civak/jiyan

  • Navenda Geşe ji bo parastin û perwerdekirina jinên Helepçe ye 

    Navenda Geşe nêzî salekê ye li herêma Helepçe ji bo parastin û xwe perwerdekirina jinên Helepçe hatiye avakirin. Ji derveyî rêxistinan gelek jinên din tên navenda Geşe kar dikin daku di aliyê aboriyê de azad bibe û bi xwe jiyana xwe dabîn bike.

  • Ji bo hînbûyîna antrenoriya kişikê sînorê temen tune ye! 

    Dilara Gun a ku 4 sal in antrenoriya kişikê dike, bi hînkirina birayê xwe dest bi vî karî kiriye. Dema ku ew bi dayik û xwişka xwe re diçe kursan tê, meraqa wê ji kişikê re çêdibe. Niha dayika wê jî 43 salî ye û wisa xweş hîn bûye ku dikare bibe antrenora kişikê.

  • “Jinên Êzidî di kampên weke girtîgehan de xwe dikujin” 

    Her diçe rêjeya kuştin û xwekuştina jinan di kampên penaberên Êzidî lê dimînin ên Başûrê Kurdistanê zêde dibin. Aktîvîsta mafê mirovan Refah Husên bang li saziyên peyîwendîdar kir ku li ser rewşa tê jiyîn bisekine.

  • “Ez dixwazim bibim xwediyê gorekê“ 

    Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 848'an de careke din li windayên xwe pirsîn. Di dema çalakiya onlînê de, pirsa "Kiryar têne zanîn, winda li ku ne?” hate pirsîn.”

  • Kêmbûna avê nexweşî û pirsgirêkên tenduristiyê diafirîne 

    Penaberên li kampên bakurê Sûriyeyê, piştî sekinandina piştgiriyê, ji kêmbûna ava paqij û ava vexwarinê êşê dikşînin. Ev kêmbûna avê pirsgirêkên tenduristiyê diafirîne, bi taybetî bi zêdebûna germahiyê re.

  • "Çavên min li hêviya vegera hevjînê min e" 

    Edle Mihemed a ku di 2014'an de li bajarê Minbicê di nava çeteyên DAIŞ'ê de dijiya wiha behsa zilm û zordariya wan kir û got: "Çeteyên DAIŞ'ê ne digotin ev biçûk e ne ev mezin e, rojane hemwelatiyên Minbicê li navenda bajar dihatin serjêkirin û daliqandin."

  • Zarokên ku komkujiya Kobanê dîtine hê bi wê derûniyê dijîn 

    Dewleta tirk bi planên hov êrîşî Kantona Kobanê û gundê Berxbotanê kir, xwest bi vê komkujiyê tolhildana binekftinên xwe di şerê Kobanê de bistîne.

  • "Pergala mêr a desthildar dixwaze têkoşîna jinan asteng bike" 

    Berdevka Xweser a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Emanî Ehmed El-Xerbî teqez kir ku êrîşên dewleta tirk li ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û qetilkirina endama wê Denîz Poyraz senaryoya qetilkirina Hevrîn Xelef dubare dike.

  • “Di zindana dewleta tirk de gelek binpêkirin der heqê girtiyan de tên kirin” 

    Dayika Sedîqe Reşo kurê wê Selîm Mehmûd di sala 1995’an de ji aliyê dewleta tirk ve hatiye girtin û cezayê 36 salan lê hatiye birîn dibêjê ku dewleta tirk gelek binpêkirinên dijmirovî der heqê girtiyan de dide meşandin û daxwaz kir ku di demek nêz de kurê wê serbest bê berdan.

  • ”Zewaca di temenê biçûk de sûcê li dijî zarokatiyê ye” 

    Di civakek ê de ku zilam tercîh dike bi keçek temenê wê biçûk re bizewice, jiyan dê çawa be gelo? Ev adeta ku ji hêla mêrên malbatê ve tê meşandin, li ser jiyan û derûniya jinan texrîbatên mezin çêdike.

  • Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 17 jin hatine kuştin 

    Li gorî daneyên Mafê Mirovan di meha Hezîranê de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 17 jin hatine kuştin, ji wan 7 jin hatine kuştin û 10 jinan jî ji ber sedemên nayê zanîn xwe kuştine.

  • Zaafaran Zayed bêyî ku bizanibe tê darizandin cezayê darvekirinê lê hat birîn! 

    Dadgeheke Husî ya li Sanayê, cezayê darvekirinê li çalakger Zaafaran Zayed û hevjînê wê birî. Zaafaran, bal kişand ku tevî cezayê girtine jî ew ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomîne û got ku ew nizane ji ber çi tê darizandin.Dadgeheke Husî ya li Sanayê, cezayê darvekirinê li çalakger Zaafaran Zayed û hevjînê wê birî. Zaafaran, bal kişand ku tevî cezayê girtine jî ew ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomîne û got ku ew nizane ji ber çi tê darizandin.

  • Bi sedan jin di zindanên Sûriyeyê de girtî ne 

    Girtiyên jin ên ku ji zindanên rejîma Sûriyeyê hatine rizgarkirin diyar kirin ku ji ber nêrîna civakê ya ji wan re re, nebûna parastinê û tunebûna piştgiriya derûnî di mercên pir bi êş û zehmet de dijîn

  • “Navê min li ku ye” 

    Bi pêşengiya Lale Osmanî jinên Afganistanê li hemberî bênavî û nasnamehiştina jinan di sala 2017’an de kampanyeya bi navê “Navê min li ku ye” dan destpêkirin. Jinên pêşengî ji vê kampanyayê re dikin li gel hemû zehmetiyan jî bi îsrar xebata xwe berdewam dikin û tînin ziman ku heta her kes bi navê wan gazî jinan neke û wan nas neke dê dev ji xebata xwe bernedin.

  • Qutkirina avê bû sedema gelek nexweşiyan 

    Hemşîreya Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temirê Rîma Dawê, behsa nexweşiyên ku ev zêdetirî 3 meh in pê re rû bi rû dimînin kir û da zanîn ku ji ber qutkirina ava Firatê û nepaqijiya ava tê xwarin, gelek nexweşiyên navçûn û gurçikan derketine hole. Her wiha bang li sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku li beramberî sûcên dewleta tirk der heqê civakê de bi helwest bin.

  • Ji çalakvaniyê ber bi endamtiya meclisa şêwermendiya Neteweyên Yekbûyî ve 

    Macida Ferc Ellah bi guherîna mezin a ku di warê jiyana wê ya profesyonelî de çêbû, texmîn nedikir ku dê weke endama meclisa şêwirmendiya herêmî ya ciwanan di asta Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur de girêdayî Rêxistina UNÎCEF’ê û Neteweyên Yekbûyî de were hilbijartin. Jina ciwan a 27 salî ji bo ku bikaribe serlêdan bike di gelek tecrubeyên zehmet de derbas bû.

  • Perwerde hînbûna hîmên jiyana rast û xweparastinê ye 

    Bi armanca zanekirin û perwerdekririna jinên Efrînê yên koçberî şehbayê bûne, Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê dewreyeke perwerdeyê bi navê şehîd Rûken Zerdeşt ji 20 jinên xebatkar e vekiriye.

  • Hem ji axa xwe, hem ji dayika xwe mehrûm ma 

    Narîman Mihemd a 46 salî bi dilekî şewat dayika xwe bi bîr tîne û dibêje ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê rê nedan cara dawî dayika xwe hembêz bike û xatir jê bixwaze.

  • Rewa El-Derwîş: Jinên berdayê herê zêde zerar dîtine di xirabiya rewşa abûrî de 

    Di dema rewşa aborî ya xirab de, bilindbûna dolar û belavbûna vîrusa koronayê de jin bi xizaniyê re rû bi rû mane, bi taybetî jinên ku hevberdayî ne, jinebî û yên ku ji hevjînê xwe veqetiyane di nava xizaniyê de dijîn

  • Îsmaîl Agaya 27 salin winda 

    Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya vê heftê de, aqûbeta belavkarê rojanmeya Ozgur Ulke Îsmaîl Agaya pirsîn. Dayika Îsmaîl Mufîde Agaya, Mufîde Agaya got: “Ez hestiyên kurê xwe û kefenê wî dixwazim.”