dema ku edalet pêk neyê, êş kêm nabe, dema êş kêm nebe, hêrs jî kêm nabe û dema ku wijdan zindî nebe, jiyan jî nabe.”
‘Yên çûn çîrokek ji me re hiştin divê em vê çîrokê bidin jiyîn’
Muhîttîn Çîçek dibêje ku tolhildana ji zîhniyeta qirker, encax bi avakirina jiyana ku Rêwiyên Xeyalan hêvî dikirin were girtin û wiha dibêje: "Xwîna xwîşk û birayên min ên Laz bi xwîna min re tevlihev bû. Ev çîrokek jiyan û pêşerojê pêşkêşî me dike. Ew bê sedem nebûn û bê sedem nebûn xwişk û birayên xwînê. 33 malbat, tê wateya welatê me. Ez hêvî dikim çîrokên malbatên ku li Pirsûsê bûn yek, bibe çîroka aştiyê ya vî welatî.
Dema ku sax bûn, nebûn xwîşk û bira lê dema çûn bûn xwîşk û bira. Xwîşk û birabûyina wan, dikare bibe sedema xwîşkîtî û biratiya me. Yên çûn ji me re çîrokek hiştin û gotin, ‘ger hûn dikarin vê çîrokê berdewam bikin, hûn ê me bêdawî bikin.’ Divê em çîroka wan zindî bihêlin. Em dikarin xwîna li erdê, bi avakirina jiyana ku kesên çûn hêvî dikirin paqij bikin. Em dikarin bi xweşikkirina jiyanê, tola xwe ya ji kujerên xwe bistînin."
Sibê: Ez nikarim razêm. Di 11 salan de 7 car êrîşê gorê kirin.