Di xebatên civakî û leşkerî de jinên malbata Eyubiyan -1

Avakirina medreseyan û xebatên perwerdeyê Jinên malbata Eyubiyan di pêvajoya şerê li hemberî xaçperestan de ji eniyên şer heya qadên civakî û perwerdeyê barên girîng dane ser milên xwe û parastina erdnîgariya Mezrabotanê kirine.

Avakirina medreseyan û xebatên perwerdeyê
Jinên malbata Eyubiyan di pêvajoya şerê li hemberî xaçperestan de ji eniyên şer heya qadên civakî û perwerdeyê barên girîng dane ser milên xwe û parastina erdnîgariya  Mezrabotanê kirine.
Navenda Nûçeyan– Di sedsala 13’an de malbata Eyubiyan li Rojhilata Navîn têkoşînek mezin li hemberî êrîşên mêtinger ên xaçperestan dane. Di dika dîrokê de bi pêşengiya Selahedîn ji bo parastina demboriya gelên Mezopotamyayê qehremaniyek mezin hatiye nîşandan. Di vê destana parastina erdnîgariya qedîm de jinên binemala Eyubiyan jî paşve nemane û fedakariyek mezin nîşan dane. Ji qadên şer heya perwerde û rêxistina civakî cih di hemû eniyên berxwedanê de girtine. Jinan herî zêde ji bo parastina binhişiya civakî medrese ava kirine û girîngî dane perwerdeyê. Li gel medreseyan nexweşxane, wexf û îbadetxane jî ava kirine. Jinên pêşengî ji dema xwe re kirine pir in lê belgeyên nivîskî li ser wan pir kêm hene. Piraniya  wan zarokên xwe perwerde kirine û weke fermandar şandine eniyên şer. Li ser hinek ji wan jinan kêm jî be çend agahî hene. 
Yek ji wan jî Xatûna Baba ye ku cihek stratejîk hilbijartiye û tê de medrese ava kiriye, dema ber bi dawiya temenê xwe jî medrese dewrî keçapa xwe Sit Ezra Xatûnê kiriye. Safye Xatûn û
Deyfe Xatûnê jî her yekê pêvajoyek rêveberiya bajarê Helebê kirine û şerê li hemberî Xaçperestan birêve birine. 
Xatûna Baba
Ji malbata Eyubiyan keça Esedudîn Şêrko Xatûna Baba gundê Kamid ê dikeve navbera du gundên Beytudar û Berkumê yên Helebê dikire û tê de Medreseya Adîliye ya Biçuk a Dimişqê ava dike. Heta jiyaye medreseya ku li gund ava kiriye parastiye û xwendekar tê de dane xwendin. Pergala medreseyê li gorî xwestiye daye avakirin. Ji dergevanê ber derî heya hemû karên hundirê medreseyê hemû bi baldarî daye xebatê. Di medreseyê de timî 20 xwendekaran perwerde dîtine. Daçûna medreseyê xendekaran jî tevî girtiye ser xwe.
Dema diçe ser dilovaniya xwe jî wesiyeta wê ya dawî parastina medreseyê û tê de perwerdekirina xwendekaran bûye. Medrese li ser navê keça apê xwe Melik Adil Zuhre qeydkirî ye.
Sit Ezra Xatûn
Sit Ezra keça Melîk Nûrûd-Dewle Şehînşahê Eyyûb e. Girîngî daye perwerdeyê û Medreseya Ezrawiye ya Şamê daye çêkirin. Bi disiplîna perwerdeyê zarokên xwe jî mezin kiriye ji lewre du lawên wê bûne du fermandarên mezin ku Selahedîn girîngiyek mezin dida wan. 
3’yê îlona 1198’an di şerê li hemberî xaçperestan de şehîd ketiye. Li ber Medreseya xwe ya dikeve aliyê Deriyê Nasr hat definkirin û gora wê timî dihat ziyaretkirin. Keybanûya Eyubiyan Sit Ezra li nava Şamê û derdorê weke jinek şerker a efsanewî tê nasîn. Ew bûye efsaneyek herdemî li ser zimanê dapîran dirêj dirêj tê vegotin û pesindan. 
Zuhre Xatûn
Zuhre, keça Melîk Adil Seyfddîn Ebûbekirê Eyyûb e. Zuhre, sala 1259’an Medreseya Biçûk a Adîliyeyê ku li hemberî Darul Hadîsul Nûriye Suxrayê, li pêşiya Dîmaxiye û Îmadiyeyê  Babulfereca a dikeve rojhilatê deriyê kelhayê ava kiriye. 
Dema ku Zuhre vê medreseyê ava dike, medreseya gundê Kamid ê Helebê ku berê keçapa wê Xatûna Baba dayê jî dide dest keça apê xwe Esedudîn Şêrko Xatûna Babayê
Zumrut Xatûn
Zumrut Xatûn ku weke Sitû Şam hatiye nasîn, xwişka Selahedînê Eyubî ye, di nava malbatê de naskirî û xwedî gotin e. Zumrut hemû lêhurbûna xwe daye xebata civakî ya hevpar ji bo avakirina medrese û îbadetxaneyan. Îbnî Kesîr der barê Sitû Şam de wiah dibêje; “Ew xwîşka siltanan, meta zarokan û dayika siltanan bû.” Sitû Şam ku seltenetê di dest xwe de digire, ji gelê xwe re xizmetên giranbiha dike, her wiha di çavkaniyên dîrokî de behsa du medreseyên ku wê ava kirine jî tê kirin. 
Îsmetuddîn Xatûn
Îsmetuddîn Xatûn jî jinek di jiyanê de serwer û serkeftiya malbata Eyubiyan e.  Sala 1257’an li Darul Hedîs el-Eşrefiyê ya peravên çemê Yezîd ê Salihiya Şamê Medreseya Murşîd daye avakirin. Di medreseyê de alimên mezin ên weke Şemsedînê Ateullah el Ezreî û şemsedîn el-Herîrî ders daye.
Situl Iraq Xatûn
Situl Iraq jî jinek kêrhatî bûye, di nav bajarê Helebê de bi dilaramî û qenciyê dihat nasîn.  Sala 574/1178’an li kuçeya lê dijî diçe ser dilovaniya xwe.
Niseyb Xatûn jî mîmareke navdar a dema xwe bûye. Fatma xatûn jî perwerde dîtiye û li nava civakên mezin hedîs xwendiye.
Girêdayî jiyana jinên malbata Eyubiyan Xetîce Xatûn, Melîke Xatûn Kutlumek Xatûn, Rabîe Xatûn û Gaziye Xatûn jî agahî tune ne.
Sibê: Li meydana cengê bi pêşengiya Deyfe Xatunê şerê li hemberî Xaçan û Moxolan, pê re jî serkeftinên bi taktîkên şer û cesareta wê hatine bidestxistin.