Ji femînîzmê ber bi Jineolojiyê ve têkoşîna jinan

Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî der barê femînîzm, cudahiya jineolojiyê û bandorên wê yên li ser têkoşîna jinan de nirxandin kir.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Têkoşîna jinan a li hemberî civak û sîstema kevneperest ku civakê bi aqilê mêrsalarî têk dibe, her diçe mezintir dibe. Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî têkoşîna jinan a ji dîrokê dirêjî roja me dibe nirxand. Necîbe Qeredaxî li ser têkoşîna jinan Rojhilata Navîn bûye navenda wê nirxand, bal kişand li ser parçebûna ku tê xwestin di nav têkoşîna jinê de bê avakirin û li hemberî vê girîngiya yekîtiya jinan anî ziman.

Necîbe Qeredaxî destnîşan kir ku li pişt hebûna femînîzmê dîroka berevaniyê her hebû, femînîzm ji bo tevgera berevaniya li hemberî aqilê mêrsalarî û destwerdan û reqebata sistemê ye û wiha got: “Em hemû bi awayekê ji femînîzmê têdigihîjin. Her gava ku navê wê, em tînin ziman fikrên ber bi Ewropayê ve tên bîra me. Wateya femînîzmê bi rêxistina navenda Ewropayê hatiye têgihîştin. Dema ku em behsa civaka xwe ya çanda xudawendî dikin, beşek femînîzmê weke fantezî dibînin û her wiha beşek ji femînîzmê bi fikrek rexnegir weke fikrên navenda wê Ewropa be dibînin. Dema ku dîroka berxwedana jinan bi kûrahî were xwendin dê rastiya berxwedaniya jinan were dîtin ku li erdnîgariya Rojhilata Navîn pêk hatiye. Ev dîrok li Rojhilata Navîn vedigere 10-12 hezar salan.”

Têkoşîna jinan

Necîbe Qeredaxî diyar kir ku yek ji wan çavkaniyên ku jineolojî xwe dispêre wê ji bo parastina zanista jinan, tevgera alîkarî ya femînîzmê ye, ji ber wê jî jineolojî xwe ji femînîzmê dûr nabîne, berovajî yek ji çavkaniya geşkirina jineolojiyê femînîzm e û wiha got: “Ev jî nayê wê wateyê ku jineolojî rexne li femînîzmê nake, li gorî hinekan jineolojî dixwaze femînîzmê derbas bike. Lê belê berovajî wê jineolojî, di hemû deman de girîngî bi hevbeşî û temamkirina hevdû dide. Ji ber ku di van du xalan de dikarin rexne û rexnedayînê bikin, ji bo têkoşîna jinan a li hemberî aqilê mêrsalarî û zayendperestî bi hêz bike.”

‘Tevgera femînîzmê jinên têkoşer ji jinên bindest cuda dike’

Necîbe Qeredaxî bal kişan polîtayên parçekirina civakê ya aqilê mêr ku hewl dide parçebûna civakê ava bike û wiha domand: “Di rastiyê de ev têgihîştinek xelet e, dema ku hewldana cudakirina jinên femînîst û jinên din dide. Ev bi xwe parçekirina civakê ye. Tevgera femînîst her dem li hemberî aqilê ku dixwaze jin û mêr cuda bike û cudahiya zayendî çêbike têkoşiyaye. Vê jî wisa kiriye ku berdewam tevgera femînîst weke tevgerek li dijî mêr pênase bike. Di bingehê de ev jî têgihîştinek xelet e, ji ber pirsgirêka civakê û sîstem çêbûna wan pêwendiyên di nava jin û mêran de ne xwedî jin û mêrbûna xwe ye. Dema civak di pêwendiyek civakî de vediguhere fikir, pirsgirêk derdikevin. Ji ber di fikir de yek dibe navend û yên din dibin çeng û berovajî.”

Pirsgirêk jinan û êrişên li dijî wan yek e

Necîbe Qeredaxî da zanîn ku dema rexne li peyva femînîst digrin ne ji ber wê yekê ye di lêkolînên xwe de guherîn di mêran de nekiriye û ji ber tevli civakê nekiriye û wiha got: “Li gorî wan zanist hizr e. Belê zanist hizr e û ji bo xweşkirin û asankirina jiyanê ye, ji bo hevsengîkirina jiyanê ye, ne ji bo bikaranîna fikrên li dijî kesên civakê ye. Ji ber wê jineolojî li ser wê bingehê kar nake. Lêkolînê li jêr fikrên çanda xwedawendî dike. Divê têkilî civakê bikin, li ser bingeha rexnekirina hizrên ku beşek femînîst kar dikin. Her dem rexne li ser fikir û zanista femînîzmê hebû. Nabe tevgerên cuda yên femînîzmê weke hev bin lê bele divê bi hevgirtin kar bikin. Mînak nabe femînîst li ser bingeha netewperestî, olperestî û  cudakariyên din xebatê bikin. Dema jinek Tirk xwe weke femînîst dibîne, nabe li hemberî çewisandina jinek Kurd bêdeng be.”

‘Divê jin xwe nas bikin’

Necîbe Qeredaxî herî dawî bal kişand pêla têkoşînê ya ji Rojhilata Navîn bilind bûye û wiha got: “Yên ku ji femînîzmê baş fam bikin, di nava civaka Rojhilata Navîn de guherînê çêdikin. Ji ber civaka vê herêmê taybetmendiyek xwe heye û pêwîstî bi lêkolîna ku me li vê herêmê çi ji dest daye heye. Bingeha rastiya wê çi ye û bandora fikrên cuda li ser civakê çi ne? Gelo bandor li ser civakê kiriye. Divê lêkolîn bikin divê li ser fikrên efsanewî xwendin were kirin, ji ber civak bi giştî di bin bandora vî fikrî de ye. Ji ber berdewam fikrên civakê wisa dike ku femînîzm xwe weke xwedî dibîne.

Dema rastî êrîşên sîstema sermayedar tê û ber bi tunebûnê ve diçe. Femînîzma rasteqîn çawa li dijî fikrên kevneperest û civaka mêrsalarî têbikoşe, bi heman awayî ji bo xwezayê jî têdikoşe. Têkoşînê ji bo yeksaniyê didomîne, weke ew têkoşîna ku ji bo xak û netewê, ji bo wê bi hev re karkirina sîstema sermayedar, sîstem û dewlet bûye sedemek ku rêxistina femînîst li dijî wan têbikoşe. Ji ber wê ger jinek nerazîbûnê nîşanî dagirkeriya dîrokî ya ku 5 hezar sal in li hemberî jinan tê kirin dabe ev tê wateya têkoşînê. Divê jin xwe nas bikin û der barê dîrokê de xwedî agahî bin.”