Şoreşên ku jin agirê wan vêdixin û dewletên ku feraseta baviksalar parve dike
Ji Parîsê heta Rojavayê Kurdistanê, dîmena jinên şoreşger ên ku li hember xapandina qanûnan radiwestin, dubare dibe. Lê têkoşîna îro, naxwaze bikeve nav qalikê dûrxistinê yê kevnar.
SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Navenda Nûçeyan – Şoreşên gelan nîşan didin ku jin tu carî ne tenê çavdêr bûne, belkî hêza pêşeng û çirûska yekem a guhertinê bûne. Tevî vê yekê, rola wan tim tê jibîrkirin û nebûna destûrîkirina mafên wan di dema serkeftinê de, dibe sedema dûrxistina wan û vegera wan bo xala sifirê. Bi vê yekê şêwazekî dîrokî yê dubare belav dibe ku enerjiya jinan di dema şoreşê de bikar tîne, lê di dema dewletê de wan înkar dike.
Jin çirûska ku şoreşan vêdixe û hêza ku parastina berxwedana wan dike ye, lê ew kesên yekem in ku di parvekirina serkeftinê de tên dûrxistin. Ji vê nakokiya berbiçav çîrok dest pê dike. Çîroka şêwazekî dîrokî yê dubare ku bi hevkêşeya “bikaranîna jinan di dema şoreşê de û dûrxistina wan di dema serkeftinê de” tê kurtkirin.
Pênc îstasyonên girîng ên di navbera rabirdû û îro de
Şopandina rêyên azadiya gelan paradokseke şokdar derdixe holê. Di kêliyên ku rejîm hildiweşin de, sîngên jinan dibin mertala parastinê ya destpêkê û fedakariyên wan dibin sotemeniya guhertinê û destanên ku îlhamê didin cîhanê. Lê gava toz û dûmana şer radibe û destkeftiyên desthilatê tên parvekirin, ew hewldan bi înkarkirina binesazî re rû bi rû dimînin. Jin careke din ber bi marjînalbûnê ve tên hovkirin, li pişt destûr û qanûnên ku ji aliyê hişmendiya dûrxistinê ve hatine nivîsandin. Li vir, em li pênc îstasyonên girîng ên di navbera rabirdû û îro de disekinin, da ku pîvana vê têkoşîna berdewam a di navbera dûrxistinê û destkeftiyên hişmendiya domdar de hilweşînin û şîrove bikin.
Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan dibêje: “Şoreşên ku jin beşdar nabin, nikarin serkeftinê bi dest bixin”. Ev rastî di hemû şoreşên gelan ên di dirêjahiya dîrokê de tê îspatkirin. Jin di dîroka şoreşên mezin de tu carî ne tenê çavdêr bûne, belkî pir caran çirûska ku ew pêketî bûn û hêza ku ew biriye pêş li eniyên şer, rêxistinkirina xwepêşandanan û avakirina fikrê şoreşgerî, ku ev bûye sedema guhertinên kokdar di civakan de.
Tevî vê yekê, rola van jinên wêrek pir caran di rûpelên dîrokê de tê jibîrkirin, ji ber ku neavakirina saziyan û nedestûrîkirina mafên jinan tavilê piştî serkeftina şoreşan, dibe sedema dûrxistina wan û vegera wan a li xala destpêkê.
Şoreşa Feransayê xwepêşandana nan û dûrxistina bi giyotînê
Dibe ku Şoreşa Fransayê wekî rûmeteke berçav a vê şêwaza dîrokî bê hesibandin. Di navbera salên 1788 û 1789’an de, Fransa di nav krîzeke aborî ya rûxandî de derbas bû ku bû sedema bilindbûna bihayê nan bi rêjeyeke dînane ku gihîşt wekî sedî 88’an. Jinên Fransî xwe di rewşeke wisa de dîtin ku nikaribin pariyek nan ji bo zarokên xwe peyda bikin, ku ev yek hişt ew bibin çirûska destpêkê û stûna bingehîn a yek ji mezintirîn bûyerên vê şoreşê.
Di cotmeha sala 1789’an de, bi giranbûna birçîbûnê re, bi hezaran jinan meşa ku wekî “Meşa ber bi Versayê ve” tê nasîn birêve birin. Di destpêkê de nêzî 7 hezar jin derketin rê û di bin baranê de rêyên dûr ber bi qesra qraliyetê ve meşiyan. Di rojên pêş de, ev kom mezin bû û gihîşt nêzî 60 hezar kesî. Meş bi girtina qesrê, kuştina cerdevanan û neçarkirina Qral Louisê XVI’emîn û malbata wî bi dawî bû ku bi wan re vegerin Parîsê da ku di bin çavdêriya rasterast a gel de bin. Ev bûyer bûn sedem ku di encamê de qral û qralîçe Marie Antoinette bên darvekirin.
Mêran “Danezana Mafên Mirovan û Welatiyan” nivîsand
Lê belê, li gorî hevkêşeya “dûrxistina di dema qanûn û serkeftinê de”, ev rola leheng a jinan tu sûd neda wan. Piştî serkeftina meşê, mêran “Danezana Mafên Mirovan û Welatiyan” nivîsand û jin bi temamî ji mafên siyasî dûr xistin. Ev nakokî bû sedema derketina kesayetên rewşenbîr ên girîng mîna Olympe de Gouges, a ku “Danezana Mafên Jin û Welatiyan” di sala 1791’an de nivîsand. Ew danezan wekî bersiveke rasterast li dijî marjînalbûna jinan e. Tevî vê yekê, rejîma şoreşgerî ya nû daxwazên wê bi çewisandineke giran pêşwazî kir; ew bi giyotînê hat îdamkirin û hemû komeleyên siyasî yên jinan di sala 1793’an de hatin qedexekirin, da ku careke din were tekezkirin ku şoreş bi sotemeniya fedakariyên jinan vêdikevin, lê fêkiyên wan pir caran di qonaxa avakirinê de ji wan tên dizîn.
Şoreşa azadiyê ya Cezayîrê lehengên berxwedanê û şoka Qanûna Malbatê
Ev şêwaza înkarkirina fedakariyên jinan ne tenê taybetiya dîroka Ewropayê bû, belkî bi heman rengî di dîroka Erebî ya nûjen de jî di dema Şoreşa Azadiyê ya Cezayîrê de (1954 - 1962) dubare bû.
Di vê şoreşa mezin de, jina Cezayîrî di şerê berxwedanê yê li dijî kolonyalîzma Feransî de bû stûna bingehîn; rola wan ne tenê bi piştgiriya lojîstîkî sînordar bû, belkî wekî fedayî di nav dilê şerên leşkerî de cih girtin, her wiha erkê veguhastina çek û agahiyan hem di nav bajaran û hem jî li serê çiyan girtin ser xwe. Ji nav dilê van destanan, sembolên wisa derketin ku dîrokê navê wan nemir kir; mîna Cemîle Bûhêrîd a ku piştî girtin û îşkencekirina wê ya hov ji aliyê kolonyalîstan ve, bû semboleke cîhanî ya berxwedanê. Li gel wê, Cemîle Bûezza, Cemîle Bûpaşa, Werîde Mîdad û gelek jinên din ên azad ku bi wêrekiyeke bêmînak rû bi rûyê giyotînan û tariya zindanan bûn.
Tevî vê beşdariya berfireh û fedakariyên mezin ên di şerê azadiyê de, hevkêşeya “marjînalbûn di dema qanûnê de” dîsa vegeriya û mafên wan xwar. Dema ku Qanûna Malbatê ya Cezayîrê di sala 1984’an de piştî çend lîstokên serxwebûnê hat amadekirin, jinên şoreşger bi qanûnên niheq şok bûn, yên ku jin wekî “kêmtemen” dihesibandin û ji bo zewacê pêwîstî bi welî (serperest) didîtin. Ev dûrxistina qanûnî hişt ku ew leheng hest bi xiyaneteke eşkere li hemberî fedakarî û xwîna xwe bikin, ya ku ji bo azadiya welat hatibû rijandin. Ev yek tekez dike ku şerê jinan bi azadkirina welatan bi dawî nabe, belkî ji nû ve dest pê dike da ku mafên xwe di destûrên dewletên nûbûyî de bi cih bikin.
Şoreşa Misirê: Dûrxistina ji destûrê
Gava em berê xwe didin qeraxên çemê Nîlê, em dibînin ku Şoreşa Misirê ya sala 1919’an jî di heman rêya fedakarî û dûrxistinê de meşiyaye. Vê şoreşa mezin a li dijî dagirkeriya Brîtanî, destpêka derketina birêkûpêk û birûmet a jina ereb ber bi qadên giştî û siyasî ve tomar kir.
Di 16’ê Adara sala 1919’an de, pêşenga tevgera jinan Huda Şerawî, li gel jinên navdar mîna Sefiye Zehlûl a ku wekî “Diyara Misiriyan” dihat naskirin, meşeke girseyî ya jinan birêve birin ku zêdetirî 300 jin beşdar bûn. Ev meş ji bo şermezarkirina sirgûnkirina rêber Seed Zehlûl û protestokirina kuştina xwepêşanderên aştiyane bû. Jinan bi sîngên xwe yên tazî rû bi rûyê guleyên leşkerên dagirker bûn û gelek jinên tekoşer di nav wan de hatin kuştin ku dîrokê navên wan parast, mîna Şefîqa Eşmawî û Necîbe Cabir. Ev bûyer bû sedem ku ev roj paşê wekî “Roja Jina Misirî” bi fermî bê pejirandin.
Tevî vê xwîna pîroz û guhertina kokdar a ku jinan li kolanan çêkir, heman paradoksa dîrokî dubare bû gava ku bager sekinîn û qonaxa avakirinê dest pê kir. Jin bi temamî ji komîteya amadekirina destûra sala 1923’an hatin dûrxistin û ji mafên xwe yên siyasî yên herî bingehîn mîna dengdan yan jî namzedbûnê bêpar hatin hiştin. Wan ev maf tenê piştî bi dehan salan, di destûra sala 1956’an de bi dest xistin.
Şoreşa jinan li Îranê ji rûxandina Şah heta dirûşma azadiyê
Beşên vê nîqaş û nakokiyê li ser sînorên sedsala bîstan ranewestiyan, belkî berfireh bûn da ku rûçikên dîroka hemdem a Îranê di yek ji herî berçav a ezmûnên têkoşîn û paşveçûna jinan de xêz bikin. Di sala 1979’an de, jinên Îranî yên ji hemû nêzîkatiyên siyasî û pêkhateyên civakî, di xwepêşandanên mezin ên milyonî de herikîn kolanan û bûn hêzeke biryardar û herî mezin a ji bo rûxandina desthilatdariya Şah. Lê belê, paradoks û nakokî pir zû di sîstema nû ya ku piştî şoreşê ava bû de rû da. Li şûna ku mafê jinan bê dayîn, azadiyên wan ên bingehîn jê hatin stendin û qedexeyên li ser wan duqat bûn.
Ev zexta komkirî bû sedema teqîneke neçar ku di dîroka nûjen de, bi taybetî di sala 2022’an de bi fîzîkî diyar bû. Dema ku jin û keçên ciwan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildaneke gelêrî ya pir mezin birêve birin ku bingehên welat hejand. Di bin dirûşma ku cîhanê hejand; “Jin Jiyan Azadî” de. Ev şoreşa hemdem piştî qetilkirina keça ciwan a Kurd Jîna Emînî dest pê kir, da ku jin di rûbirûbûneke rasterast de bi amûrên rejîmê re bi hemû wêrekiya xwe derkevin, pêşengiya qada xwepêşandanan û daxwaza azadiyên kesane û siyasî bikin.
Îro jî, rûpela çewisandinê bi hovîtî li Îranê berdewam dike; jin û keç di nav zîndanên tarî de rû bi rûyê şert û mercên mirovî yên pir giran û aloz dibin. Her wiha hevdem li gel zêdebûna rêjeya biryarên îdamê û çewisandina sîstematîk a li dijî wan.
Pakistan û Malala: Şoreşek li hemberî xapandina rastiyê
Heke têkoşîna jinan a li dijî rejîmên çewsîner şêwazê xwepêşandanên komî û serhildanên milyonî girtibe ser xwe, nexwe berxwedana li dijî ramana tarîperest li deverên din ên cîhanê, di nav fedakariyên kesane yên îlhamdar de diyar bû ku şoreşên civakî yên mezin bi rê ve birin; mîna ya ku li Pakistanê bi sembola ciwan Malala Yûsifzay re qewimî.
Di bin siya serweriya ramanî û leşkerî ya tevgera Talîbanê û berfirehbûna wê de, qedexeyên pir tund li ser keçan hatin ferzkirin ku bi peyvê re mafê çûyîna dibistanê ji wan hat stendin. Tevî dîtina vê dîmena tarî, keçika biçûk Malala ku wê demê temenê wê hê ne zêdetirî 11 salan bû, ev teslîmbûn red kir û hilbijart ku dengê xwe bi eşkereyî bilind bike ji bo parastina mafê keçan di perwerdehiyê de. Ev berxwedana wêrek ew kir armanceke rasterast. Di sala 2012’an de, çekdaran gule berdan rûyê wê, di hewldaneke sûcdar a kuştinê de. Piştî ku sewqî derveyî welat hat kirin, ji bo ku di bin neştergeriyên tîmarî yên aloz û lênihêrîna bijîşkî ya hûr de li Îngîltereyê derbas bibe.
Lê belê guleyan nekarî çirûska vîna wê vemirînin, belkî hewldana kuştina wê veguherî hêzeke mîna motorê li ser asta cîhanê. Di sala 2014’an de, hewldanên wê bi stendina Xelata Nobelê ya Aştiyê hatin xelatkirin da ku bibe kesa herî ciwan a ku vê xelata bilind di dîrokê de distîne. Ev serboriya wê ya awarte bû destpêka şoreşeke rastîn ku keçan li Pakistan û hemû cîhanê bi rê ve bir. Ji bo şikandina zincîran û daxwaza mafê xwe yê resen di hînbûn û zanistê de.
Tevî vê dengvedana cîhanî, civaka Pakistanê îro xwe li pêşberî rastiyeke tal û tijî xapandin dibîne. Tiştê ku Pakistan niha şahidî dike, paşveçûneke tund û şikestineke mezin nîşan dide ji bo wê şoreşa ciwan. Di demeke ku Malala Yûsifzay li qadên navneteweyî gotaran pêşkêş dike de, civak û keçên li hundir di bin barê gefên nûbûyî û tirsa berdewam de dijîn; ji ber ku qada Pakistanê şahidê vegera zêdebûna bandora herikînên radîkal û zêdebûna êrîşên li ser dibistanên keçan e, her wiha astengiyên aborî û civakî yên ku bi milyonan keç dîsa vegerandin xala bêparbûn û nezanînê.
Civaka Pakistanê li hemberî sîstemeke baviksalar û radîkal ku careke din lepên xwe tund dike bi tenê hat hiştin. Di nav bêdengî û xapandina eşkere ya saziyên fermî û civaka navneteweyî de, yên ku tenê bi pîrozkirina sembolan û çêkirina dirûşmên birqandî razî bûn û rastiya jinan li ser erdê di nav heman şikestin û tariyê de hiştin.
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê: Saziyîkirina mafên jinên Kurd
Di nav dilê Rojhilata Navîn a ku di bin barê şeran de dinale de, têkoşîna jina Kurd a li Rojavayê Kurdistanê ji hevalên wê yên şoreşger ên di dirêjahiya dîrokê de ne cuda ye. Belkî îro modelek bêhempa pêşkêş dike ku xeleka “bikaranîn û paşê dûrxistinê” bi rêya saziyîkirineke hişmend û berxwedaneke tund li ser du eniyan şikand.
Jinên Kurd toza cudakarî û nîjadperestiya neteweyî ya ku desthilatdarên Baasê bi dehan salan li dijî wan dimeşandin rûxand. Her wiha li hemberî hişmendiya mêrsalar a serdest rabûn, da ku têkoşîneke du alî bimeşînin, rûxandina erdnîgarî ji terorê û rûxandina civakî ji qedexeyan. Bi destpêkirina krîza Sûriyeyê ya di sala 2011’an de, jinan rêberiya şoreşekê kirin ku bi pîvanên îdeolojîk ên kûr gihîşt astekê. Ji ber ku birêvebirina şerekî ramanî û ronakbîrî di jîngeheke ku tundrewiya olî û eşîrtî tê de belav bûye, mîna volkanek rastîn a ji bo guhertina kokdar tê hesibandin.
Ev tevger ne ya vê kêliyê bû, belkî encama têkoşîneke siyasî ya nepenî (sîri) bû ku jinan di dirêjahiya nîv sedsalî de di bin serweriya Baasê de meşandin. Bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê re, ev keda mezin derket qada eşkere û di tevger û rêxistinên jinan de diyar bû, yên ku qadê li ser her du astên leşkerî û civakî bi rê ve birin. Li ser asta leşkerî, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) derketin xetên pêşîn û şerên dîrokî li dijî DAIŞ’ê meşandin. Heta ku baregaha wan a dawî li Dêrezorê ava kirin, di nav şert û mercên mirovî yên awarte de ku rûxandina jinên Êzîdî yên ku DAIŞ’ê di dema êrîşa xwe ya li ser bajarê Şengalê de revandibûn jî di nav de bû.
Li gel vê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) berxwedaneke destanî li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê nîşan dan û bi hezaran şervanên jin canê xwe di ber rêya azadiya jinê û parastina axê de feda kirin. Ji bo ku têkoşîna wan bibe rojeva medyaya cîhanî û fîlmên sînemayî yên navneteweyî li ser bên çêkirin ku çîroka berxwedana wan a fîzîkî ya ku cîhan ji metirsiya tundrewiyê rizgar kir, nîşan bide.
Lê li ser asta civakî û saziyî ku ew xala ku jin di dirêjahiya dîrokê de jê dihatin dûrxistin e, şoreşa Rojavayê Kurdistanê di nava 14 salan de pêngaveke kalîteyî bi dest xist; ji ber ku jin di pêkanîna sîstema hevserokatiyê de bi ser ketin. Yanê nîv bi nîv di navbera her du zayendan de di birêvebirina her saziyekê de, amadekirina hevpeymaneke civakî ku rêjeya nûnertiya jinan di her sazî û partiyekê de ji sedî 50 kêmtir nebe.
Her wiha derxistina qanûnên tund ku mafên wê diparêzin, mafê xwedîkirina zarokan jê re mîsoger dikin û pirzewaciyê qedexe dikin. Ev model di nav dilê şer, binpêkirinên berdewam, hedefgirtin û qetilkirina pêşengên jin bi balafirên dagirkeriya Tirkiyeyê re pêk hat. Lê dîsa jî ji bo tevgerên jinan ên li seranserî cîhanê, bû çavkaniya îlhamê.
Bi guhertinên siyasî yên mezin, ketina rejîma Baasê û bilindbûna herikînên cîhadî li Sûriyeyê, dîmenek aloz derket holê ku şerên dijwar ferz kirin. Ev şer bi peymana entegrasyonê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Sûriyeyê ya demkî de bi dawî bûn. Ev peyman daxwaza entegrekirina saziyên leşkerî û sivîl dike. Tevî ku di entegrekirina gelek sîsteman de pêngav hatine avêtin, peyman hê jî bi astengiyên binesazî re rû bi rû dimîne. Bi taybetî jî dema ku dosyaya entegrekirina Yekîneyên Parastina Jinan di wezareta parastinê de tê vekirin û hewldana elîtên nû ji bo diyarkirina rêjeya beşdariya jinan di parlamenê de da ku ji sedî 14 derbas neke. Ev rêjeya ku heman hişmendiya dûrxistinê tîne bîra mirov, ya ku jin di destûrên Fransayê yên sala 1793’an, Misrê yên sala 1923’an û Cezayîrê yên sala 1984’an de rû bi rû mabûn.
Lê belê jin, li ser bingeha hişmendiya xwe ya dîrokî ya komkirî, teslîmî vê serhişkiya ku ji hişmendiyeke tundrew derdikeve nebûn; belkî wan leza têkoşîna xwe ya siyasî û civakî bilind kirin daku mafên xwe bi qanûnî di destûra nû ya Sûriyeyê de misoger bikin û destkeftiyên ku bi xwîn û fedakariyan di dirêjahiya zêdetirî deh salan ji şoreşê de hatine pîrozkirin biparêzin.
Hemû şoreş di du qonaxan re derbas dibin
Ev îstasyonên dîrokî yên li pey hev, ji Parîs, Cezayîr û Qahîreyê bigre heta Tehran û Rojavayê Kurdistanê, rastiyeke binesazî ya yekta nîşan didin: Têkoşîna jinan bi azadkirina welatan an jî bi ketina rejîmên dîktator bi dawî nabe. Belkî serkeftina leşkerî an siyasî ne tiştek e, tenê amadekariyek e ji bo şerê wan ê rastîn û herî aloz. Şerê avakirina hişmendiyê, destûrîkirina mafan û berxwedana li hember hişmendiyên dûrxistinê.
Encama herî mezin li vir e; Garantî nekirina qanûnî ya mafan a tavilê piştî serkeftina şoreşan, her çend nehiştiye ku têkoşîna jinan vala biçe jî, ew veguherandiye şerekî hebûnî yê berdewam ku di du qonaxên li pey hev re dimeşe: Qonaxa yekem “şoreşa tevî civakê ye ji bo rûxandina rejîma kevn”, qonaxa duyem ku ya herî zehmet û bi bandortir e, “şoreşa li dijî mîrateya civakê ya rûxandî û çanda wê ya baviksalarî ye. Ji bo girtina mafan a bi qanûnî û parastina wan a ji paşveçûnê.”
Eger şoreş û serhildanên gelêrî di dirêjahiya dîrokê de dengê azad û bilind di qadan de dabe jinan, nexwe şerên qanûnî û ramanî yên paşê, bi tenê dikarin vî dengî veguherînin “hêzeke qanûndanîn û saziyî” ya li ser erdê.
Tevî her şikestinekê, an lihevnekirina siyasî, yan jî hewldana dûrxistinê, xwîna şehîdên jin û berxwedana jinên têkoşer, wekî kevirê bingehîn û mîsogeriya dîrokî dimîne. Ya ku rê li ber civakan digre ku bi temamî ber bi paş ve negerin. Ji bo ku şoreşên jinan wek roniya hişmendiyê ya geş berdewam bikin, heta ku azadî û wekhevî bibe rastiyeke destûrî û civakî ya ku her kes bêyî cudahî tê de bijî.