Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ sînoran derbas kir û cîhanê hêjand

Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ ya ku bi têkoşîna tevgera azadiya jin a Kurdistanê re yekemîn car deng veda, îro bi derbaskirina sînoran tevahî cîhanê dihejîne, jinan û gelan li derdora felsefeya ‘jin, jiyan û azadiyê’ de kom dike.

Navenda Nûçeyan – Diruşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ne tênê pêşîlêgirtine, tê wateya îrade, hêz û rêxistin ji bo binyata sîstemek nû ye. Bê guman îdeolojiya azadîxwazên jinên Kurd û hevoksaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di gelek hevditinên xwe yên di salên 80’an de heta niha bal kişandiye li ser vê felsefeyê û di Kurdistanê de yek reng û ruh heye, divê jin azad bibe da ku jiyan azad bibe.

Bingeha felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’

Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ yek ji wan diruşmeyan e ku ji bo têkoşîna azadiya jina Kurd li cîhanê belav bûye, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinê weke yekem netewa di dîrokê de hatî kole kirin pênase kir. Bi dahurandina rastiya ku heya jin azad nebe tu civak nikare azad be, di 8’ê Adara 1992’an de birdoziya rizgariya jin ragihand.

Bi diruşma ‘jin, jiyan azadî’ artêşbûna jinê

‘Jin, jiyan, azadî’ felsefeya bingehîn a 45 salên têkoşîna tevgera azadiya Kurdistanê ye. Tevgera azadiya kurdistanê ya ku di yekemîn kongra wê de pêşengên têkoşîna azadiya jinên Kurd Sakîne Cansiz jî tê de amade bû, di sala 1993’an bi îlankirina artêşbûna jinê êdî di qada leşkerî de jî hebûna xwe mayînde kir û eniyek din li ser têkoşîna azadiya jinê zêde kir.

Bi Şoreşa Jinê re Rojhilata Navîn deg veda

Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ berhemê qonaxa têkoşîna azadiya jina Kurd e. Êdî ev dirûşmeye di nava têkoşîna azadiyê de bû nîşana pêşengiya jinên Kurdistanê. Bi vî awayî şoreşa jiyanî ya jinê carek din li ser ew xaka ku şoreşa xwezayî tê de pêkhatî, destpê kir û giha wê astê ku niha li seranserê Rojhilata Navîn û cîhanê deng vedaye. Bi vê ve girêdayî di sala 2014’an de piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên ji bo talankirin û dagirkirina xaka Rojavayê Kurdistanê carek din bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ şoreşek li Rojavayê Kurdistanê ava bû ew şoreş jî şoreşa jinê bû. Bi hewil û westandinek bê dawî karîn bi hebûna hezaran jinên fedayî û têkoşer hebûna xwe biparêzin û Şoreşa Jinê pêk bînin.

Bû dirûşma tevahî jinên azadîxwaz ên cîhanê

Îsal jî dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bû yekem dirûşma ku tevayî cîhan bi yek dengî li hev komkir û bi kuştina Jîna Emînî ku xelkê bajarê Saqiz yê Rojhilatê Kurdistanê bû ji aliyê polîsên qaşo exlaqî yên Îranê bi awayek ne mirovane. Êdî çirûska azadî û serhildanê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê geş kir û hemû bi yek dengî dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li dijî ew desthilata faşîstane ku 43 sal e xelkê bê tewan di bin navê ayîna Îslamê de li sêdarê didin bilind bû. Tevahiya cîhanê piştgiriya xwepêşandan û serhildanan dike ku pêşengtiya wê jin û gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dike. Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye ala yekem ku bi temamî dengê azadîxwaz û mirovê dostên azadiya jin û jiyanê kiriye yek deng.