Fermandara YJA Starê Şafak Aryen: Divê li hemberî şer her kes helwesta xwe zelal bike – 2

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şafak Aryen destnîşan kir ku gerîla li dijî şerê li hemberî gelan û jinan bi rola xwe radibe, got ku rastiya Bêrîtan ev e û divê her kes li hemberî şer helwesta xwe zelal bike.

ZELAL JÎNDA

Navenda Nûçeyan – Ji kadroyên pêşeng a Têkoşîna Jinên Kurd Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) a di destpêkê de ji bo jinên Kurd bi çalakî û jiyana xwe ji bo tevahî jinên cîhanê bû mînak, li dijî xiyanetê bû sembola rûmetê. Bi boneya 32’yemîn salvegera şehadeta wê em bi beşa duyemîn a hevpeyvîna ku me bi yek ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şafak Aryen re çêkir, berdewam dikin.

Di vê beşê de em bi Şafak Aryen re li ser rehendên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku ji Ukraynayê heya Filistînê tê jiyaîn, êrişên ne mirovî yên li ser gerîlayên YJA Star û HPG’ê û berxwedana gerîla axivîn.

*Dewleta Tirk bi taybetî jinan dixwaze gelê Kurd di bin pencê qirkirinê de bigire û pêşî li xeta Modernîteya Demokratîk bigre ku dê azadiyê ji Rojhilata Navîn re bîne. Ji ber vê yekê êrişên herî hovane yên serdemê bi pêş dixe. Li hemberî gerîlayên ku parazvanên Rojhilata Navîn in, êrişên dermirovî di van salên dawî de pir zêde bûn. Asta şerê ku gerîla di salên dawî de êrişên herî mezin ên serdemê bi berxwedana xwe dişkîne, çi ye?

Weke we jî diyar kir şerekî ku xwe dispêre qirkirinê bi hemû ling û amûrên xwe yên qirêj di şênberiya tevgera me ya azadiyê de li dijî gelên Rojhilata Navîn, jinan, komên baweriyan û hemu beşên ku ji derveyî vê pergalê dimînin tê meşandin. Digel ku hêza pêşeng a vî şerî dewleta faşîst a TC ye di rastiyê de li pişt wî hêzên NATO’yê û pergala navneteweyî hene. Ev rewş bi qasî berfirehiya şer pêwist dike ku armanca wî jî bi berfirehî bê famkirin. Di heman demê de salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ye. Yek ji pêngavên herî bi bandor a vê nêvenga bi pevçûn a ku em weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn pênase dikin, ev komploya navneteweyî ye ku di 9’ê Cotmehê de starta wî hat dayîn. Çima wiha ye? Ji ber ku Rêber Apo modernîteya kapîtalîst a ku xwe alternatîf dibîne, heta şaneyên wê pênase kir û derbasbûna jê nîşan da. Ji sala 1973’yan ve bingeha têkoşîna şoreşger avêt, erdnîgariya Rojhilata Navîn, kir navend, rêxsitinê afirand û bi wê yekê têkoşînê meşand. Bi wê yekê xitimandina di eniya çep de derbas kir, piştî têkçûna sosyalîzma reel pêşengiya sosyalîst bi bandor kir. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, hêzên hegemon ji bo rêxistinbûna pergalên xwe Kurdistanê kiribûn rewşek ku nedihat dîtin. Rêber Apo ji ber ku vê yekê dît û baş analîz kir, li ser esasê azadiya Kurdistanê dest bi têkoşînê kir. Bi esasgirtina azadiya jinan ne tenê guherîna siyasî, azadiya civakî lêkolîn kir û bi wan yekan pergala şaristaniyê ji bingehê ve kir hedef, di nava kaosa pergala desthilatdar de meyla ji bo azadiyê anî rewşeke ku bibe faktora bingehîn. Rêber Apo bi van hemû mijaran pêşketinên bîrdozî, leşkerî û civakî ava kir ku ev yek xwedî girîngiya stratejîk in.

 Şerê gerîla şerê parastina jin û gelên Rojhilata Navîn e

Ev rastî dema ku em ber bi şerê cîhanê yê sêyemîn ve diçin bi qasî ku ji bo jinan, ji bo gelê me û gelan vediguhere fersendekî, di warê hêzên hegemonîk de weke gefeke ku xeteriya windakirinê derdixe holê hatiye dîtin. Ji ber ku di xwezaya desthilatdariyê de li ser bingeha azadiyê xwe guhertin nîn e, li ser parastina berjewendiyan dîlgirtina Rêber Apo, li ser tevgera me ferzkirina tasfiyeyê, dest danîna ser destkeftiyên ku tevgera me ya azadiyê derxistiye holê di bin venêrîna xiyanetkarên Kurd ên hevkar de tunekirin, bi vê awayê gelên heremê li gorî daxwaza parçekirin, êrişên dagirkeriyê, bi şerên dijwar komkujî, di bin wekaleta çeteyan an jî netew dewletan de her ku çûye pêvajoyeke bi kaos a hêzên hegemon bi xwe di nav de cih girtine hatiye meşandin. Cewherê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ev e. Ger bala xwe bidinê şerê ku li Rojhilata Navîn didome di bingehê xwe de di navbera her du paradîgmayan de dimeşe. Şerekî ku di navbera Paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk û paradîgmaya Şaristaniya Dewletparêz de dimeşe. Di vê wateyê de bi qasî çavkaniya têgeha teorîk a paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk êrişên ku li ser Rêber Apo ku pêşêngê jiyandina vê ye tên meşandin, êrişên stratejîk ên ji bo pêkanîna qirkirina Kurdan e. Şêwazê meşandina vî şerî mirov dikare hê bi hûrgulî bîne ziman lê ji ber ku esasê vê ew e weke hêzên gerîla şerê azadiyê ya ku em dimeşînin ji bo azadkirin û parastina gel û jinên Rojhilata Navîn û her kesê ku pêdiviya wê bi parastinê heye ye. 

Gotina Kurdistan gotina Rojhilata Navîn e

Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Rojhilata Navîn xwe da diyarkirina nexşeriya nû ya li Rojhilata Navîn. Dewleta Tirk ji bo xwe bigihîne sînorên Mîsak-i Mîllî hema bibêje di hemu hilweşandinên li Rojhilata Navîn de cih digre, li gel vê yekê jî berê şerê xwe yê qirêj û yê dagirkeriyê daye Kurdistanê. Gotina Kurdistan gotina Rojhilata Navîn e. Çi bi riya bikaranîna hêzên çete yên li ser xeta Îslama Sunî birêxistin kiriye, rasterast di hilweşandina Iraq, Sûriye, Lîbyayê de cih girtina wî, çi bi bikaranîna Hamasê di warê Îsraîlê de avakirina bingeha dagirkirina Filistînê, hewldanên wî yên Îranê kişandina ber bi şer ve; çi jî bi hewldanên xwe yên zêdekirina nifûsê ya li welatên Efrîqayê çeteyan bi taybetî li welatên li Qloçê Efrîqayê bi cihkirina wan, çi bi riya li hemberî tevgera me siyaseta xwe ya derve veguherandina polîtîkayên şantajê, çi jî bi şerê qirêj ê li Kurdistanê dimeşîne berê xwe daye komkujiyên çandî û leşkerî hewldanên wî yên xeternak in ku xeyalên Neo Osmanîtî rê lê vedike. Di rewşa heyî de şerê li Rojhilata Navîn her ku diçe kûr dibe, li gel amûrên ku pevçûnên navxweyî yên neteweyî-mezhebî kûr bike netew dewlet bi xwe jî dadikevin qadê.

Şerê Rusya-Ukraynayê di rastiyê de ji bo berfirehkirina qadên NATO’yê ye. Bi xistina dewrê ya arekterê hevkarî yê Ukraynayê û yê mafyatîk ê rêveberiya Rusyayê re ku armanca ew bû şer bidomînin, bandora wê li ser herêma me; hewldana Rusyayê ji bo cihgirtina li Derya Spî û bi parastina bandora xwe ya li ser Sûriyeyê bicihbûna li herêmê. Ji ber vê yekê divê were zanîn ku di serî de ji bo Kurdan, bi giştî li dijî gelên herêmê lêgerîna tifaqa bi xeter bi pêş dikeve.

Hewl dide bi hêza xwe ya şerê li Rusya-Ukraynayê hatiye kêmkirin li Rojhilata Navîn li ser vê bingehê armancên hê mezintir bi şêwe bike. Ji ber vê yekê hewl dide ji rewşa kaotîk a qadê sûdê bigre, têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re li ser vê bingehê bi pêş bixe.

Bi hêza xwe ya ku bi şerê Rusya-Ukraynayê re ketiye dewrê, hewl dide li Rojhilata Navîn li ser armcanên mezin pêk bîne. Ji ber vê yekê hewl dide ji rewşa kaotîk sûdê bigre, têkiliyên xwe ji bo vê yekê bi Tirkiyeyê re bi pêş bixe. Rusya û Îngilistan, daxilê îhtîmala şerê nukleer ê bi peşengiya DYE’yê ku bi bi eniya NATO’yê re polîtîkayên şîdetê zêde bikin hatine kirin. Herî dawî şere Îsraîl-Hamasê û yê her diçe ber bi Lubnanê ve diçe, piştgiriya NATO’yê, hêza mezin a şer ku li Derya Spî bi cih kiriye û bi fîloyan, nîşan didin ku ji şerekî lokal derbas dibe, tê wateya pevçûnên herêmî û ev xeterek mezin e. Ji bo ku hem bibe perçeyek ji van, hem jî sûdê bigre, dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser tevgera azadiyê zêdetir kiriye. Li dijî gelê me yê ku bi tevgera me gihîştiye asta neteweyî, gelê me û welatê me bi gotinên ‘terorîstan’ pênase dike. Vê yekê di têkiliyên xwe yên bi dewletên herêmê re û hêzên navneteweyî de ji bo berjewendiyan weke şert bi kar tîne û berê xwe dide dagirkirina herêmê. Dive ev yek weke gef û xeterek mezin were dîtin. Bi taybetî di serî de Iraq, bi dewletên heremê re peymanan çêdike, ji bo ji rewşa Sûriyeyê sûdê bigre, hewl dide bike hevkarê qetliama li ser Kurdan. Her wiha hewl dide rewşa Îranê ya qels bûye bike amûra siyaseta herêmî, di serî de jî PDK’a Berzanî ku ji bo gelan rûreşî ye, ji hêzên xayîn-sîxur sûdê digre, ji bo qetliama li ser gelê xwe rê vedike. Ev hemû polîtîkayên ku li ser bingeha dagirkirina leşkerî xwedî dibin in.

Polîtîkayên ku pêşî li rizandina civakî û teslîmetê vedikin tên meşandin

Ji ber van sedeman hem di warê navneteweyî de, hem herêmî, hem, neteweyî û hem jî jinan de êrişên ku çêdibin hene. Hêza sereke ya di xeta neteweya demokratîk de çandên cuda û nasnameyan, di Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de diparêze Rêber Apo, tevgera azadiyê û gerîla ne. Ji sala 2015’an heta niha êrişên ku çêdibin, ji bo ban hêzan bê parastin bihêlin bû. Ger encam bihata girtin dê hêzên navneteweyî li heremê bigihîştana asta tişta ku dixwestin bikirana. Niha hem li Bakurê Kurdistanê, hem li Rojava, Şengal û Mexmûrê, êrişên bi awayên cuda û daîmî tên kirin. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê û qadên ku em bi navê Herêmên Parastina Medyayê bi nav dikin, êrişên leşkerî zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de hem operasyonên leşkerî tên lidarxistin, hem jî bi şerê taybet civak hedef tê girtin û polîtîkayên ku pêşî li rizandina civakî û teslîmiyetê vedikin tên meşandin. Em bi rewşeke bêhiqûqî ya mînakên wê tune ne û bi sûcên şer dagirtî ye re rûbirû ne. Li herêmên gerîla, ligel hemû hêzên artêşê, hêzên çete jî hatine seferberkirin, hemû awayên teknîkê xistine dewrê, ji çekên kîmyewî heta bombeyên termobarîk çekên ku dikevin çarçoveya nukleer tên bikaranîn. Ji sala 2015’an ve heta niha van êrişên ku didomin ji sala 2021’ê vir ve miqdara bombeyên ku dewleta Tirk a faşîst bi kar anîne, ji yên di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hatine bikaranîn derbas bûye. Şerekî hovane û bi çavsorî, bi armanca qirkirinê tê meşandin. Hêzên navneteweyî jî ji ber dijberiya bi paradîgmaya me re, an rasterast an jî ji hinek aliyan ve ji ber ku piştgirî didin vî şerî, rewşa bi pevçûn a ku her dem berdewam dike heye. Ger dewletek rastî ewqas êrşan hatibûya dê di nava demek kurt de belav bûya.

Li dijî vê yekê ji ber ku feraseta me ya şer a ku xwe dispêre stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî; ketiye pratîkê, hem hêzên navneteweyî hem jî TC nizanin çi bikin. Vê pêvajoya têkoşînê ya ku cehwera wê bîrdozî ye, nîşan da ku ne teknîk, hêz û îradeya mirov diyarker e û dikare rewşê biguherîne. Têkoşîna ku em bi baweriya ji bo azadiyê û exlaq li ser bingeha girêdana bi Rêber Apo re dimeşînin; em dizanin ku dê pêşeroja hemû gelan û jinan diyar bike. Vê zanîn û berpirsyariyê hêza bingehîn a berxwedana me ye. Gerîlatiya modernîteya demokratîk, ji ber ku di bingehê de rêbaza şer şîrove kir, li dijî vê ji aliyê avakirina giraniya gerîla ve, bi tektîk, rêbaza tevgerê, feraseta çeperbûnê û xeta çalakiyê li gorî wê ava kir, serweriyek diyar derxist holê. Bikaranîna teknîka di dest me de û asta bi awayê bi bandor xistina xizmeta taktîkê, di şer de roleke girîng dilîze. Bi taybetî bi komên bi tevger ên li ser erazî hakîmiyeta wan heye, parastina qadan û valaderxistina êrişên dijmin her wiha çalakiyên di tunelan de dijmin tengav kiriye. Ji aliyê dewleta Tirk ve rewşa heyî lîtav e, ne dikare bi pêş ve biçe ne jî jê derkeve. Ji ber ku li dijî gerîla tişta dixwaze bi dest naxe, çetebûyîna xwe mezintir dike û civakê ji her alî ve hedef digre, xwezayê texrîb dike, êrişê dar û kevirên me dike. Ji ber ku ji aliyê muxalefet û civaka Tirkiyeyê ve bertekek çênabe, konsepta şer a heyî berê xwe daye nava Tirkiyeyê û bi polîtîkayên xwe her kesê, her aliyê veder dike, diçewisîne û bêbandor dike. Li holê ji aliyê klasîk ve jî tu nikarî behsa hiqûqa dewletê bikî. Komeke çete ya ku bi tevahî bûye xwedî karakterê mafyatîk, ji bo xwe biparêze, berê xwe daye çekên netewperest-olperest-zayendperest, bi kûrkirina şer û rijandina xwînê, hewl dide ji bo xwe cihekî çêbike. Weke hêzên YJA Star; li dijî vê rewşê asta şerê bi bandor ê pêşengiya jinan pratîze dike derket holê. Li ser esasê baweriya bîrdozî û têgihîştina pêvajoyê, bi rastiya ku beşdarî veguheriye hêzê, vê yekê di şerê parastinê de bi bandor tê bikaranîn. Giraniya li ser taktîkê û bi pêşengiya çalakbûniyê, fermormanseke ku rewşa şer diyar dike tê nîşandan. Di vî şerî de hevalên me yên jin ên leheng şehîd bûn. Ji bo şansa serkfetina mirovahiyê bigihîje serkeftinê û veguhere rêxistinbûna pergalê, milîtaniya mercên herî zehmet bi cesaret û fedakariyên mezin tê raberkirin. Hem di warê tunelan de hem jî xebatên kolandinê de, hem di komên bi tevger de hem jî di beşdariya çalakiyan de serweriyeke pir girîng û asta kedeke mezin heye. Li ser bingeha rexistinbûna xweser, di nava şer de asta çalakiyên xweser û encamên ku bi dest ketine, ji aliyê îstatîstîkî ve du qa li gorê demên borî ye. Bêguman ji ber ku îrade û rêxistinbûna jinan artêşa dijmin dixe zorê, çeperên me yên ku hêzên jin tê de ne bi taybetî tên hedefgirtin. Dijmin ji ber ku di vî şerî de xwe dispêre konsepta ku destpêkê jin tên hedefgirtin û hewl dide hêza wan bişkîne, êrişên xwe jî di wê xalê de zêde dike. Hêzên me yên jin, bi zanîn û berpirsyariya dîrokî bi zehmetiyan re têdikoşin, ji ber vê îradeya wan dibe sedema beşdariya hêzên me yên giştî. Roleke bi heyecan a ku hêzê de dide dilîze. Weke hêza fermande, asta ku gihîştiyê, tê pejirandin, weke hêza ku ji gelek aliyan ve şer dike zêdetir tê tercîhkirin. Dîsa di warê branşbûyînê de, hesasiyet û baldariya jinan vediguhere derfetan. Ji ber vê yekê nîşangerên me yên herî bi bandor hevalên jin in, ev rewş ji bo gelek branşan jî derbasdar e. Niha şer, li Zap-Metîna-Xakurkê û qadên bakûr zêdetir bûye. Dewleta faşîst TC maskeya xwe xistiye, berê leşkerên bi pere, hêzên taybet, leşler û hwd... di serî de PDK’a sîxur û DAIŞ, bi gelek bermahiyên hêzên çeteyan re li ber çavên hemû cîhanê daye qadên şer. Bi vê yekê eşkere dibe ku serokê DAIŞ’ê  Erdogan e. Çeteyê ku di dema pevçûnan de hatine qetilkirin hene. Jixwe hêza sereke ya li dijî DAIŞ’ê şer kir û wê têk bir tevgera Apoyî ye, hêzên din, li ser bingeha polîtîkayên xwe yên demkî wan bi kar tînin.

Gerîla rola xwe dilîze û çi dibe bila bibe dê paşve gav navêje

Niha êrişên mezin hene lê dewlet çete-hêzên artêşê nikarin bi pêş bikevin lê ji derveyî hêzên gerîla divê jin û gelên herêmê eniya berxwedanê mezin bikin, di vê pêvajoyê de ya dikeve ser wan bikin. Bêguman gerîla rola xwe dilîze û çi dibe bila bibe dê paşve gav navêje lê ji bo eniya qirêj a tifaqa mêr a hatiye birêxistinkirin were têkbirin, pêdivî bi hêza berxwedêr a bi gelan hatiye avakirin heye. Ji ber ku mijar jiyan û pêşeroja gelan e. Ji aliyê dîrokî ve ji ber hebûna kaotîk a pergalê xwe dide der, ji bo rexistinkirina hewldana azadiyê derfet çêdibin. An dê vê pêvajoya dîrokî, li ser bingeha jiyana azad a jinan û gelan be yan jî dê careke din, pergal li ser êriş û qirkirina jinan pergala xwe ji nû ve saz bike, temenê xwe dirêj bike. Di vê xalê de pir girîng e ku têkoşîna gerîla, bi perspektîfa xweparastinê bi tevgerên gel re bibe yek. Ji ber wê bi stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî divê her kes ji aliyê xwe ve li dijî dijmin bisekine, bi qasî dikare helwest nîşan bide. Ger asteke wiha ya xwedîderketinê çêbibe divê girse bikevin tevgerê. Ger ev yek nebe dê dijmin dest ji êrişê li dijî tembûr, gotin, govend, kevir, dar, çûk û her kareya ku azadî lê heye bike. Ger xwedîderketina li çand, nirx û ya herî bingehîn mafê jiyanê neyê derketin dê tu derek jiyanê bê dagirkerî nemîne. Faşîzm; rûyê herî bi şîdet û bê şerm ê ku pergala desthilatdar, dema li ber windakirinê û di nava kaosek de nîşan dide. Têkbirina vê berpirsyariya her kesê ye lewre ger pêşî neyê girtin dê sîrayetê jiyana her kesê bike. Hêzên jin ên gerîla dê tu carî rê nedin teslîmiyet û dagirkeriyê. Pêşeroja jin û gelan bi çareseriya ku bi pargala neteweya demokratîk pêk were ye. Ji bo vê çi ji destên me were em ê bikin, paşve gav navêjin lê divê em mafê xweparastinê bi bandor bi kar bînin. Ger em wisa bikin bi hêzeke mezin, di demek kurt de em ê encam bigrin, pergala serdest a mêr têk bibin. Divê em bi zanîna vê tevbigerin û her kes li gorî vê rastiyê li xwe xwedî derkeve, tevli têkoşînê bibe. Ji ber sûcê ku xeta teslîmiyetê li Iraqê dike dewleta Tirk a faşîst wisa bê şerm dikeve Iraqê lê ev sûc di heman demê de yê gelên li Iraqê ye jî. Gelên li Iraqê li dijî vê yekê divê di nava serhildanan de bin. Rêveberiya dewletê ya çanda gelan krîmînalîze dike faşîst e lê li dijî vê yekê kêmasiya têkoşîna gelên ku xwe bi rêxistin nakin, di demê de helwest nîşan nadin û nikarin govenda xwe jî bigrin jî heye. Ev pir zelal e; di rewşek ku pêşengiya jinan di her warî de çalak bibe, gelê me û gelên din werin asteke ku bikaribin li xwe xwedî derbikevin dê bandorê li ser şerê heyî bike. Fedakariya mezin a hêzên gerîla, berxwedêrî û biryardariya bêdawî; dê bi xwe re meşa ber bi serkeftinê ve bîne. Pêdiviya jinan, gelê û gelan bi vê heye. Rastiya Bêrîtanê jî di cehwherê xwe de ev e. Rêber Apo hevala Bêrîtan a li dijî artêşa dijmin û xulamên wê yên cihî ala berxwedanê bilind kir, bi gotinên;  “Bêrîtan rûmeta me ya azadiyê ye” pênase kir.

Bêguman ew rûmet a me hemûyan. Ji ber wê divê mirov di şer de bibe alî, di têkoşînê de cih bigre, xwedî li pîvanên azadiya rûmetê derbikeve û biparêze. Divê her kes bizanibe jiyana xwe bi vî rengî ava bike, helwesta xwe ya ji bo pêvajoyê û cihê xwe zelal bike.

Sibê: Divê xweparastin zêdetir bibe û rê û rêbazên wê werin pêkanîn – 3