Karneya AKP’ê ya 21 salan a li dijî jinan – 2

Di tevahiya desthilatdariya AKP’ê de şîdet û qetliamên li dijî jinan her ku çû zêdetir bûn, bi darazê jî biryarên di lehiya mêran de hatin girtin. Di serdema AKP’ê de, polîtîkayên dijminahiya jinan hatin meşandin.

Navenda Nûçeyan- Pêşniyarên ji bo çareseriyê û pêkanînên esthilatdariya AKP’ê yên têkildarî sûcên şîdet û tecawiza li dijî jinan, her dem bûn mijara nîqaşan. Desthilatdariya ku ji aliyê baviksalar ve helwesta xwe danî, di mijarên şîdet, tacawiz û qetliamên li dijî jinan, biryarên di lehiya mêrên kiryar de da û bi gotinên xwe piştgiriya sûcdaran kir. Li dijî dozên hevberdanê yên ku ji ber şîdetê zêde dibin bi navê “malbat” û “zewac” bernameyan çêkir û perwerde da. Ji bo çareseriya sûcên tecawizê jî pêşniyarên “xedimê” parast. Ji bo sûcên li dijî jinan polîtîkaya bêcezakirinê xist meriyetê. Di warê hejmara malên stargeh de jî hê gavên ku têr dikin nehatine avêtin. Ji bo jinên ku nexwendine, nebûne xwedî pîşe, di dema hevberdanê de “nefeqeya” ku tê dayîn bû mijara nîqaşan û hewl da vê yekê rabike.

Bêguman polîtîkayên desthilatdariyê yên li dijî jinan bi vana bi sînor neman. Bi pêşxistina polîtîkayên şerê taybet, siyaseta xwe ya zayendperest û netewperest di nava civakê de domand. Bi dejenerasyona civakî û polîtîkaya binpêkirina nirxan, xwest civakê hînê serîtewandinê bike. Desthilatdariyê bi taybetî Kurdistanê hedef girt, bi destên polîs, leşker û memûrên ku tayîn kir, bingeha tecawizê ava kir. Li Êlihê Îpek Er ji aliyê çawişê pispor Musa Orhan ve rastî tecawizê hat û ber bi xwekuştinê ve çû. Li Cîzîra Botan mudurê dibistanê Burak Ercan li dijî 43 xwendekaran êrîşa zeyendî kir, li Wanê çawişek pispor tecawizê jineke penaber kir. Em dikarin zêdetir mînakan bidin. Leşkerên tecawizkar, ji aliyê desthilatdariyê ve hatin parastin, mudurê dibistanê jî hat xelatkirin û tayînî dibistaneke li Stenbolê bû. Li dijî polîtîkayên şerê taybet ê desthilatdariyê, di serî de jinên Kurd di nava çalakiyan de bûn. Ji ber bertekên xwe, gelek kes hatin binçavkirin, girtin û cezayên giran li wan birîn. Dijminahiya AKP’ê ya li dijî jinan sînoran derbas kir. Li bajarê Silêmanî yê herêma Federal a Kurdistanê endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, rojnameger Nagîhan Akarsel û li bajarê Parîsê yê Fransayê jî endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî) bi êrîşên çekdarî hatin qetilkirin û bi wan re êrîşên li dijî bakur rojhilatê Sûriyeyê yên bi armanca dagirkeriyê domiyan. AKP dê di rûpelên dîrokê de bi têgehên tecawiz, qetliam, xesp û dagirkeriyê were bibîranîn.

Di beşa duyemîn a dosyaya me ya bi nave karneya AKP’ê ya 21 salan de em ê behsa polîtîkayên AKP’ê bikin.

Çend kirin û gotinên desthilatdariyê yên ku bûn sedema şîdet û qetliama li dijî jinan wiha ne:

*Di bin serokatiya Wezare Polîtîkayên Civakî û Malbatê Fatma Şahîn de komxebata bi navê Jinûvesazkirina Stargehan û Îstîşare hat lidarxistin. Li gorî zagona şaredariyan, her şaredariyek ku nufûsa wê di ser 50 hezaran de be, divê stargehek veke. Li gorî vê ji Îlona 2011’an pê ve, diviyabû  400 stargeh hebin lê li gorî daneyên Saziya Parastina Zarokan û Xizmetên Civakî, (SHÇEK) yên di Tebaxa 2011’an de li Tirkiyeyê bi tevahî 79 stargehên ku kapasîteya wan hezar û 721 kes e hebûn. Ji vana 51 girêdayî SHÇEK'ê, 27 jî girêdayî şaredariyan û rêxistinên civaka sivîl dixebitîn.

*Ji aliyê Karên Diyanetê ve li Muftuluka bajaran ji bo jin û mêran Xeta Alo Fetwa a di mijaren olî de xizmetê dike hat avakirin.

Demek piştî ku ev xet ket dewrê, derket holê ku şêwirmendan ji jinan re ji bo çareseriya pirsgirêkan pêşniyarên wekî; kirina dua, vexwarina ava ku pêve hatiye xwendin, ger rewşa wan a madî baş be biçin Umreyê.

*Mudurê Saziya Parastina Zarokan û Xizmetên Civakê yê Antalyayê Ramazan Ozen, got ku jin li kolanan rastî tecawizê tên, ji bo çareseriyê jî divê werin qisirkirin. (2006)

*Serokwezîr Tayyîp Erdogan plana hikumetê ya xebatên salên 2008-2012’an eşkere kir. Di planê de di bin 10 sernavan de 145 çalakî hebûn û dihat diyarkirin ku dê ev çalakî ji aliyê kîjan saziyan ve werin pêkanîn û armanca wan dihat vegotin. Di bernameyê de di bin sernavê “bihêzkirina statuya civakî ya jinan, îstîhdam û stargeh” sê sernav hebûn. (2007)

AHÎM: Tirkiye jinan ji şîdetê naparêze

*Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) di mijara şîdeta nava malbatê de, doza yekem a li dijî Enqereyê hatibû vekirin bi encam kir. Dadgehê biryar da ku li Tirkiyeyê jina rastî şîdetê tê, tevî ku serî li dozgeriyê dide jî ji hevjînê ku lê şîdetê dike nayê parastin û cudakarî li dijî wê tê kirin. Di encamê de bir hat dayîn ku ji bo Nahîde Opuz 36 hezar û 500 Avro were dayîn. (2009)

*Li dijî biryara AÎHM’ê ku ji ber welatiyên xwe li dijî şîdetê naparêze ceza da Tirkiyeyê û bû ‘welatê yekem’ ê ceza digre. Li dijî vê yekê Seroka Komîsyona Wekheviya Derfetên Jin û Mêr a TBMM’ê Guldal Akşît got: "Divê biryar were sererastkirin. Li gorî bûyerek tenê cezakirin ji bo Tirkiyeyê neheqî ye.” (2009)

*Dadgha Makezagonê, têkildarî zagona medenî ya ku ger dê û bav zewicandî nabin, zarok paşnavê dê digre, betal kir û biryar da ku zarok paşnavê bavê xwe bigre. (2009)

*Parlamentera AKP’ê Alev Dedegîl a ku têkildarî tecawiz û îstîsmara zayendî teklîfa zagonê amade kir, di mijara kêmkirina hormona testosteron a tecawizkar de, got; “Di sûcên îhtiyatî de ev yek mecbûrî ye.” Têkildarî kastrasyona kîmyewî zagona teklîfê, di sala 2009'an de di komîsyonê de hatibû nîqaşkirin lê ji meclisê derbas nebûbû. (2011)

*Di rapora bi navê “Di Darazê de Analîzkirina Rewşê) ku ji aliyê Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran ve hatibû amadekirin derket holê ku pêşniyarên wekî; “Di rewşa ku jina rastî tecawizê hatiye bi tecawizkar re bizewice divê doz were girtin”, “Ji bo ji Tiba Edlî têkildarî sûcên zayendî bi leztir rapor were girtin, li cihê ‘tendirustiya beden û ruh xirab bûye yan na’ divê tenê lêkolîn tenê li ser ‘tendirustiya bedenê xirab bûye yan na’ were kirin”, “Di sûcên zayendî yên bi riza li dijî kesên ji 15 salî biçûktir tên kirin divê ceza were kêmkirin” hatine kirin. (2011)

*Di benda 4’an a Zagona Paşnav de, gotinên; “Di dema hevberdanê de, dema ku welayeta zarok bidin dayikê jî ji bo nav û paşnav ê ku bav hilbijartiye were dayîn” ji bo betalkirina vê yekê serî li Dadgeha Makezagonê hat dayîn. Dadgehê bi beyanên; “Di çarçoveya welayetê de ji ber ku ji bo mêr mafê hilbijartina paşnavê zarok tê dayîn û ji jinê re nayê dayîn, ev yek dibe cudakariya zayandî” vê yekê dijberî Makezagonê dît û betal kir. (2011)

Meşrûkirina tacîzî wekî azadiya îfadeyê hat dîtin

*Gotinên Serokê Beşa Hiqûqa Îslamê ya Zangîngeha Îlahiyatê ya Selçukê Prof. Dr. Orhan Çeker ku gotibû “Jina ku dekolte li xwe bike bêguman dê rastî tacîzê were” wekî “azadiya îfadeya akademîk” hat nirxandin. (2011)

*Di rapora ku daxwazên Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSYK) cih digirtin de, aştiya civakî, yekitiya malbatê û giraniya xebata darazê hincet hat nîşandan û hat xwestin ku “Dema di warê şîdeta li dijî jinan de gilî neyê kirin, neyê cezakirin û sûcên birîndarkirina bi sivikî bikeve çarçoveya lihevhatinê. (2012)

*Tayyîp Erdogan, li Amedê beşdarî merasima zewaca 400 kesan bû. Tayyîp Erdoggan got: "Em îro li Amedê di pêvajoyeke cuda de dijîn. Zewac pêvajoyek pir cuda ye. Ez ji we tiştek din jî rica dikim. Hûn şertê min dizanin? Yek tenê ecêb e, du dibin reqîb, sê dibin denge, çar dibin bereket, wekî din xweda kerîm e. (2013)

*Alîkarî Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyîn Çelîk, di bernameyek tv. got ku ew têkilî lixwekirina tu kesê nebûne lê dûre jî got: “Duh di kanalek, di bernameyek pêşbaziyê de pêşkêşvan wisa cilekî li xwe kiribû ku wisa nabe. Em têkilî kesê nabin lê pir zêde bû. Ev yek nayê qebûlkirin.” Piştî axaftina Huseyîn Çelîk pêşkêşvan Gozde Kansu ji kar hat derxistin. (2013)

*Tayyîp Erdogan, li qesra serokomariyê, di axaftina xwe bi keyayan re got; “Ez radibim dibêjim jin emetên xweda ne ji bo mêran. Ev femînîst dibêjin ‘ev çi ye’, ‘jin emanet e îcar, ev heqaret e.’ (2015)

Şaredariya AKP’ê pirtûka ku şîdetê meşrû nîşan dide li gel belav kir

*Di pirtûka bi navê bextewariya malbatê ya ku ji aliyê Muhemed Sakî Erol ve hatiye nivîsandin û şaredariya AKP’ê Şahînbeyê belav kir de gotinên; “ya ku hedê xwe derbas dike” “îslahkirin” ev pêşniyar hatin kirin: “... Beriya ku jin were berdan û malbat belav bibe, ji bo nava malê ji bo mer sê tiştên ku dibin derman hene. Divê jin were tirsanin û li gorî usûlê lêdanê bixwe. Bi lêdanê cezakirina jinan karekî pir hesas e. Wekî ku tu dermanek bandora wê pir zêde ye bidî nexweşek rewşa wê giran.” (2017)

*Wezîra Polîtîkayên Civakê Malbatê Ayşenur Îslam, li ser projeya bi navê Ji bo Têkoşîna bi Şîdeta nava Malê re Projeya Malên Jinan a di 27’ê Kanûna 2013’an de hat îmzekirin got: “Butçeya tevahî ya projeyê 10 milyon 150 hezar Avro ye. Ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan, projeya herî mezin e û ji aliyê Yekitiya Ewropayê ve hatiye fînansekirin. (2014)

*Ji bo piştgiriya bi kesên di nava malbatê de rastî şîdetê tên yekem şaxa “Navendên Şopandin û Pêşîgirtina Şîdetê” (ŞONÎM) li Bursayê bi beşdariya Wezîra Polîtîkayên Civakê û Malbatê Fatma Şahîn hat vekirin. (2012)

*Di navbera Wezareta Polîtîkayên Civak û Malbatê û Muduriyeta Giştî ya Xizmetên Civakî bi Muduriyeta Giştî ya Xizmetên Perwerdeyê ya Serokatiya Karên Diyanetê de protokola “Bernameya perwerdeya malbatê” hat îmzekirin. Di çarçoveya vê protokolê de êdî personelên Serokatiya Karên Diyanetê dê bikaribûna di bernameyên ji bo perwerdeya malbatê de peywir bigrin. (2013)

Zagona bi hejmara 6545 di rojnameya fermî de hat weşandin

*Wezîra Polîtîkayên Civakê û Malbatê Fatma Şahîn got ku her dem li ser navê kesan hinek kes biryarê didin û got: “Li ser navê astengdaran kesên bê asteng biryarê didin. Nabe ku ev wiha bidome. Ger biryaryek der barê astengdaran de were dayîn divê ew jî li ser maseyê bin. Ger biryarek der barê jinan de were dayîn, ev biryar ji ser maseya ku mêr lê rûniştine dernakeve.” (2013)

*Li gorî bernameya sala 2014’an a hikumetê ji bo yekitiya malbatê çêbibe, were parastin û bi hêz bibe divê bernameyên perwerdeya malbatê werin zêdekirin. (AEP) Ji bo teşwîqa zewacê û xwedîbûna zarokan jî bi bernameyên tv. piştgirî ji xebatên saziyên civaka sivîl re bihatana dayîn. Dadgehên malbatan bi hevkariya bi baroyan re ji bo armanca kêmkirina hevberdanê, ji bo jin û mêrên li ber hevberdanê ne xebat werin kirin. (2013)

*Wezîra Polîtîkayên Civakê û Malbatê Ayşenur Îslam, diyar kir ku di nava 3,5 nîv de ji 5 milyonî zêdetir kes li xeta Alo 183 û Alo 144 geriyane. Mor Çatiyê jî diyar kir ku xeta Alo 183 li gorî benda 80 ya Konseya Ewropayê ji bo pêşîgirtina şîdeta nava malê ya li dijî jinan, li gorî Peymana Stenbolê nîn e. (2014)

*Wezîra Polîtîkayên Civak û Malbatê Ayşenur Îslam, têkildarê biryara  Dadgeha Bingahîn a ku dixwest li kesên ku dizewicin û beriya mehra fermî ya olî çêdikin ceza were birîn got; “Li gorî ku ev biryar hatiye girtin, wekî wezaret ji bo em pêşî li kesên ji 18 salan biçûktir bi merasimên ne fermî tên zewicandin bigrin divê em dest bi xebatek nû bikin. Divê ev biryar, pêşî li zewacên bi vî rengî veke û cesaretê bide.” (2015)

Ji Ahmet Davutoglu gotinên zayendparêz

*Serokvezîrê Tirk Ahmet Davutoglu ya di mîtînga Rihayê ya AKP’ê de axivî, got: “Niha karê we, mûçeyê we, xwarina we heye. Çi ma. Hevjîn ma hevjîn. Em dixwazin mirovên vê erdnigariyê bi bereket bin, zêde bibin lê di heman demê de bibin xwedî kar. Dema we got hevjîn lazim e hûnê biçin gel dê û bavên xwe înşallah ew ê ji we re hevjînek bi xêr bibînin. Ger nedîtin hûnê serî li me bidin.”

*Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag ê di “Komxebata Di Pergala Hiquqê ya Tirk De Malbat – Zarok – Jin” de axivî got, “Çiqas rast e ku dewlet di navbera jin û mêran de, bi ewqas polîs, leşker, dadger, psîkolog, xebatkarên civakî, pispor û pisporên nakokiyên şîdeta malbatê yên di navbera jin û mêran de mudaxele dike? Divê em vê yekê cidî bigirin dest. Divê em xwe ji rexneyên hin rêxistinên jinan dûr bixin.” (2016

* Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betûl Sayan Kaya îdia kir ku navendên ku bi levhaya şêwirmendiya malbatê li Stenbolê kar dikin rê li ber hevberdanê vedikin. Betûl Sayan Kaya wiha got: “Piştî raporên ku dibêjin hevjînên ku diçin van navendan bi gelemperî hevberdanê dikin, me dest bi kontrolê kir. Em xebatên xwe yên ji bo girtina cihên ku ji aliyê kesên jêhatî ve nehatine vekirin berdewam dikin.” (2017)

* Serokê Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK) ku girêdayî Wezareta Edaletê ye Suleyman Arslan, diyar kir ku rêjeya hevberdanê gelekî zêde ye û got, “Sala 500-600 hezar zewac û 130 hezar hevberdan çêdibin. Ev rastî terorîzm e. Vana bi giranî êşandin. Ev binpêkirina mafên zarokan e, ev tê wê wateyê ku zarok bê hezkirin mezin dibin. Wateya valahiya hestyarî heye, bê kontrol dimîne.” (2018)

* Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana 2 serlêderên cuda yên ku bi têkiliya zayendî bi zarokên ji 15 salî biçûktir re êrîşa zayendî kirine û di encamê de zarokên wan çêbûne, ji ber ku bi mexdûran re zewicîne, red kir. Dadgeha Destûra Bingehîn di vê biryara pêşwext de tekez kir ku binçavkirina serlêderan ne ji ber kiryarên wan ên jiyana malbatî ye, lê ji ber cîbicîkirina cezayên ku ji ber sûcê îstîsmara zayendî li wan hatiye birîn. (2018)

Suleyman Soylu jinan hedef girt

* Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di "Bernameya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê" ya Enqereyê de jin sûcdar kir. Suleyman Soylu ku îdia dike ku di mijara "îstîsmara jinan" de komek dildar heye, di çalakiya rojek berê ya li Kolana Îstîklalê de der barê jinên ku wek "eynî tîpan" bi nav kir got, "Di roja çalakiya li dijî tundiyê de çalakiyên dij zagonî lidarxistin, qaşo xwestin tundiya heyî him nîşanî Tirkiyê him jî nîşanî jinan bidin.” (2018)

* Di beşa Tirkiyeyê ya rapora girtîgehê ya ku ji aliyê Konseya Ewropayê ve hatiye amadekirin de, tê gotin ku di 10 salan de hejmara girtî û hikumxwaran gelekî zêde bûye û di salên 2013-2015'an de hejmara kesên ku ji ber destdirêjiyê hatine mehkûmkirin ji 523'an bûye 12 hezar û 253. (2018)

* Bi hevkariya Wezareta Dadê û Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî "Civînên Rojevê: Atolyeya Pergala Neqfiyeyê" li Dîwana Dadweriyê ya Enqereyê hat lidarxistin. Nûnerên saziyên jinan bi zora xwe beşdarî komxebatê bûn. Ji Rapora Komîsyona Hevberdanê ya sala 2015'an û vir ve guhertina sîstema neqf û sînordarkirina mafên jinên hevberdanê kirine hatin nîqaşkirin. (2018)

* Di bin banê Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî de 110 stargehên jinan hene. 144 stargehên jinan ên bi tevahî 3 hezar û 454, 32 girêdayî şaredariyan, 1 girêdayî Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Koçberiyê û 1 jî girêdayî Rêxistina Civakî ya Mala Mor hene. (2018)

Qedexeya hîcabê ya li saziyên giştî hat rakirin

AKP’ê li ser hîcabê ku mafê bingehîn ê jinê ye, propagandaya siyasî kir. Lê hin rêveberan jî li dijî vî mafî daxuyanî dan. Hikûmetê ku li saziyên cemaweriyê azadiya çewisandina çarenûsê da destpêkirin, tevî ku ti qedexe tunebû jî, bi hinceta lixwekirina çarşefê pêşniyara destûra bingehîn a nû pêşkêşî Meclîsê kir. Pêşniyar armanc dike ku hêzeke bêdawî bide mekanîzmayên dewletê ku mudaxeleyî cilên hemû jinan bike. Rêziknameyên der barê azadiya serê xwe de wiha ne;

*Wezîrê Perwerdehiyê Huseyîn Çelîk di torena olîmpiyatên Zanistê de li hemberî xwendakara ku  ji bo girtina xelatê bi hîcabê derket ser dîkê bertek nîşan da û fermana lêpirsînê da. (2007)

*Qanûna bi hejmara 5735'an a ku hin xalên wê makeqanûna Komara Tirkiyeyê di guherandina hin xalên destûra bingehîn a Tirkiyeyê de ku di xwendina bilind de sermayê bêpere dike û rê li ber sûdwergirtina ji her cure xizmetên gelemperiyê vedike, di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê. “Tu kes ji ber sedemeke ku di qanûnê de bi zelalî nehatibe nivîsandin, nikare ji mafê xwendina bilind bêpar bê kirin. Sînorên bikaranîna vî mafî bi qanûnê tên diyarkirin.

*Rêziknameya Guhertina Rêziknameya Cil û bergên Personelên Di Sazî û Rêxistinên Giştî de dixebitin di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gorî rêziknameyê dê memûrên jin bi hicebê û nemûrên mêr jî bi rîh nikarin kar bikin.(2016)

Polîtîkayên cihêkarî bi zêdebûnê domkir

LGBTI+yî jî rastî axaftin û pêkanînên cudaxwaz ên hikûmetê yên li hemberî hemû kesên din ên civakê re rû bi rû man. Rêxistinên LGBTI+yan ku bi tundî, kuştin, destavêtin û îşkenceyê derketin pêş, car caran bi biryarên dadgehê hatin astengkirin. Cûdakarî û sûcên li dijî LGBTI+yan carna hatin înkarkirin û hin caran jî hatin paşguh kirin û bê ceza hatin hiştin. Di gelek nîqaşan de kesên LGBTI+ bi gotina “berevajî xwezaya mirovan” wek “nexweş” hatin pênasekirin. RTUK'ê bernameyên televîzyonê yên ku LGBTI+yan hewl didin bên dîtin ceza kir û wekî "li dijî exlaqê giştî" bi nav kir. Hin axaftin û pêkanînên hikûmetê yên di derbarê têkoşîna LGBTI+yan de wiha ne;

* Walîtiya Enqereyê di roja dawî de erêkirina fermî ya ku ji qanûnên Komeleya Kaos GL re bê dayîn de destnîşan kir ku nav û armancên komeleyê di xala 56'an a Qanûna Medenî ya Tirk de "li dijî hiqûq û exlaqê ne" li ser bingeha xala "Komele nikare li dijî hiqûq û exlaqê bê avakirin". (2005)

* Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Şîşliyê ji bo li herêma Şîşliyê li hember travestiyan Tîmek ku cilê robocop li xwe dikin tekoşîna li dijî travestiyan a ji 10 kesan pêk tê ava kir.(2006)

* Di rûniştina 6'emîn a doza girtina Komeleya Piştevaniya LGBTT ya Lambda Stenbol de ku li ser serlêdana Walîtiya Stenbolê hat vekirin û di Tîrmeha 2007'an de dest bi rûniştinê kir, dadgehê rûxmê ku li gor Rapora pisporê ji bo LambdaIstanbul û li gor nêrîna dozgerê ku wê neyê girtin neqanûnî û bêexlaqî dît û biryara girtina komeleyê da. (2009)

* Wezîrê Dadê Mehmet Alî Şahîn di bersiva pirsa nivîskî ya der barê pirsgirêkên kesên ku ji ber meyla xwe ya zayendî tên cudakirin diyar kir ku tu cudabûn tune ye û ji ber vê yekê wezaretê di mijarên hatiye diyarkirin de tu xebat nekiriye. (2008)

* Lijneya Odeyên Dadgeha Bilind a Leşkerî der bare Mehmet Tarhan ê ku ji ber çûndina leşkeriyê û muaneya homoseksuelî red kiriye de biryar da: kesên ku rûxmê ku homoseksuel e lê nade diyarkirin, dema ku derket holê û muane red dike pêwîste ji bo leşkeriyê vere girtin  Dadgeha Leşkerî da diyarkirin ku biryara "reda wijdanî" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ne derbasdare û homoseksuelî wekî "nexweşiyek derûnî ya giran" pênase kir. (2006)

* Serokatiya Karên Diyanetê biryara xwe ya 4’emîn civîna olî ragihand. Di xala19’emîn ya biryarê de û got:“Pêwîste Serokatiya Karên Diyanetê li hemberî , nîzîkatiyên xirab ku ne li gor xwezaya mirovî û ne li gor tabîata mislimantiyê ku nayên qebûlkirin re di warê civak hişyarkirinê de pêşengtî bike, beyî ku kes were hedef girtin û were rencîdekirin, ji bo ku pirsgirêkbi awayekî tendûrîstî çareser bibe piştgirî were dayîn.

* Wezîra Dewletê ya Jin û Malbatê Selma Aliye Kavaf a tevlî 29. Konferansa Wezîrên Berpirsiyarê Malbatê ya Konseya Ewropayê  amade bû nirxandû îdiakir ku. "mafên zarokên bi şeklên cuda yên malbatê tên mezinkirin" ku hatin nirxandin dê rê li ber qebûlkirina homoseksuelan veke. (2010)

*Di Rojnameya Fermî de Rêziknameya Prensîbên Tevgerên Exlaqî yên di Kontrolê de hat weşandin. Di rêziknameya ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin de di beşa bi sernavê "Wekhevî" ya pêşnûmeya ku di Çileya 2010'an de hat parvekirin de îfadeya "meyliyeta zayendî" tune bû.

* Deklerasyona ku li Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hat xwendin û ji aliyê 84 dewletan ve hat îmzekirin, Tirkiyeyê îmze nekir. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku LGBTI+ li hemû cîhanê bi tundî û sîstematîk her cure tundî kuştin, destavêtin, îşkence û înfazên derveyî darazê bi wan re rû bi rû dimînin.

*” Peymana Konseya Ewropayê ya li ser Parastina Zarokan li Dijî Îstîsmar û Îstîsmarên Zayendî” a ku li ser navê Tirkiyeyê 2007’an de hatibû imzakirin û 25’ Cotmeha 2010’an li TBMM yê hatibû erêkirin li rojnameya fermi de hat weşandin. Tirkiyê di vê hevpeymanê de şerta ku cudabûna ”meyîla zayendî” nake qebûl kiribû. Bi vê vesîlê “meyîla zayendî cara yekem ket rojevê.

*Türkiye adına 2007 tarihinde Lanzarote’de imzalanan, 25 Kasım 2010 tarihinde TBMM’de onaylanan “Avrupa Konseyi Çocukların Cinsel Sömürü ve İstismara Karşı Korunması Sözleşmesi” Resmi Gazete’de yayımlandı. Türkiye, bu sözleşmeyle “cinsel eğilim” ayrımcılığı yapılamayacağı şartını da kabul etmiş oldu. “Cinsel Yönelim” bu vesileyle ilk defa mevzuata girmiş oldu. (211)

*Bi zagona hejmara 6529’an xalên 115 û 122’an ên Qanûna Cezaya Tirk ji nû ve hatin sererastkirin û li xala 122’an gotina “nefret” hat zêdekirin. Di pêşnûmeya qanûnê de hevokên "meyla zayendî", "yekîtî", "endamtiya etnîkî", "urf û edet" û "esl" hatin rakirin. Ji ber vê yekê gelek sûcên nefretê ji holê hatin rakirin. Ligel berfirehbûna sûcên nefretê yên homofobîk û transfobîk, "meyldariya zayendî" û "nasnameya zayendî" wekî kategoriyên mafên parastî nehatin hesibandin. Bi guherandina sernavê gotarê wekî "nefret û cudakarî" pêwîst bû ku di cihêkariyê de motîfa nefretê were destnîşan kirin da ku gotarê were sepandin.

*Walîtiya Stenbolê bi hinceta “hesasiyet” û “ewlehiyê” meşa ku di çarçoveya Hefteya Rûmetê ya LGBTI+ de di 26’ê Hezîranê de li Taksîmê bê lidarxistin qedexe kir. Meşa ku ji sala 2003’an ve tê lidarxistin cara ewil di sala 2016’an de hat qedexekirin.

Di perwerdehiyê de cihêkariya li hemberî zarokên keç

Bi guhertina gelek caran polîtîkayên perwerdehiyê hewl hat dayîn ku gihandina keçan a ji bo perwerdehiyê were asteng kirin. Bi qanûnên qanûnî îxrackirina xwendekaran di dozên dawet û zewacê de hat fermîkirin, xwendekarên jin jî bi 4+4+4 perwerdehiya dersînoriyê asteng kirin. Di rewşa zewacê de zarokên ku di lîseyê de dixwendin mecbûr dibûn ku li lîseyên vekirî binivîsin û xwendina xwe bidomînin. Vê yekê rê li ber zewacên zarokan vekir. Bi weqfên olî, komele û miftîtîyan re protokol hatin îmzekirin. Îmam Hatîp cara ewil ji aliyê zayendê ve ji hev hatin veqetandin. Hin rêveberên dibistanan hatina xwendekarên keç a kantînan qedexe kirin! Di pirtûkên dersê de zayendperestî jî hebû. Di bin navê "Bernameya Perwerdehiya Qursa Qur'anê" de ji bo zarokên pêşdibistanê yên 4-6 salî perwerdehiya olî bê dayîn protokol hatin îmzekirin. Hin pêkanîn û axaftinên hikûmetê yên ku rê li ber qeydkirina zarokên keç digre ev in:

* Wezareta Perwerdehiya Neteweyî guhertina rêziknameyê kir û qûrala têkiliyên xwendekarên ku berê zewicîne û nîşankirinê bûn tenê "xwendekarên zewicî ji dibistanê tên avêtin" guhert. (2009)

*”Giştînameya bi navê "Dersa Ewil" bi îmzeya Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nîmet Çubukçu hat weşandin. Nimet Çubukçu, diyar kir ku di dersa ewil de ji bo der barê “nirxande” têrkêrbûna wan zêde bike û ji bo bandor tevgerên wan bike, dê çalakî bên lidarxistin.(2010)

* Qanûna Perwerdehiya Seretayî û Perwerdehiyê ya bi hejmara 6287'an a ku di raya giştî de wekî Qanûna Perwerdehiya Seretayî ya 4+4+4 tê zanîn û Guherîna Hin Qanûnan di Rojnameya Fermî de hatin weşandin. Beşa dibistana navîn a îmam hatipê ku di pêvajoya 28’ê Sibatê de hatibû girtin bi vê qanûnê ji nû ve hat vekirin. Piştî qonaxa yekem a çar sal, hate pêşbînîkirin ku zarok ji perwerdeya fermî derkevin û qonaxa duyemîn a çar salan jî bi perwerdehiya vekirî ve were girêdan.(2012)

* Wezareta Perwerdehiya Neteweyî li ser kêmbûna mamosteyên ji bo hînkirina Tirkiya Osmanî ya ku di lîseyên zanistên civakî de dersa mecbûrî ye û li hemû lîseyan jî dersa hilbijartî ye, bi Weqfa Hayratê nêzîkbûna wê ya bi Civaka Nûr re tê zanîn re protokola perwerdehiya mamostetiyê îmze kir. Di çarçoveya protokolê de ji aliyê Wezareta Perwerdeya Neteweyî ve ji walîtîyên 81 parêzgehan re name hat şandin û ji Weqfa Hayratê re hevkarî hat xwestin. (2013)

* Wezareta Perwerdehiya Neteweyî cara ewil lîseyên îmam hatip li gorî zayendî hat cuda kirin. Wezaretê ku berê xwendekarên keç û mêr li dibistanên cuda kom kiribû, li seranserê welat navên 26 dibistanan guhert û kir "lîseyên îmam hatîp ên keç".

*Rêziknameya Saziyên Perwerdeya Navîn a Wezareta Perwerdeya Neteweyî, di Rojnameya Fermî de hat weşandin ket meriyetê. Di rewşa zewacê zarokên ku di lîseyê de dixweynîn, şertê ku li lîseyên vekirî qeyd bikin û xwendina xwe bidomînin, hat anîn. Bi vî awayî ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve rêya li ber zewaca keçan a ku ji aliyê bedenî û ruhî ve ne amade ne, hat vekirin.(2013)

*Axaftina Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Amedê Çinarê Mehmet Demîr a di civînê de di tutanekek ku îmzeya wî jî tê de hebû hat nivîsandin. Weke ku di giştîname de hatiye nivîsandin Mehmet Demîr ji midûrên dibistanan xwestiye ku “keç nekevin kantînên lîseyan û li vê qatê mamosteyek nobedar bê erkdar kirin” (2013)

* Cigirê Serokê TBMM’ê Sadik Yakut di axaftina xwe ya li 14’emîn Foruma Zarokan a Neteweyî ya ku li Meclisê hat lidarxistin de, der barê perwerdeya têkel de wiha got, "Mixabin li Tirkiyeyê xeletî ya ku berê vê tê kirin ew e keç û xort di heman dibistanan da perwerde dibin." (2013)

* Alîkarê Serokê Meclisê Sadık Yakut di axaftina xwe ya li 14’emîn Foruma Zarokan a Neteweyî ya ku li Meclisê hat lidarxistin da îfadeya "Mixabin xeletiya berê ya ku li Tirkiyeyê hatiye kirin ew e ku keç û xort di heman dibistanan da perwerde dibin." (2013)

* Tayyîp Erdogan ji rojnamegera jin a ku pirsa walîtiyê di derbarê yûrgehên taybet ên tevlîhev de xwedî kîjan rayeya mudaxeleyê ye aciz bû û wiha bersiv da: “Li malên taybet bê jî mayîna keç û xort ne guncaw e. Ger hewce bike em ê qanûnan derxin.” (2013)

* Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Burdurê Mahmut Bayram îdia kir ku "Jina ku bi awayekî sûskirî ji malê derdikeve, şehweta mêran tehrîk dike û dê wek zînayê bê dîtin" (2014)

*Tayyîp Erdogan şîret li xwendekarên keç kir ku zû bizewicin û zêde bijarte nebin. Tayyîp Erdogan wiha got: “Mijara zewacê paşve neavêjin. Dema we nasiba xwe dît biryara xwe bidin. Zêde jî bijarte nebin. Wê demê hûn ê ji gulistanê vala derkevin.” (2014)

*Milli Eğitim Bakanlığı Talim ve Terbiye Kurulu’nun kararıyla 2012-2013 eğitim-öğretim yılından itibaren 5 yıl süreyle “ders kitabı” olarak kabul edilen, Pasifik Yayınları tarafından basılan Sosyal Bilgiler Öğretmen Kılavuz Kitabı’nın, “Adım Adım Türkiye” başlıklı ünitesinde “Kınanın gelin olacak kızın yeni evine bağlı kalacağını sembolize etmek üzere yakıldığını, gelinin evinin ve kocasının yoluna gerekirse kurban olacağının vurgulandığını söyleyiniz” ifadesi yer aldi. (2014)

*Di çarçoveya xebatên salekê de di navbera Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Batmanê û Miftiyê Parêzgehê de protokola hevkariyê ya "Perwerdeya Nirxan" hat îmzekirin. (2015)

*Derket holê ku di navbera Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya navçeya Yenîşehîra Mêrsînê û Miftiyê Parêzgehê de protokola xizmetên olî hat îmzekirin. Di çarçoveya protokola hat îmzekirin de dê li dibistan û yûrdên birazanê de ji xwendekaran re konferansên olî bên dayîn û pirtûkên olî bên belavkirin.(2016)

*Pirtûka bi navê Doza Maerifê ya li Tirkiyeyê Elewîtiyê wekî "rizîbûyî" pênase dike, di lîsteya pirtûkên ku Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) xwest mamoste di heyama semînerê de lêkolîn bikin û nîqaş bikin de cih girt. Her wiha di pirtûkê de ev gotin jî cih digirtin: “Ji bo xusûsiyeta terbiyeta perwerdehiyê ya keç û kuran cuda cuda diyar bike û û ji ya niha zêdetir girîngî bidin terbiyeya keçan, divê di dibistanên amadeyî de perwerdeya keç û kuran ji hev bê cudakirin. (2016)

*Li gorî rapora fealiyetên ya sala 2016'an a ku Serokatiya Karên Diyanetê weşandin, di sala perwerdehiyê ya 2015-2016'an de ji bo koma 4-6 salî 554 ders hatin vekirin û di van dersan de 55 hezar û 321 xwendekar hatin perwerdekirin. Bi vî rengî Diyanetê xebatên xwe yên perwerdehiya pêşdibistanê ku di sala 2010'an de dest pê kiribû, her sal bi zêdekirina dibistan û xwendekaran domand. Li gor daneyên Wezareta Perwerdehiya Neteweyî di navbera salên 2015-2016’an da hejmara xwendekarên pêşdibistanê perwerde dîtine milyonek û 209 hezar û 661 kes bû. (2017)

*Di daxuyaniya ku ji aliyê Midûrê Dibistanê Omer Faruk Ozarslan ve li ser malpera Lîseya Anadoluyê ya Konevî ya li Taxa Fatîh Işiklar a Navçeya Meram a Konyayê hat dayîn de wiha hat gotin: " Dibistana me dê ji sala 2017-2018’an vir ve Ji bo xwendekarên jin û mêr di polên cuda de perwerdeya xwe berdewam bike." Li ser bertekan Ozarslan der barê mijarê de wiha got: “Divê em bi îdeolojîk li vê nenêrin. Wek veguhestina tiştek li odeya xwe ye. Ev ne tiştekî divê nayê mezinkirin e.” (2017)

* Di navbera Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgeha Meletiyê û Miftîtiya Meletiyê de di bin navê "Bernameya Perwerdehiya Qursa Qur'anê" de ji bo zarokên pêşdibistanê yên 4-6 salî perwerdehiya olî bê dayîn protokol hat îmzekirin. (2018)

*Wezareta Perwerdehiya Neteweyî di sala 2013'an de bi Weqfa Hayrat a ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Cemaeta Nûr re tê naskirin re protokola xwe nû kir. Wezareta Perwerdehiya Neteweyî bi vê protokolê di bin navê "perwerdeya nirxan" de destûrek nû da Weqfa Hayratê ku 6 sal berê bi hinceta qursa zimanê osmanî vekiribû. (2018)

*Îlahîyatnas Îhsan Şenocakê ku piştî xutbeya li mizgeftê ya "Keç pantor li xwe nekin, biriyên xwe çênekin û neçin zanîngehê" ji aliyê Serokatîya Karên Diyanetê ve hat durxistin, di nava mehekê de ji kar re hat îadekirin.(2018)

Bi KHK’yên ku bi OHAL’ê hatin derxistin komeleyên jinan hatin girtin

Hikûmeta AKP’ê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an ji 21’ê Tîrmeha 2016’an ve di 20’ê Tîrmeha 2016’an de ji bo sê mehan Rewşa Awarte îlan kir. Rewşa Awarte ya ku divê di bin şert û mercan de were sepandin, veguheriye amûrek pir fonksiyonel ku hukûmet ji bo birêvebirina qeyranên xwe bikar tîne. Hikûmeta AKP'ê ya ku di polîtîkayên şer ên çareseriya pirsgirêka Kurd de israr dike, piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an jî van polîtîkayên xwe berdewam kir. Di çarçoveya Rewşa Awarte de bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK) de gelek komele, weqf, dibistanên taybet û saziyên perwerdeyê yên taybet ku di nav de komeleyên jinan jî hene hatin girtin. Komele û navendên tevgera jinên Kurd jî hatin girtin, aktîvîstên wan hatin binçavkirin û girtin. Zext, binçavkirin û girtinên li dijî TJA (Tevgera Jinên Azad) ku piştre ji aliyê jinên Kurd ve hat organîzekirin û ava kirin, qat bi qat zêde bûn.

Siyasetmedarên jin ên Kurd hatin girtin

Li gel çalakiyên li dijî zayendperestî û Rewşa Awarte, jinên ku nerazîbûna xwe ya li dijî şer û daxwaza aştiyê bilind kirin, rasterast rastî tundiya dewlet-mêr hatin. Şaredar û endamên meclîsên jin ên ku ji aliyê qeyûmên tayînî şaredariyên Kurdistanê hatibûn hilbijartin, ji wezîfeyê hatin girtin. Parlamenterên jin jî di nav de gelek siyasetmedarên jin ên Kurd hatin girtin. Gelek karkerên jin ên ku di jiyana xwe ya xebatê de karekî pir zehmet peyda kirin jî bi biryarnameyên qanûnî bêkar man. Hin pêkanînên di dema Rewşa Awarte de li dijî jinan hatin sepandin wiha ye;

*Yekemîn Hukmê Qanûnê (KHK) ya Rewşa Awarte di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Komeleyên jinan hatin girtin.(2016)

*Deriyê Komeleya KJA (Kongreya Jinên Azad -Kongreya Jinên Azad) ku di nav komeleyên ku bi biryara Wezareta Karên Hundir xebatên wan hatin rawestandin de mohrkirin.(2016)

*Komeleya Jiyana Jinê ya Semsûrê, Komeleya Lêkolînê ya Jinan a Anka, Komeleya Piştevaniya Jinan a Fûara Bursayê, Komeleya Jinan a Ceren, Komeleya Jinan a Gokkuşagi, Komeleya Jinan a Mûşê, Komeleya Jinan a Mûşê, Komeleya Jinan a Selîs, Komeleya Jinan a Wanê di nav komeleyên girtî de cih digrin.(2016) )

*Xebatkarên jin ên 36 navendên jinan ên girêdayî şaredariyên BDP'ê ji kar hatin avêtin, xebatên navendan hat rawestandin. (2017)

*Bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê ya hat weşandin, qanûnên rêxistin û erkên hin wezaret û saziyan hatin betalkirin, hin wezaret hatin yekkirin. Li gorî vê, her du wezaret bi rêziknameya di qanûnên rêxistinî yên Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî û Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî ya bi girtina Wezareta Jin û Malbatê ya Berpirsiyarê Jin û Malbatê ku di sala 2011’an de hatibû girtin, hat vekirin di bin navê "Wezareta Xebat, Xizmetên Civakî û Malbatê" de hatin cem hev.(2018)

*Ji 21'ê Tîrmeha 2016'an ku dema Rewşa Awarte hat îlankirin heta dawiya sala 2017'an 30 Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin weşandin.(2016)

*Hejmara şaredariyên ku di navbera 1'ê Tîrmeha 2016'an û 31'ê Kanûna 2017'an de qeyûm hatin tayînkirin derket 99'an. 94 ji van şaredariyên ku Partiya Herêmên Demokratîk bi ser ketibûn, bûn. Hejmara şaredarên ji kar hatin girtin gihîşt 68’an. Hejmara hevşaredarên jin ên girtî 27, hevşaredarên jin jî 4 kes hatin binçavkirin. 27 wekîl jî hatin binçavkirin. (2017)

*Piştî pêşkêşkirina Rapora Serdema 7’emîn a Tirkiyeyê ku alîgirê Peymana Têkoşîna li Dijî Cêwaziya Li Dijî Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ye (CEDAW), bersiva Tirkiyeyê ua lîsteya pirsên Komîteya CEDAW da, ji aliyê komîteyê ve hatin nirxandin. Komîteyê nêrînên xwe di 61 madeyan de eşkere kir. Di nêrînên hatin eşkere kirin de bal hat kişandin ser kêmbûna mafên jinan li her qadê li Tirkiyeyê û xalên cihêkariyê yên taybet ên jinên Kurd. (2016)

Ji muftuluyan re rayaya zewacê hat dayîn

*OHAL’ê re di qetlîamên jinan de zêde bûn, rojane hejmara jinên tên qetilkirin ji 3’an derket 5’an. (2017)

* Di rapora bi sernavê "Di Rewşa Awarte de Mafên Jinan" ku HDP'ê pêşkêşî Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê kir, hat destnîşankirin ku di dema OHAL’ê Awarte de mêtingerî û gotinên muhafazar zêde bûne. Li gorî raporê; Ji wan 25 hezar û 523 (ji pêncan yek ji yên ji peywira kamûyê hatine avêtin) yên bi biryarnameyên ji kar hatine avêtin, jin in. Rêjeya îstîhdamê ya jinan li Tirkiyeyê (ji sedî 28) û ya girîngtir jî, piraniya kesên ji kar hatin avêtin, yên ku di çarçoveya OHAL’ê de nekarîn karên nû peyda bikin û azadiya xwe ya aborî winda kirin, weke muxalif dihatin naskirin. Di Hezîrana 2017’an de ji 3 hezar û 100 karkerên ji 11 sendîkayan (girêdayî KESK’ê) ji kar hatin avêtin zêdetirî 600 jin bûn. Di dema Rewşa Awarte de 11 komeleyên jinan û komeleya mafên zarokan; Yekemîn û ewil ajansa nûçeyan a jinan a Tirkiyeyê Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) û ŞÛJIN a ku li şûna wê ji nû ve hatibû avakirin, bi KHK’ê hatin girtin. 35 şaredarên jin hatin girtin. 16 rojnamegerên jin hê jî di girtîgehê de ne. Ji 9 parlamenterên HDP'ê yên hatin girtin 5 jê jin in. (2017)

*Qanûna Êrîşa zayendî ya ku ji bo beraetkirina tecawizgeran hat rojevê û Qanûna Muftîtiya ku destûra zewacê dide muftiyayan, piştî ragihandina OHAL’ê derket rojevê. (2017)

* Çalakiyên di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê û Piştevaniyê ya Cîhanê de bên lidarxistin, hatin qedexekirin. (2018)

*OHAL’ê ku di navbera 3 mehan de 7 caran hat dirêjkirin, di 19'ê Tîrmeha 2019'an de bi dawî bû.(2019)

Tundiya di pandemiyê de

Di şewba Kovîd-19 ya ku li hemû cihanê belav bû de, li Tirkiyeyê cara ewil di 11’ê Adara 2020’an da hat ragihandin. Bi sepanên karantînayê re, dema li malê derbas dibe hin zêdetir dirêjtir bû. Jinan erkên girîng ên wekî karê malê û peydakirina lênerî û pêdiviyên kesên li malê girtin ser xwe. Di heman demê de neçar ma ku gelek dem li ser rewşên wekî kirinûfirotin, misogerkirina hîjyenê û birêvebirina pêvajoyên karantînayê derbas bike. Jinên ku rastî tundiyê tên, ji ber pêkanînên girtinê serlêdana li yekîneyên têkildar hîn bêhtir zehmetiyan kişandin. Nekarîn bigihêjin xizmeta ku jê re lazim bû. Bi tundiya nava malê de zêdebûnek berbiçav hat jiyîn. Ji xizmetên tenduristiyê û xizmetên adlî bi bandor sûd wernegirt. Piraniya jinan bêkar man.

Bi pêşnûmeya Qanûna Înfazê re kesên ku ji ber êrîşa zayendî ya zarokan û tundiya li ser jinan di girtîgehê de bûn, hatin berdan. Hin kiryarên tundiyê yên ku hatin berdan, di malên xwe de tundî li jinan kirin. Hikûmet, guh neda sedemên tundiya li ser jinê ya ku bi pandemiyê re zêde bû, dîsa axaftin û polîtîkayên li ser “malbatê” anî rojevê. Serokomar Erdogan di kongreya dawîn a ku partiya wî di pêvajoya pandemiyê de li dar xist de bal kişand ser gihandina temenê zewacê yên 30 salî, ciwanên ku qet zewicandine û pêkhateya malbatê ya bi du zarokan. Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanîk jî got ku zêdebûna tundiya ya di heyama pandemiyê de “dikare bê tolere kirin”!

* Di Lijneya Giştî ya Meclîsê de "Pêşnûmeya Qanûna Guhertina Qanûna Înfaza Ceza û Tedbîrên Ewlehiyê û Hin Qanûnan" ku ji aliyê komên AKP û MHP'ê ve di 7'ê Nîsanê de bi hevparî hat amadekirin, qanûnî bû. Di pêşnûmeya ku wek "efûya taybet" tê nirxandin de tê pêşbînîkirin ku ji sûc diyarker daxistin bê kirin, dema berdana bikontrol jî daxistin 3 sal an. Rojnameger, siyasetmedar, parêzer, nivîskar, akademîsyen û xwendekar di çarçoveya pêşnûnameyê de cih negirtin. (2020)

* Tayyîp Erdogan a diyar kir ku di warê parastina malbatê de bi bajarbûnê re nekarîn serketineke têr bi dest bixin û wiha got, "Di nav ciwanên me yên ku temenê wan ên zewacê gihîşt 30 saliyê, hejmara kesên qet nezewiciyê jî zêde dibe. Pêkhateya malbata yek an jî herî zêde du zarok her ku diçe belav dibe. Malbatên ku dayik û bav her du jî kar dikin, ger mezinekîku li nêzîkê niştecîhbûnê dijî nebe, zarok ji aliyê kesên bakicî yên li malê an jî li kreşê ve dikare bên mezin kirin.” (2021)

*Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanîk, ji bo zaroka 10 salî ku di 23'ê Nîsanê de li cihê xwe pêşwazî kir got "Ji bo Remezanê" tişt îkram nekiriye. Her wiha gotina zarokê ku li mala parastinê dima jî bû sedema bertekan. (2021)

*Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanîk, îdîa kir ku li gorî par ji sedî 7 qetlîamên jinan kêm bûne. Derya Yanik, bi gotina "Temenê zewacê zêde bû, hejmara zarokan kêm bû" îdia kir ku axaftina Serokomar Tayyîp Erdogan a "3 zarok" bingeheke zanistî ye. (2021).

*Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanîk a beşdarî civîna komîsyona lêkolînê ya der barê tespîtkirina sedemên tundiya li ser jinê ya li TBMM’ê hat li dar xistin bû, der barê zêdebûna tundiya li ser jinê ya di sala 2020'an ya şewba Covid-19 de îfadeya "Zêdebûneke dikarê bê tolere kirin” bi kar anî. (2021)

*Li gorî pêşkêşîkirina Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, di sala 2015’an de ji 360 jinên hatin qetilkirin 20’ê wan xwedî biryara parastinê ne. Tevî biryara tedbîrê jî hejmara jinên hatine qetilkirin di sala 2016'an de 22, di sala 2018'an de 26, di sala 2020'an de jî 32 jin hatine qetilkirin. Hat diyarkirin ku di çar mehên ewil ên sala 2021’an de tevî biryara tedbîrê jî 10 jin jiyana xwe ji dest dan.

*Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ji bo Tirkiyeyê ji bo salên 2020-2021an jimareyên "Forma Qeydkirina Şîdeta Malbatê" parve kir. Bûyerên zêdebûna tundûtûjiyê di sala 2020’an de bi "guhertina adetên ya ji ber pandemiyê" ve hate girêdan. Hat diyar kirin ku ji çileya 2020’an ve vir 19 hezar û 582 jin rastî tundiyê hatine.

*Wezîr Derya Yanîk a der barê îstîsmara damezrînerê Weqfa Hiranûr a girêdayî Cemaeta Îsmaîlayê Yusuf Ziya Gumuşel de ku keça xwe ya 6 salî H.K.G bi 29 saliya mezheban re zewicandiye de 3 roj şûnde daxuyanî da. Derya Yanik wiha got: “Di 30’ê Mijdara 2020’an de serî li dozgeriya komarê da. Mijar ji aliyê dozgeriyê ve radestî me hat kirin. Di 4’ê Kanûna 2020’an de, me girt yekîneya xweya pêşwaziyê ya yekem, navenda me ya pêşîlêgirtina tundûtûjiyê. Di 8’ê Kanûna 2020’an de me girt rêxistinbûna me ya mexdurî. Me wê girt mehvanxaneya xwe ya jinan." (2022)

Ji ber erdhejê ji nû ve OHAL

Du erdhejên cuda ya bi pileya 7,7 û 7,6 ya navenda wan Mereşê; Li Tirkiye, Kurdistan û Sûriyê bû sedema bandorek wêranker. Hikumeta ku ji bo kêmkirina bandora erdhejê berê tedbîr negirt, piştî erdhejê jî di mudaxeleyê de dereng ma. Ji ber erdheja ku bi mîlyonan kes bandor kir, hikûmeta AKP'ê ji bo birêvebirina qeyrana derket dîsa 3 mehan “OHAL” îlan kir. Hikûmet di her qonaxa rêveberiya karesatê de têk çû.

Dîsa di beşa karesatê de beşa herî zêde mexdûr bû jin û zarok in. Piştî karesatê demek dirêj tuwalet, pel, cilên binî, stargeh, cihê şuştinê û malzemeyên xizmetên tenduristiyê yên dayikan nedan jinan. Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ji bo mekanîzmayên piştgirî, ewlekarî, stargeh û pêdiviyên bingehîn ên ku jin karibin jiyana xwe ji nû ve ava bikin, tu planek eşkere nekir. Wezîr Derya Yanîk diyar nekir ku ew ê ji bo jinên ku li herêma felaketê rastî tundiyê hatine an jî bên de, dê mekanîzmayek çawa bidin meşandin de daxuyanî neda.

*Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wiha got: “Hûn ê 1 salek destûr bidin me. Di nava salekê de em ê van îqametên daîmî bi îzna Xweda bi cih bikin û welatiyên xwe jî bi cih bikin. (…) Wek navendên bajarên xwe, em armanc dikin ku di nava salekê de gundên xwe jî ji nû ve rabikin ser piyan.” Tayyîp Erdogan di heman axaftinê de bêyî nav bide li “hin kesên” ku dibêjin li herêma erdhejê xebatên Heyva Sor nabîne de, heqaretên “Hey bêexlaq, hey adî, hey namûs” kir. (2023)

*Tayyîp Erdogan ji mexdûrek erdhejê, şîroveya erdhej "Ev tiştên di plana qederê de ne” kir.” (2013)

Zarokên ji xirabeyan xilasbûnê birin cemaetê

*9 zarokên ku bavê xwe winda kirin, bêyî dayikên xwe di Mecca Mascid-Hanife Akın Kuran aîdê aliyê Weqfa Xizmetiya Erenler İlme a nêzîkî Civata İsmaîlya hatin bicih kirin. Rêvebirê Weqfê wiha got: "Muftuyê Sakaryayê Hasan Başiş me geriya, 'Zarokên wiha wiha hene. Hûn dikarin ji bo wan cih vekin.’ Me jî zarokan girt. Zarok ji ber erdhejê travma derbas kirin piştgiriya derûnî girtin. Em jî van zarokan li vir parast. Li qursê dimînin. Li vir neh zarok hene. Du ji wan çûn cem dayika xwe. Heft li vir in. " (2013)

* Wezîra malbat û polîtîkayên civakî Derya Yanik der barê zarokên windayê ên erdhejê de hejmarên nakokî da. Derya Yanik wiha got: "Vegotina ji cemaetê, weqf, ji van û ji wan re hat dayîn pir bi zanebûn e.” (2023)

Sibê: Em bi Berdevka Meclîsa Jinan a HDPê re der barê Polîtîkayên 'Dijminahiya Jinê' ya AKP’ê de axivîn.